ŞIRNEX – Li Şirnexê jinên beşdarî panela “Tecrîd dê winda bike û azadî bi ser keve” bûn gotin: “Ferqa tecrîda girankirî ya li ser Birêz Ocalan tê sepandin û tundiya li ser jinan tê sepandin ji hev nîne.”
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP’ê bi boneya balê bikişînin tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di çarçoveya kampanya “Tecrîd dê winda bike û azadî bi ser keve” li Şirnexê panel li dar xist. Panel li avahiya Rêxistina Bajêr a HDP’ê ya Şirnexê pêk hat û Hevseroka HDP’a Şirnexê Zeynep Unat, Aktîvîsta TJA’yê Fîgen Ektî û gelek jin beşdar bûn.
‘DIVÊ EM JI BO AZADIYA OCALAN TÊBIKOŞIN’
Di panelê de Hevşaredara Bajarokê Dêrgulê Ozlem Kutlu ya qeyûm tayînî şûna wê hat kirin bal kişand tecrîda ser Ocalan û got: “Birêz Ocalan azadiya jinan dixwaze. Divê em jî ji bo azadiya Ocalan têbikoşin. Ferqa tecrîda girankirî ya li ser Birêz Ocalan tê sepandin û tundiya li ser jinan tê sepandin ji hev nîne. Em jî kesî natirsin. Em têkoşîna sitendina mafê xwe didin meşandin. Em jiyanek bêdesthilatdarî diparêzin.”
Piştî axaftinan panel bi dawî bû.