MÊRDÎN - Li gundê Xerabê Bava ya Nisêbînê, di serdegirtinên malan de 4 kes hatin binçavkirin.
Li çoltera gundê Xerabê Bava ya Navçeya Nîsêbîn a Mêrdînê ku tim bi operasyonên leşkerî di rojevê deye, polîs û leşkeran bi îdîaya "Îxbar" heye bi ser malan de girtin. Di serdegirtina heya derengiya şevê berdewam kir de, Sabrî Gorgun, Abdulvahap Zengîn, Ferhan Bayhan û Zahîr Dogan hatin binçavkirin.
4 kesên bi hinceta "Alîkarî dayîna rêxistinê" hatin binçavkirin, nehat zanîn li ku derê tên girtin.