ÊLIH - Tê gotin li hin taxên Êlihê, polîs bêyî in ciwanên sivîl binçav bike wan li wesayîtên sivîl û zirxî siwar dikin û wan dibin derveyî bajêr û bi beramberiya pereyan "sîxurtiyê" li wan ferz dikin û bi mirinê gefan li wan dixwin.
Tê diyarkirin ku li taxa Cûdî, Petrolkent, Baglar û 19 Mayisê, polîs bêyî bi awayekî fermî ciwanên temenê wan di navbera 16-20 salan de ne binçav bikin binçav dikin û bi beramberiya pereyan "sîxurtiyê" li wan ferz dikin.
WAN REVANDIN Û BIRIN DERVEYÎ BAJÊR
Li gorî agahiyên şêniyên taxê dan, nzêî 3 meh in polîs ciwanên temenê wan di navbera 16-20 salan de ne li wesayîtên zirxî û sivîl siwar dikin û dibin derveyî bajêr. Ciwanên li wesayîtên bi markeya ranger, hûndaî û ford ên plakeyên wan 21 û 72 ne tên siwarkirin, pêşî bi awayekî fizîkî tahde li wan tê kirin.
GEFAN LI WAN DIXWIN
Lig orî tê gotin, polîs bi beramberiya pereyan sîxurtiyê li ciwanan ferz dikin û ciwanên vê yekê qebûl nakin jî bi mirinê gef li wan tên xwarin. Hat destnîşankirin li Taxa Cûdiyê li baxçeyê Petrol Lîsesiyê ji ber ciwanekî teklîfa polîsan qebûl nekiriye polîsan çek spartiye serê wî.
Tê gotin, ciwanên tê revandin, tên derbkirin û mirinê gef li wan tên xwarin li derekî tena yê bajêr tên berdan û ciwan ji wê derê vedigerin malên xwe. Tê bilêvkirin ku polîs peyaman ji telefonên ciwanên tên berdan re dişînin û gefan li wan dixwin. Ciwanên ku polîs telefonî wan dikin û wan vedixwînin xwarinê, wexta teklîfa polîsan qebûl nakin gef li wan tên xwarin.
Her wiha tê gotin dema polîs ser ciwanan sehî dikin, ji ciwanên pere li ser wan tune ye re dibêjin "mesela niah diviya bi hezaran lîre pere di bêrîka te d ehebûna, tenê tu agahiyan bide me." Dîsa tê gotin ji ber vê rewşê êdî ciwan newêrin telefonê jî bi kar bînin. Tê diyarkirin ku li taxê rewşên bi vî rengî gelek in û hin ciwan vê rewşê ji malbatên xwe re dibêjin hin jê jî newêrin bêjin.
MA / Metin Yoksu