* Şaredariya Geverê ku qeyûm 680 milyon TL deyn xistiye stuyê wê, 3 meh in nikare meaşê karkerên xwe bide. Hevşaredar Îrfan Sari, bang li her kesî kir ku bi dildariyî tev li nav xebatên şaredariyê bibin û got, ew guh didin gel û hewl didin pêkve texrîbata hatiye çêkirin ji holê rabikin.
* Li Amedê, dayika 3 zarokan Guzel Avînç 2 sal in li benda neqilkirina gurçikê ye. Avînç, got ew dixwaze ji bo zarokên xwe bijî.
* Parlementerê berê yê Parlementoya Ermenîstanê Aragats Akhoyan ku bi salan e ji bo çanda gelên Tirkiyeyê û gelê ermenî bigihê hev dixebite, bilêv kir ku divê siyasetmedar ji zimanê nefretê dûr bikevin û got: "Siyasetmedar ne ji bo xirabkirina têkiliyan, ji bo başkirina têkiliyan hene."
* Tê gotin Cîgirê Şaredarê Şaredariya Çewligê yê berê yê AKP'î Mûhîttîn Bûkan ku hatibû binçavkirin û paşê hatibû berdan, serekê çeteya fuhûşê ye. Endama DÎK'ê Hatîce Kavran jî bi bîr xist ku maça futbolê ya zarokên keç cimaeta mizgeftê nerihet kiriye û ji ber bêdengiya bajêr a ji bo çeteya fuhûşê şêniyên bajêr rexne kir.
* Wê sibê danişîna biryargirtinê ya doza rojnamevan Kîbriye Evren ku 9 meh in di Girtîgeha Tîpa D a Amedê de ye pê.
* Tê gotin li hin taxên Êlihê, polîs bêyî in ciwanên sivîl binçav bike wan li wesayîtên sivîl û zirxî siwar dikin û wan dibin derveyî bajêr û bi beramberiya pereyan "sîxurtiyê" li wan ferz dikin û bi mirinê gefan li wan dixwin.
* Derket holê ku Miftîtiya Mêrdînê, di dema qeyûm de li erseya şaredariyê mizgeft çêkiriye. Miftîtiyê, ji şaredariyê xwest erseya ku bi awayekî qaçax mizgeft lê hatiye çêkirin tahsîsî wan bê kirin.
* Lêkolîner û nivîskarê Lubnanî Enîs Nakkaş diyar kir ku çareseriya dawîn a li Sûriyeyê dê di nava mutabakata welatên herêmê de pêk were derbas dibe û polîtîkaya Tirkiyeyê ya têkildarî Sûriyeyê û herêmê jî gihîştiye dawiya rê.
* Danişîna doza Nobedarê Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Şebnem Korur Fincanci, Erol Onderoglu û Ahmet Nesîn wê li 23'emîn dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.30)
* Danişina doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş wê li 19'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê berdewam bike. (10.00)
* Danişîna doza 9 bersûcên cînayetê Gerinendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dink wê li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bidome. (10.00)
* Danişîna doza gerînendeyên Giştî yên Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyin Aykol û Eren Keskin û midûra rojnameyê Reyhan Çapan wê li 13'emin Dadgeha cezayên giran a Stenbolê bidome. (10.30)
* Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskin, parazvanê mafên mirovan Akın Birdal û Rojnameger Ayşegul Doganay wê panela "Li Tirkiye mafên mirovan û aştî" li dar bixin. (18.00)