STENBOL – Welatiyên li Stenbol dijîn bertek nîşanî operasyona dersînor dan û ji hikûmetê xwest ku pereyên li şer xerc dikin bila li perwerdehiyê û tenduristiyê xerç bikin.
Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) di 27'ê Gulanê de li dijî Herêma Kurdistana Federe operasyona bi navê "Pençe" li dar xistin. Li gel ku bi balafirên şer û helîkopteran ji hewayî de bi hevkariya esker û pêşmergeyan operasyon li dar xist jî heta niha encama dixwaze bi dest nexistine. Li dijî operasyona esserî ya dervê sînor gelê Stenbolê bertekên xwe anîn ziman û xwest pereyên li şer xerc dikin li perwerdehî û tenduristiyê xerc bikin.
Welatî Mesut Agbayir diyar kir ku her tiştî zem dikin û jiyan êdî pir buha bûye û wiha got: "Çima keda mirovan li şer xerç dikin. Kijan şer be ne girîn e. Şer şer e. Li her çar aliyê cîhanê şer zerarek mezin dide aborî û tenduristiya mirovan. Divê şer bi dawî bibe û pereyên li şer xerc dikin li perwerde û tenduristiyê xerc bikin."
‘KURD Û TIRK BI SEDAN SALAN BI HEVRE DIJÎN'
Welatî Yahya Unver jî anî ziman ku herî zêde niha pêwistî ji aştiyê heye û di serdema ku pêwistî bi aştiyê heye pere li şer xerc dikin û operasyonên dersinor didin destpêkirin. Unver, da zanîn ku ev operasyon gel dikin 2 perçe û wiha got: "Dagirkirina axa kurdan şaş e. Gelê Kurd û Tirk xwiş û bira ne. Em ji aştiyê re dibêjin erê û ji şer re dibêjin na."
'BILA MIROV NEYÊN KUŞTIN'
Welatî Mehmet Bozkurtlar jî anî ziman ku ji ber demek dirêj di nava gelê Kurd û Tirk de şer heye bi sedan mirov hatin kuştin û xwest êdî mirov neyên kuştin û wiha got: "Em naxwazin di operasyona ‘Pençe’ de mirov bên kuştin. Em dibêjin ji şer re na û ji aştiyê re erê. Ez dixwazin vî dengê xwe li hemû cîhanê belav bikim. Bila ev operasyon bi dawî bibin."
Turan Demîrcî jî anî ziman ku dema şer hebe mirov bi çekan hev dikujin û wiha got: "Bila li cîhanê şer tune be. Bila biratî û aştî hebe."
Welatî Îlker Ekîn jî xwest pirsgirêk bi rêya diyalogê çareser bibin û kes neyê kuştin û wiha got: "Divê rêya diyalogê pêş bixin."