ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’a Îzmîrê, diyar kir ku li Kahniya Xezalan îşkece li Parêzer Gurkan îsteklî yê OHP’î hat kirin û xwest serbest bê berdan.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a (ÎHD) Îzmîrê, têkildarî Endamê Platforma Hiqûqnasên Azad (OHP) parêzer Gurkan Îsteklî yê di 15’ê Mijdarê li naveçya Kahniya Xezalan a Riha hatin binçavkirin civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li avahiya Şaxa ÎHD’ê hat lidarxistin.
Parêzer Zafer Încîn di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku Îsteklî li Midûryeta Polîsan a Kahniya Xezalan rastî îşkencê hatiye û dûre birine Midûryeta Polîsan a Rihayê. Încîn da zanîn ku wan hevdîtin bi Îsteklî re kir û wiha got: "Ji stû û piştî xwe derp xaribû. Şopên lêdanê li ser canê wî hebûn. Wî sewqî konrtola tenduristiyê ya rojane jî nakin."
Încîn, xwest Îsteklî serbest bê berdan û got ku ew ê serlêdana sûc bikin.