ENQERE - Komeleya Zarokan a Gundemê ya bi KHK'ê hat girtin, bi sernavê "Di 365 rojan de 365 binpêkirinên mafan" raporek amade kir. Di raporê de hat diyarkirin ku divê zextên di serdema OHAL'ê de demil dest bên dawîkirin.
Komeleya Zarokan a Gundemê berî salekî di 22'yê Mijdara 2016'an de bi hejmara 677 a KHK'ê hat girtin. Her çendî bi ser girtina komeleyê re salek der bas bûbe jî komeleya zarokan xebatên xwe dewam kir û derbarê binpêkirinên mafên zarokan de raporek amade kir.
Rapora bi sernavê "Di 365 rojan de 365 binpêkirinên mafan" hat amadekirin de, rapor bi beşdariya Emrah Kirimsoy û Ezgî Koman ên ji Komeleya Zarokan Gundemê û endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Adan Vural, li Meclisê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Daxuyanî ji hêla Wekîla CHP'ê Şenal Sarihan ve hat dayîn. Di raporê de ev tişt hat gotin: "Ev agahiya nîşeyî zanyarî ya ku ÎHD û TÎHV dê belav bikin, ji hêla Komeleya Zarokên Gundemê ve hatiye amadekirin, di nava 365 bûyerên binpêkirinên mafan de hatine hilbijartin û balê dikişîne ser binpêkirinên mafên mirovan. Ev binpêkirinên mafan bi rêya çapemeniyê hatiye berhevkirin. Wekî we jî dîtiye, piştî Komeleya Zarokan a Gundemê hat girtin jî di 365 rojan de zarok bi şidet, îşkence, îstismar û hemû cure pêkanînên derveyê mirovahiyê re rû bi rû man. Ev binpêkirinên mafan dikaribûn bihatana asteng kirin, lê nehatin astengkirin. Ji ber wê divê hikumet OHAL'a ku tundiyê dide meşandin, divê bi dawî bike û mafê mirovan saz bike."