250 parêzer ji bo hevdîtina bi Ocalan re dê serlêdan bikin

  • rojane
  • 15:39 22 Mijdar 2017
  • |
img

STENBOL – Di pêşengiya Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz (OHP) de 250 parêzeran bi armanca bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin, dê sibê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bidin. 

Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz, (OHP), der barê daxwaza hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û serlêdana Serdozgeriya Komarê ya Bûrseyê de li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk anîn. Li salonê parêzerên ku endamê OHP’ê, Nûnerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Endamê Buroya Hiqûqê ya Bindestan, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem ên bi KHK'ê hatin girtin Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî û Prz. Ercan Kanar amade bûn. Parêzeran, li salona ÎHD'ê pankarta “Ji pergalê Îmraliyê re bes e" vekirin. 
 
‘EM DÊ JI BO 250 PARÊZERAN SERLÊDAN BIKIN
 
Li ser navê Buroya Hiqûqê ya Asrin, Rezan Sarica, diyar kir ku li ser banga OHP'ê li he kom bûn û wiha got: “Em dê sibê li ser navê 250 hevalên xwe yên parêzer wekî Buroya Hiqûqê ya Asrînê ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin em dê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bidin. Xebata me ya bingehîn a serlêdanê, helwesta li dijî tecrida li Îmraliyê ye. Em vê tecrîdê qebûl nakin. 6,5 salin parêzer nikarin biçin bi Ocalan re hevdîtin bikin. 14 mehin malbat nikarin biçin bi Ocalan re hevdîtin bikin û tu agahî jê nagirin. Heta niha serlêdanên me bi hinceta OHAL'ê red dikin. Em bi vê serlêdanê dixwazin ji ber hewldanên Ocalan ên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiye li cem Ocalan cihê xwe bigirin. Em dixwazin nîşan bidin ku li cem hewldanên wî ne." 
 
‘HEMÛ MAFÊ OCALAN HATIYE RAGIRTIN'
 
Li ser navê parêzeran Rêvebera OHP'ê Prz. Raziye Turgut daxuyanî da. Turgut, destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan û 3 girtiyên din ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê roj bi roj girantir dibe û ev yek nayê qebûlkirin û wiha got: "Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha nikarin hevdîtinê bikin. Ji 5'ê Nîsana 2015’an heta niha heyet nikarin hevditin bikin. Ji 11'ê Îlona 2016'an heta niha malbat bi tu awayî nikarin agahî bistînin. Herî dawî piştî çalakiyên demokratîk û li Amedê 50 kes ketin greva birçîebûnê Mehmet Ocalan di 11'ê Îlona 2016'an hevdîtin kir û ji wê demê heta niha kes tu agahî jê nagire. Ji wê demê heta niha kes ne dikare bi Ocalan re û ne jî dikarin bi girtiyên din Omer Hayri Konar, Veysi Aktaş û Hamili Yildirim re hevdîtin bikin. Heta 21'ê Tîrmeha 2016'an, her dem bi hincetên 'keştî xerabe ye', 'muxalefeta hewayê heye' serlêdan dihatin asteng kirin. Piştî OHAL hat îlan kirin bi sedema OHAL heye serlêdan tên redkirin. Lê di biryarnameya OHAL'ê de tiştekî wisa tune ye. Tu sedem û astengiya ku rê li pêş parêzerê girtî û hikûmxwar bigire tune ye. Ne di biryarnameya OHAL'ê de û ne jî di KHK'yan de tu astengî tune. Ev bê hiqûqî ye. Ev ne li gorî zagonan e. Biryarek fîîlî wekî biryara zagonî datînin pêş me. Niha hiquq hatiye binpêkirin. Bi vî şiklî hiqûqa neteweyî û navneteweyî hatiye îhlalkirin. Mafê malbat, parêzeran hatiye astengkirin. Havê hevditin, ragihandin û darizandina adîlane tev hatiye binpêkirin. Hemû mafên hiqûqî ku zagon, hiqûqa gerdûnî nas dike tev bi awayekî keyfî hatine asteng kirin. Ev pêkanînên li dijî hiqûqê zerarê didin pîvanên civaka demokratîk. Dibe ku ev rêbaz ji bo hikûmetê hêsan be. Lê demokrasî û mafê mirovan dikeve bin piyan. Em vê tecrîda ku ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha li ser Ocalan û parêzerên Ocalan didome qebûl nakin. Em dîsa daxwaza ku bi Birêz Ocalan û girtiyên li Îmraliyê re tînin ziman." 
 
TECRÎDA HERÎ KIRAN LI SER OCALAN E 
 
Parêzer Ercan Kanar jî destnîşan kir ku di cîhanê de li ser 2 kesan tecrîda herî giran tê meşandin û yek ji vana Ocalan e û wiha axivî: "Îmzeyên ji bo azadiya Ocalan hatin komkirin ji îmzeyên ji bo Mandela hatin komkirin bêtir bûn. Di sala 2015'an de li Salona Civînê ya Cezayir ji bo Ocalan  civîn hat lidarxistin. Me wê demê daxwazên xwe anîbû ziman. Hêj daxwazên me nehatine qebûlkirin. Tecrîda li ser Ocalan sûcê mirovahiye ye. Tecrîda li dijî zagonan tê meşandin. Xala 3'emîn a DMME'ê hatiye îlhalkirin. Li gorî me xala duyemîn jî hatiye îhlalkirin. Tecrîda dem dirêj 'korîdora mirinê' ava dike. Ji ber vê yekê divê bi lezgîn tecrîd bi dawî bibe." 
 
TECRÎD HATIYE ASTA ÎŞKENCEYÊ 
 
Endama EHB'ê Kader Tonç jî anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan tê meşandin gihiştiye asta îşkenceyê û wiha got: "Ji bo tecrîd bi dawî bibe em hemû parêzer dê di nava hewldanan de bin. "
 
Hevseroka ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî anî ziman ku wekî parazvanê mafên mirovan ji bo tecrîd bi dawî bibe dê di nava hewldanan de bin û xwest demek berî demekê tecrîd bi dawî bibe. Yolerî, anî ziman ku civak di ferqa vê yekê de ye û her kes pirsa 'Li wir çi dibe?' dipirsin. Yolerî anî ziman ku ya pêşeroj û nerîna wan diyar dike tecrîd e û wiha gto: "Kesê ku Gelê kurd wî wekî rêberê xwe qebûl dike di bin tecrîdê de be zerarê dide hewldanên aştiyê. Zerarê dide fikrê û pêşeroja hemû civakê. Ji ber vê yekê divê tecrîd bi lezgîn bi dawî bibe." 
 
Sibê 250 parêzer dê di saetên serê sibê de bi riya  Buroya Hiqûqa Asrînê ji bo bi Ocalan re hevdîtin bikin dê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bidin. 
 

Sernavên din

22/11/2017
19:29 Maşîna zirxî ya polîsan zarokeke din birîndar kir
17:14 Jinan banga tevlêbûna mîtînga 25'ê mijdarê kirin
16:53 Malên Elewiyan ên Meletiyê îşaret kirin
16:28 ‘Mahîr Kiliç li dijî neheqiyê têdikoşe'
16:27 Hevserokê SES'ê Ozturk serbest hat berdan
15:39 250 parêzer ji bo hevdîtina bi Ocalan re dê serlêdan bikin
15:36 Polîsan îfadeyên bi nakok dan: Bersûc nas dike, şahid nas nake
15:19 Cenazeyê HPG’î Kaplan 75 roj şûnde hat definkirin
15:13 Polîsan hemû çalakvanên Yukselê binçav kirin
15:02 Ji bo jinên girtî kartên 25’ê Mijdarê şandin
14:44 Di 365 rojan de 365 mafên zarokan hatin binpêkirin
14:21 ÎHD: Îşkence li parêzer Îsteklî kirine
14:10 ‘Tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser jinê ye’
14:02 Beriya Zarrab îtîraf bike Îbrahîm Kalin mikur hat
13:56 Rojnameger Keleş: Hatim berdan lê ne azad im
13:33 Cezayê Encu yê ‘propagandayê’ vedigerînin 'endamtiyê'
12:45 ‘Ji kuçeyên Stenbolê heta kuçeyên Amedê em ê têbikoşin’
12:41 Cezayê pere yê li Keskîn hat birîn bû 105 hezar TL
12:08 'Li Girtîgeha Tekîrdagê binpêkirinên mafan gelekî zêde ne'
11:59 HDP: 900 DAIŞ'î çûn ku?
11:28 Malbatên 10’ê Cotmehê: Heya kujer bên darizandin em ê têbikoşin
11:13 Aksunger ê CHP'î: Di nava rêxistina Zarrab de mirovên Erdogan hene
11:10 Li girtîgehê jiyana Hz. Muhammed ‘bi taloke û mustehcen’ hat dîtin
11:09 Jinên li Stenbolê: Em bi hemû rengên xwe li Tunêlê bin
11:02 Rojanameya binpêkirinên li Tîpa F a Kirikkaleyê nivîsî hat desteserkirin
10:38 Îdiayeke girîng: Li Enqereyê amadekariyên piştî çûyîna Erdogan tên kirin
10:20 Herî zêde pêşniyarpirsên HDP’ê hatin redkirin
10:12 M.B: Polîsan ez di nava rê de derb kirim
10:11 Soza hilbijartinê bû, lê hat jibîrkirin
09:46 ‘Tawana cam bedewiya Kela Behlul Paşa xera kir'
09:43 Şer li Qerqamişê betalî û koçberî zêde kir
09:43 Karkerê 12 salî: Ji bo xeyala xwe dixebitim
09:42 Tirên, gar, behr, keştî û pirtûk li gel hev in
09:41 6 roj şûnde hayê emniyetê ji mirina Dayika Taybet çê bûye!
09:33 Bi atolyeyê xêzkirina wêneyan fêr dikin
09:33 Evîna 40 salan: Kevok
09:29 Ocalan: Ger deriyê Îmraliyê vebe dê hemû kes rehet bibin
09:28 Rojava ji bo cîhanê dibe mînak: Kota rabû temsîlyeta wekhev heye
09:21 Li Colemêrgê di 2 salan de 132 nexweşên penceşêrê zêde bûn
09:20 Jinên karker: Li malê zextên mêr, li zeviyê zextên çawûş
09:00 ROJEVA 22'Ê MIJDARA 2017'AN
07:25 Harîrî vegeriya Lubnanê
21/11/2017
18:47 Hevserokê HDP’ê yê Mahsertê hat girtin
17:37 Rojnameger Keleş û Aslan 8 meh şûnde hatin berdan
15:41 Rojnameger Keleş û Aslan 8 meh şûnde derxistin dadgehê
15:16 11 cenaze li goristana bêkesan hatin definkirin
14:46 Têkildarî teqîna Mêrsînê 3 kes hatin girtin
14:45 KESK: 21 hezar û 409 jin hatin îxrackirin
14:24 Li ser kevirê goran navê nasnameyê jî jê birin
14:08 Îrmez: Dê ji ber bêhurmetiyê lêborîn bê xwestin
13:57 Dozger: Hatiye darpkirin lê sivik e
13:08 Malên êzidiyan mohr kirin û gef li wan xwarin
13:02 Li 12 gundên Farqînê qedex rabû lê gundî bi fikar in
13:01 Malbatên DAIŞ’ê: Weke ku biçin çarşiyê di sînor re derbas kirin
12:33 3 sal û mehek ceza dan rojnameger Guven
12:15 Ji bo zarokan jî carnan tiştên baş dibin!
11:48 Doza aktîvîsta TJA Ata hat taloqkirin
11:36 Parêzerên Ocalan cara 706’emîn serî li dozgeriyê dan
11:31 Niha jî Sûr kirin qada tiryak û fihûşê
11:24 Dadgehê xwest doza Demîrtaş neqlî bajarekî din bikin
11:23 Polîsan bi ser avahiya HDP’ê de girt
11:22 Dema dixwazin dibe: Cenazeyê Eroglu di rojekê de dan
10:58 Dîmenê polîsan Soylu derewand: Êrîşkar 'ermenîno' diqîrin
10:22 Yegîn: Li Katalonyayê grev diyarker in
10:21 Li Pasûrê qedexe hat rakirin
10:21 Navenda Jinên Ciwan a Şehît Bêrîvan a Şengalê vebû
09:30 Hîn jî kebaba eşqiyayan ango kebab caxê tercîha ewilîn e
09:29 Di 24 salan de 11 caran hat sirgûnkirin
09:05 Polîsan sîxurtî lê ferz kir: Em nabêjin neçe HDP’ê, lê alîkariya me bike
09:05 Bi salan keça xwe parast, lê nikaribû…
09:04 Kovar û cilûbergên gelêrî kirin delîla ‘endamtiya rêxistinê’
09:03 Rojnamegeriya ji Dêra Zorê: Armanca me ya sereke jin e
09:02 ‘Herî zêde jin di parastina dewletê de tên kuştin’
09:02 Ji bo bêhna berê ji firingiyan bê, tovê herêmî belaş belav dikin
09:01 Bazidî: 5 meh derbas bûn, lê hîn jî peykerê Xanî nehatiye bicihkirin
09:00 ROJEVA 21'E MIJDARA 2017'AN
20/11/2017
19:02 Serokê AKP’ê yê Mêrdînê îstifa kir
16:23 Encamên Pêşbirka Wêneyan a Onkol aşkera bû
16:09 TDÎ: Ferzkirina nasnameya li ser girtiyan didome
15:42 'Divê mafên zarokan bên parastin'
15:31 Xizmên girtiyan: Dozger fermana îşkenceyê da
15:01 Yildirim: Çiqas 27'ê Mijdarê nêz dibe tirsa hikûmetê zêde dibe
15:00 ÎHD: 135 hezar û 517 zarok teşwîqî sûc kirin
14:42 Polîsan 5 çalakgerên Yukselê binçav kirin
14:32 ‘Zarokên kurd bi zimanê xwe perwerdehiyê nabînin’
14:18 Ji CÎSST û TCPS'ê rapora zarokan: Binpêkirin herî zêde li Sincanê ye
13:50 Lavrov: Temsîla hemû beşên li Sûriyeyê girîng e
12:45 Maşîneya zirxî hestiyên wê şikand
12:35 Karkerê 8 rojin di grevê de ye: Çima 270 karker ji kar derxistin?
12:29 Dadgeha Federal a Iraqê biryara betalkirina referandûmê da
11:45 'Mafê zarokên girtî nayê naskirin'
11:13 Doza Rojnameger Keleş û Aslan sibê ye
11:01 Polîsên 4 sal berê li zarokê 8 salî îşkence kirin hêj serbest in
10:40 Ekolojîst: Ekosîstemê dewrî sermayeyê dikin
10:09 Dadgehê cezayê zarokan xera kir
09:19 'LGBTÎ li her qadê rastî cudakariyê tên'
09:18 Hişyariya qanûna Torbe: Dê derya bibin çol û perav dûr bikevin
09:17 Bertek nîşanî rûxandina goristanan dan: Tehemula hestiyên me jî nakin
09:16 Kujerên Kaymaz bi 13 guleyan kuştin 13 salin serbest in
09:15 Dadger di kuştinên jinan de ‘daxistinên zilamtiyê’ pêk tîne