AMED - Wê sibê danişîna biryargirtinê ya doza rojnamevan Kîbriye Evren ku 9 meh in di Girtîgeha Tîpa D a Amedê de ye pê.
Rojnamevan Kîbriye Evren, di 9'ê Cotmeha 2018'an de li Amedê hatibû binçavkirin û paşê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatibû girtin. Sibê danişîna biryargirtinê ya doza Evrenê wê li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê pêk bê.
Parzer Pîrozhan Karalî, der barê dozê de axivî û diyar kir ku muwekîla wê ji ber îfadeyên şahidên nepen, fealiyetên rojnamevaniyê, hevdîtina bi jêderên nûçeyan, şopandina daxuyaniyên çapemeniyê û geştên derveyî welat bi "endamtiya rêxistinê" tê atwanbarkirin. Karalî, destnîşan kir ku tiştên muwekîla wê pê tê tawanbarkirin bê delîl in û diviya beraat bikirana.
Karalî, bal kişand ser biryarên Dadgeha Bilind û got: "Biryarên Dadgeha Bilind hene ku îfadeyên şahidên nepen bi tena serê xwe nikarin bibin delîl. Di dosyeyê de delîleke tu îfadeyên şahidin nepen jî tune ye. Fealiyetên rojanmevaniyê wekî fealiyetên rêxistinê hatien nirxandin. Halbûkî tiştên muwekîla min pê tê tawanbarkirin hemû fealiyetên rojnamevaniyê ne û di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de ne." Her wiha Karalî, diyar kir ku di warê azadiya fikr û ramanê de biryarên emsal ên Dadgeha Mafên Mirovan ên Ewropayê (DMME) hene û divê ev biryara esas bên girtin.
Karalî, destnîşan kir ku divê muwekîla wê beraat bike.