RIHA – Hevserokê SES'a Rihayê Mehmet Cevher Ozturk, piştî qedexeya derketina derve dan wî serbest hat berdan.
Hevserokê Sendîkaya Karkerên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) yê Şaxa Rihayê Mehmet Cevher Ozturk bi îdiaya alîkarî daye şervenên YPG/YPJ'ê yên li Rojava anîne, hatibû binçavkirin. Piştî derxistin Edliyeya Rihayê serbest hat berdan.
Ozturk ê di 14'ê Mijdarê de hat binçavkirin, bi îdiaya "Alîkarî daye birîndarên Kobanê" îfadeya wî hat girtin û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Ozgurk ji ber heman îdiayê îfade da dozger û qedexeya derketina derveyê welat dan Ozturk û ew serbest berdan.