Demîrtaş: Ez Kurd im û welatê min Kurdistan e

  • rojane
  • 12:48 17 Tîrmeh 2019
  • |
img

ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş di parastina xwe de diyar kir ku ew qebûl nake ku ji ber peyvên kurd û Kurdistanê bê sûcdarkirin û got: “Ji ber ku Kurdistan xwedî rastiyekî dîrokî û erdnîgarî ye. Hûn û dozgerên we sed milyonan caran biryaran bidin jî Kurdistan heye. Kurdistan navê erdnîgariyekê ye û navê welatê min e.”

Danişîna doza Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş a li 19’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê di roja duyemîn de didome. Demîrtaş li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê bi rêya dîmen (SEGBÎS’ê) tev li danişîna dozê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dihat dîtin bû. Ji bo Demîrtaş heta 142 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.
 
Di danişîna dozê de Berdevkê HDP’ê Saruhan Oluç, berdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Amirê HDP’ê yê Meclisê Mahmut Togrul û parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Tulay Hatîmogullari, Kemal Pekoz, Mensur Işik, endamê MYK’ê yê HDP’ê Nazmî Gur û gelek parêzer amade bûn.
 
DI AMADEKIRINA FEZLEKEYÊ DE ROLA DESTHILATA SIYASÎ
 
Demîrtaş di beşa parastina xwe ya duh de têkildarî fezlekeyên jimar 29, 30 û 10’an  axivî bû. Îro jî Demîrtaş ji bo fezlekeya bi jimar 25 parastin kir. Demîrtaş ev tişt anî ziman: “Fezleke di 28’ê îlona 2019’an de ji hêla Serdozgariya Komarê ya Xarpêtê ve hatiye amadekirin. Dîroka amadekirina fezlekeyê jî 24’ê sibata sala 2016’an e. Bi qasî 2 sal û nîv piştî axaftina min a di meha 9’emîn a sala 2013’an a li navçeya Qereqoçan a Xarpêtê de, di sala 2016’an de fezleke hatiye amadekirin û şandine meclisê. Wê demê bi hilbijartina 7’ê hezîranê re AKP’ê nekarî bi tena serê xwe bibe desthilatdar û hejmara xwe ya zêde ya di meclisê de jî winda kir. Piştî wê jî AKP’ê Tirkiye bi polîtîkayên şer û pevçûnan re ber bi rewşeke nebaş ve bir. Ev fezleke jî di wê demê de hatiye amadekirin. Ji bo amadekirina fezlekeyê bi qasî 2 sal û nîvan li bendê sekinîne. Ev jî nîşaneyeke muhime ku fezleke ji hêla aliyên siyasî ve hatiye amadekirin.”
 
TEWANBARIYA LI DEMÎRTAŞ DIHAT KIRIN 
 
Piştre jî Demîrtaş îdiayên di fezlekeyê de yên weke ‘Propagandaya rêxistin an jî armanca wê kiriye’, ‘Pesnê sûc û sûcdar daye’ û ‘Gel ji bo kîn û dijminatiyê zêrandî ye’ xwend. Demîrtaş parastina xwe bi xwendina rapora pispor a li ser daxwaza 19’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ve hatiye amadekirin, xwend.
 
‘AKP Û CEMAETA GULEN DESTEBIRAYÊN HEV BÛN’
 
Demîrtaş çend gotinên di fezlekeyê de xwendin. Ew jî wiha ne: “Gelê me sibehekê şiyar bû û jê re gotin komar hatiye damezirandin. Dîn qedexe ye, ziman qedexe ye û bawerî qedexe ye. Ne zanîn bê ka çi bi serê wan hatiye. Yên ku ji kevneşopiya Îslamiyetê dihatin, biçûkxistin û rastî zilmê hatin. Lê ew nûnertiya vê kevneşopiyê nakin. Ev ji kîjan kevneşopiyê tên. Dema ku Kenan Evren di serdema 12’ê Îlonê de darbe kir û zarokên vî gelî di bin îşkenceyê de diperçiqand, yên ku bandora van rojan didomand wiha digot; ‘Bila em bibin paletên tanqên te paşayê min.’ Pesnê Kenan Evren didan. Ev kes di wê demê de bi kesên ku xwedî li cunta, darbe, qirkirin û înkarê derdikevin re bi hev re tevgeriyan. Di vê beşa axaftina min de gotina; ‘Bila em bibin paleta tanqa te ey paşayê min’ a Fethullah Gulen e. Min ev gotin ji bo bibîrxistina nivîseka wî ya di dema 12’ê îlonê de hatiye nivîsandin kiribû. Wê demê ji xwe desthilata AKP’ê û cemaeta Gulen weke destebirayên hev bûn. Ji bo wê yekê min ev gotin kir.”
 
BERSIVA DEMÎRTAŞ A JI BO PEYVÊN ‘KURD Û KURDISTANÊ’
 
Demîrtaş parastina xwe wiha domand: “Di cihekê axaftina xwe de dibêjim; ‘Dema ku em dibêjin Kurd û Kurdistan mûyê laşê hinek kesan mîna strî dibe.’ Ev dozger jî yek ji wan e. Xwestiya biçûk bixe. Dozger piştî ku axaftineke di fezlekeyê de dixwîne, hemû tîpên destpêkê yên peyvên Kurd û Kurdistanê bi tîpên biçûk nivîsandine. Di vir de jî pir baş dixuye ku dozger bi pêşdaraz nêz bûye û helwesteke polîtîk nîşan daye. Têkildarî esasê pirsgirêkek heye. Dixwaze heqaretê bike. Li vir ez dixwazim hem ji heyeta dadgehê û hem jî dozger re vê bibêjim; ez Kurd im. Heta ku hûn gotinên; ‘Tu ne kurdî’ nekin, bi rastî kurdbûna min gelek nayê bîra min. Ji vê zêdetir, mirovahiya min li bîra min e. Heta ku hûn van gotinan bikin, ne tenê tîpên destpêkê, bi hemû jê tîpên mezin ez dibêjim ku ‘EZ KURDIM Û NAVÊ WELATÊ MIN JÎ KURDISTAN E.’ Ez dixwazim ku ev gotin hemû jî bi tîpên mezin di girtekan de bên nivîsandin. Ez heman gotinan li dozger vedigerînim. Ger ku li gorî helwestên siyasî peyvên Kurd û Kurdistanê, renxekirina dewletê, renxekirina polîtîkayên hikûmetê û pêşkeşkirina pêşniyarên çareseriyê bi xwe sûcê propagandaya rêxistinê be, wê demê li gorî min di vê rewşê de, yê ku propagandaya PKK’ê dike dozger bi xwe ye. Ango bi rastî jî ger ku PKK van tiştan biparêze û ger ku armanca wê ev bin û bi rêbaza min van tiştan bike, wê demê PKK rêxistineke terorê nîne. Ger ku em li gorî nêzikatiya dozger nêz bibin, di vê mijarê de li ser navê teror û tundiyê tiştek nîne. Der barê Serdozgeriya Komarê ya Xarpêtê de bi sedema ‘Pesnê rêxistina terorê daye’ serlêdana sûc bikin. A rast ev e. Ger ku PKK armancên xwe mîna me bimeşîne, wê demê tiştekî bê gotin namîne.”
 
‘ŞÊX SEÎD Û SEYÎD RIZA BI DERQANÛNÎ HATIN BIDARVEKIRIN’
 
Di berdewama parastina xwe de jî Demîrtaş got ku di axaftina wî de propaganda û pesindayîna sûc û sûcdar tune ye û wiha pê de çû: “Di ku dera vê de min propagandaya rêxistinê kiriye? Li ku dera wê de min pesnê sûc û sûcdar daye? Divê van tiştan yek bi yek destnîşan bike. Min li ku derê propagandaya rêxistinê kiriye? Bawerim ji ber peyvên Kurd û Kurdistanê wisa dibêje. Min li ku pesnê sûc û sûcdar daye? Ji ber gotina min a ‘Seyîd Riza, Şêx Seîd, Mazlum Dogan, Îbrahîm Kaypakkaya û Denîz Gezmîş hatin qetilkirin’ van tiştan dibêje. Dubare dibêjim. Şêx Seîd û Seyîd Riza di salên destpêkê yên damezirandina komarê de bi awayekî derqanûnî, li dijî rêgezên gerdûnî û bi awayekî derveyî exlaq û wijdanê hatin bidarvekirin. Denîz Gezmîş û hevalên wî jî ji bo tolhildana Menderes û hevalên wî, bi awayekî derveyî qanûnan hatin bidarvekirin. Îbrahîm Kaypakkaya jî di dema ku 24 salî li Girtîgeha Amedê ji ber îşkenceya giran hate qetilkirin. Mazlum Dogan rastî îşkenceyên giran ên 12’ê Îlonê ya li Girtîgeha Amedê hat. Ji bo protestokirina îşkenceyê jî dawî li jiyana xwe anî. Îşkenceyên dihatin kirin teşhîr kir. Ev tev jî li derveyî nasnameyên wan a polîtîk an jî xebatên wan ên siyasî, bi awayeke xweser qurbaniyên zilm û bêhiqûqiyê bûn. Bi hezaran ên weke wan hene.
 
DOZGER ÎŞKENCEYÊ DIPARÊZE
 
Ger ku Mazlum Dogan, Îbrahîm Kaypakkaya, Denîz Gezmîş, Şêx Seîd an jî Seyîd Riza li derveyî qanûnan sûc kiribe, gelo min pesnê kîjan sûcên van daye? Belê raste min pesnê berxwedana Mazlum Dogan a li hemberî îşkenceyê daye. Wê demê dozger jî îşkenceyê diparêze. Wê demê parastina darbeya Kenan Evren, rêveberiya cuntayê û serpelê îşkencekar Esat Oktay ê wê demê li Girtîgeha Amedê diparêze. Ger ku ez pesnê berxwedana Mazlum Dogan a li hemberî îşkenceyê bidim û dozger vê weke sûc bibîne, wê demê dozger jî bi awayekî fîîlî kiryarên darbekar Esat Oktay Yildirim diparêze. Di esasê xwe de divê hûn der barê vî dozgerî de serlêdana sûc bikin. Ez li vir pesnê tu sûc û sûcdaran nadim. Lê dozger sûcê îşkenceyê û darbekarî diparêze. Rexnekirina qetilkirina Îbrahîm Kaypakkaya ya di îşkenceyê de ger ku sûc be, wê demê ev tê wê maneyê ku hûn jî îşkenceyê diparêzin. Ez tevî hin cihên ku min sererast kirin, yek bi yek li pişt van gotinên xwe hemûya me.”
 
‘HEQARETA LI DIJÎ NETEWÊ BÊRÊZÎ YE’
 
Demîrtaş bertek nîşanî krîmînalîzekirina peyvên Kurd û Kurdistanê da û wiha got: “Peyvên Kurd û Kurdistanê weke ‘propagandaya rêxistinê’ tên nirxandin. Ez vê nêzikatiyê li dijî gelê xwe û tevgera me ya siyasî weke heqaretê dibînim û red dikim. Heyeta we ya dadgehê neçare ku vê heqaretê sererast bike. Ger ku dadgeha we sed sal cezayê girtîgehê li min bibire jî di xema min de nîne. Ger ku di biryarê de hûn tenê carekê jî peyvên Kurd û Kurdistanê bi kar bînin, dê der barê dadgeha wê de serlêdana sûc bikim. Gelo ma min li hemberî nasnameya we, li hemberî netew an jî baweriya we heqaret kiriye? Ez nikarim bikim. Ji ber ku ev yek bêrêzî û bêheysiyetî ye. Yê ku vê dike jî bêrêz e.
 
BELÊ KURDISTAN HEYE Û WELATÊ MIN E
 
Belê Kurdistan heye. Min di danişînên din de jî got. Ne ji ber ku Bînalî Yildirim û Tayyîp Erdogan wisa gotiye, ne ji ber ku Sûltan Sencer navê wê nivîsandî ye, ne ku ji ber ku Mîr Bedirxan begê Kurdistanê bû yan jî ne ji ber ku di Osmaniyan de eyaleta Kurdistanê hebû em dibêjin Kurdistan heye. Ji ber ku di hêla dîrok û erdnîgariyê de rastiyeke, Kurdistan heye. Hûn û dozgerên we bi milyonan caran biryaran bidin jî Kurdistan her heye. Navê erdnîgariyekî ye û welatê min e. Beşeke mezin a erdnîgariya Kurdistanê jî dikeva nava sînorên dewleta Komar Tirkiyeyê. Ji ber ku di sala 1935’an de Kurd û Kurdistan hate înkarkirin, ji ber ku van beredayên qaşo ji xwe re digotin profesor û pirtûka vê înkarê nivîsandin û ehmeqiya ‘hemû cîhan ji tirkan bûye’ di dibistanan de weke ders didan û piştre jî li ser serê me weke mamoste û rayedarên dewletê hatine tayînkirin ev tişt gotine, em ne mecburin van tiştan qebûl bikin. Em ne mecburin ku van heqaretan qebûl bikin.
 
ZIMAN Û NETEW RÛMETA MIROVÎ YE
 
Tu dikarî bibêjî Rumelî lê tu nikarî bibêjî Kurdistan. Tu dikarî bibêjî Turkmenelî lê belê tu nekarî bibêjî Kurdistan. Gelo ma tiştekî wiha heye? Ger ku em bixwazin Kurdistanê weke parçekirinê an jî weke dewleteke cuda destnîşan bikin, dê ji we netirsîn. Wê demê dê derkevin û yek bi yek bînin ziman. Kurdistan navê erdnîgariyekî ye. Li Kurdistanê gelemperî kurd lê dijîn. Ji ber ku di temamiya dîrokê de dewleteke ku temamiya sînorên Kurdistanê bigire nava xwe nehatiye damezirandin, sînorên wê yên siyasî nînin. Sînorên wê yên civaknasî û erdnîgarî hene. Bi dehhezaran salin ku kurd li herêma Zagrosê ku di roja me de Kerkûk, Hewlêr bi taybet jî herêma ji Silêmaniyê heta Amed û Cizîrê digire nava xwe, jiyane. Ev rastî hem di dîroka nivîskî û hem jî di ya devkî de heye. Gelo ma ji ber ku dozgerê Xarpêtê wiha dixwaze em ê dev ji vê rastiyê berdin? Lê biborin lê ez Kurd im. Bi hezaran salan di girtîgehê de bimînim jî ez Kurd im. Ez weke kurdek ketim girtîgehê û dê weke kurdek ji vir derkevim jî. Ez kurdekî neteweperest nînim. Ji bo kurdên neteweperest jî rêza min heye. Biborin lê ji kesên henekên xwe bi kurdbûna min dikin jî aciz dibim. Ez dema ku kesên ji ber peyvên Kurd û Kurdistanê min bi sûcdariya parçekirinê tewanbar dikin dibînim, ji wan pir aciz dibim. Ez jî vê qebûl nakim. Hinekî xwe bixin cihê me. Gelo ger ku yek henekên xwe bi nasnameya we ya nijadî, bawerî û bi mezhebî bike hûn ê çi bikin? Ev mijar, mijara rûmetê ye. Nasnameya ziman û neteweyê, rûmeta mirov e. Em wiha ji dayik bûn ma em çi bikin? Ez naxwazim vê yekê biguherînim û nahêlim ku tu kes ji bo guherandina vê yekê mudaxale jî bike.
 
RÊYA ÇARESERIYÊ YA TIRKIYEYÊ XWESERIYA DEMOKRATÎK E
 
Rêya çareseriya Tirkiyeyê, xweseriya demokatîk e. Dikarin rejîma yekzilamî, faşîzm û dîktatoriyê bi referandûma makeqanûnê bi darê zorê bi gel bidin qebûlkirin lê Selahattîn Demîrtaş nikare di mîtîngekî de xweseriya demokratîk biparêze. Di esasê xwe de yên ku niha Tirkiyeyê birêve dibin, sûcên herî mezin dikin. Makeqanûn li bin pêya ne. Ya ku niha bi awayekî fîîlî di meriyetê de, nemakeqanûnî ye. Hikûmet fermanan dide darazê. Bi dehezaran kes li ser fermana hikûmetê bi awayekî derqanûnî ji kar tên derxistin. Bi rêya darazê zextê dikin. Bi hezaran akademîsyen ji ber ku gotin; ‘Em şer naxwazin’, ji akademiyan hatin derxistin û daraz jî li van cezayan dibarîne. Ev û yên ku rêveberiya hikûmetê dike sûc nînin lê belê ji ber ku Selahattîn Demîrtaş di sala 2013’an de di axaftineke xwe de peyva Kurd û Kurdistan ê bikaranîne, sûc kiriye, dê bigirin û bi salan ceza bidin. Feraseta we ya edaletê ev e? Ev şermezarî ye.”
 
‘DADGEHA WE MAKEQANÛNÊ NAS NEKE’
 
Demîrtaş destnîşan kir ku axaftinên mîna van li Meclisê jî kirine û ev yek jî li gorî qanûna 83/1’an di çarçoveya ‘Neberpirsî’ tê nirxandin. Demîrtaş parastina xwe ya der barê fezlekeya 25’an de wiha bi dawî kir: “Dadgeha we makeqanûnê nas nake. Ji ber vê jî dê qala wê mijarê nekim. Ev nêrîna min a siyasî ye. Min li parlamentoyê tiştek û li derveyî parlamentoyê tiştekî cuda negotiye. Min her tim hewl da ku nûnertiya xeteke siyasî ya birêgez û domdar bikim. Tu eleqeya axaftina min a li Qereqoçanê bi tundî, propagandaya rêxistinê, zêrandina gel a ji bo kîn û dijminatiyê û pesindayîna sûc û sûcdar re nîne. Ev bi temamî xefikekî siyasî ye. Ji bo ku di dîrokê de cih bigire ez van derbasî girtekan dikim. Bi vê yekê re ez parastina xwe ya têkildarî fezlekeya bi jimar 25’an bi dawî dikim.” 
 
 

Sernavên din

20/07/2019
09:03 Helbesta du helbestvanan can daye kilama wê
09:03 Parêzvanên mafên mirovan: Divê muxalefet ji bo hiqûqê bang li dewletê bike
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2019'AN
19/07/2019
17:13 Fermandarê Cendermeyan a Bedlîsê di êrîşê de hat kuştin
17:05 Nobeta Edaletê li Wanê ye: Heta dewleta hiqûqê pêk neyê dê nobet xilas nebin
16:09 Rewşenbir akademisyen û rojnamegeran bang kir: Huseyin Aykol berdin
16:01 HDP: Şoreşa Rojava rêyek din nîşanda
15:54 Komîteya Amadekar: Werin em bi hev re li dijî şer qîr bikin
15:05 Afîşên Kurdî yên qeyûm rakiribûn, dîsa pê ve hatin kirin
15:05 Mizrakli û Yilmaz bersiv dan derewên derbarê mizgeftan de: Yên qadên mizgeftan kirine cihê bazirganiyê beton rijandin qada hêşînayî
15:03 ÎHD: Di 10 salan de 36 welatî bi maşîneyên zirxî hatin kuştin
14:40 Li Lîcê ji ber bombebaranê ewlehiya mirovan tune ye
14:27 TJA'yê dest bi kampanyeya 5 mehan kir: Ji bo azadiyê rabe ser piyan
14:10 Dadgeha Îstînafê biryara der barê Kişanak û Tuncel de xera kir
13:54 KCD'ê Şoreşa Rojava pîroz kir û Komkujiya Pirsûsê şermezar kir
13:08 Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir
12:33 Rojnameger Bîlen: Parvekirina min ne heqaret e, rexne ye
11:53 Jinên hilberînerên Hevselê daxwaza bazarê kirin
11:38 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:10 Li Balafirgeha Stenbolê çek hatin dîtin
11:10 ‘Darbeya sivîl a AKP’ê OHAL didome’
11:03 Cezayê Zûhal Olcay erê kirin
10:59 Rojên Fîlmên Jinan a Gerok rastî eleqeyek mezin tê
10:49 Di girtîgehê de ji bo zarokan pirtûka ‘Damlayan Masallar’ derxistin
10:20 Turîstên ji ber ala Kurdistanê hatin lînçkirin, hatin der sînor kirin
10:14 Hevjîna Cemîl Yildiz: Ger ku Pirsûs ronî kiribûna wê komkujiyên din nebûya
09:12 Li Kurkçulerê girtî li dijî zext û zoriyan li ber xwe didin
09:11 Dema hişkirina zebzeyan dest pê kir
09:10 Bûlût: Polîtîkaya 200 sal in bi ser neketibe niha jî bi ser nekeve
09:09 Tenê 2 sal û 9 meh ceza li polîsê ku welatiyê 85 salî kuşt birîn!
09:08 Xaniyê wî şewitandin, hevjîna wî kuştin û îşkence kirin, lê dozger got 'pêdivî bi teqîbatê' tune ye!
09:08 Sewalkar ji ber kêmbûna çêrê ketine heyra çêra pezên xwe
09:07 Avahiyên ermeniyan ên li Çewligê yeko yeko hildiweşin
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2019'AN
08:44 Balafiran şevê din wargeha Mexmûrê bombe kirin
01:03 Wargeha Penaberan Mexmûr tê bombebarankirin
18/07/2019
16:51 Derbarê 5 parlamenteran de fezleke hat amadekirin
16:41 HDP'ê hevşaredarê nû yê Erdîşê diyar kir
16:41 Serokên 17 baroyan li Heskîfê kom bûn: Dest ji avakirina bendavê berdin
16:27 Guven: Axaftina min ji mexseda xwe hatiye dûrxistin
15:58 ÎHD: Di bin çavan de laçika Merve Demîrel bi zorê ji serê wê derxistin
15:45 Konê teziyê yê Coşkûn qedexe kirin
15:19 Li Balikesîrê di malekê de tûp teqiya: Kesekê jiyana xwe ji dest da
15:18 Karkerên 2 mehin meaşê xwe nagirin çalakî li dar xistin
14:32 Ayaz û Nûpelda li herêma eskerî jiyana xwe ji dest dan
14:25 ‘Paqijkirina deh hezaran mayînan erka sincî û wîcdanî ye'
14:18 Ji bo tevlîbûna mîtînga 'Li dijî şer çareseriya demokratîk' bang kirin
14:11 Dolmîşa koçberan qulipî: 10 kes mirin û 25 kes birîndar bûn
14:05 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:59 Rojnameger Evren nehat berdan
13:29 Hevserokê HDP’ê yê Qaxizmanê hat girtin
13:28 4 kes li Xerabê Bava hatin binçavkirin
13:25 Li Amedê qeza: 2 jê zarok 5 kes birîndar bûn
13:03 Dozger xwest Kaftancioglu bê cezakirin û ji mafên siyasî bê mehrûmkirin
12:54 Li Tarsûsê girtiyek dawî li jiyana xwe anî
12:41 Li Sûriyeyê dê gel salvegera şoreşê pîroz bikin
11:25 Karkerê înşaetê ji qatê 15'an ket û jiyana xwe ji dest da
10:50 Polîsan ciwanê HDP’î bi guleyên plastîk birîndar kir
10:46 Di civîna MÎT û ENKS’ê ya li Efrînê de çi niqaş kirin?
10:39 HDP'ê wê li 5 herêman mîtîngê li dar bixe
10:00 Serokê Meclîsê gotina 'Bajarê Kurdan' qibe dît
09:54 Belgefîlma ‘Efsaneya Yaşar Kemal’ li Amedê hat pêşandan
09:47 Miftîtiyê bi awayekî qaçax li ser erseya şaredariyê mizgeft çêkir!
09:12 Siyasetmedarê ermenî Akhoyan: Divê siyasetmedar dev ji zimanê nefretê berdin
09:11 Bi saya pûl û dermanan dijîn
09:09 'Piştî komkujî pêk hat tevdîr hatin girtin'
09:07 Ji ber li def û zirnê xistibûn hatibûn girtin, piştî sê salan beraat kirin
09:06 Dayika Sîbel: Keça min hatiye kuştin
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2019'AN
17/07/2019
16:23 Dadgehê di doza Dink de biryar da
15:35 Leyla Guven gora Zulkuf Gezen ziyaret kir: Sibeya me roni kir
15:23 Li Hewlerê êrîş li dijî karmendên Konsolosxaneya Tirkiyeyê pêk hat
15:06 Li Ege 146 koçber hatin binçavkirin
14:56 Turkdogan: Pêdiviya Tirkiyeyê bi destûrek bingehîn a demokratîk heye
14:17 Xwestiye ji bo tamîrê biçe Kobanê lê ji Pirsûsê venegeriya
14:14 'Bi lêdanê em der sînor kirin’
14:12 HDP’ê ji bo zarokên li Dersîmê jiyana xwe ji dest dan daxuyanî da
13:33 Di doza Ozgur Gundemê de ji bo 7 kesan ceza hat xwestin
13:32 Walîtiyê tabelaya navê Dr. Îlhan Dîken daxist
13:28 Mamosteya nehat tayînkirin dawî li jiyana xwe anî
12:48 Demîrtaş: Ez Kurd im û welatê min Kurdistan e
12:47 Di doza Ozgur Gundemê de Fîncanci, Onderoglû û Nesîn beraet kirin
12:46 Şoreş li Rojava 7 salî ye
11:54 Dolmîşa kerkeran li Çanakkale qeza kir: 17 karker birîndar bûn
11:52 Firotina xaniyan pir kêm bûye
11:30 Bernameya Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzurê eşkere bû
10:39 Çavkanîya helbest û qesîdeyên Feqî: Ava Miksê
10:27 Derbarê rojnameger Demîr de lêpirsîn hat destpêkirin
10:08 Lêkolînerê Lubnanî: Tirkiye gihîştiye dawiya rê
10:07 Rojên Şanoya Gerok a Zarokan” dest pê dike
09:59 Hevserokê HDP'ê yê Kaxizmanê binçav kirin
09:57 ‘Pereyê li şer xerc dikin li perwerdehiyê xwerç bikin'
09:09 Polîs li Êlihê ciwanan dijfermî binçav dikin û sîxurtî li wan tê ferzkirin
09:09 Danişîna biryargirtinê ya doza rojanmevan Evren sibê ye
09:06 2 sal in li benda neqilkirina gurçikê ye
09:05 Wê Gever, texrîbatên qeyûm pêkve ji holê rabike
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2019'AN
16/07/2019
17:09 Girtiyê nexweş Başaran: Eskerê li min da wergirtina rapora min asteng kir
16:27 HDP’iyên li Qereyazi hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:14 Forma ‘Kurdistan’ li ser nivîsandîbû xistin ber lêpirsînê