WAN - Rojnameger Selman Keleş ê hat berdan, binpêkirinên mafên mirovan ên li Girtîgeha Tîpa T a Wanê vegot û wiha axivî: “Ez serbest hatim berdan, lê ne azadim. Tenê qada me ya fîzîkî berfireh bû."
Rojnameger Selman Keleş, di serdema qeyûm tayînê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin, di 20'ê Adarê de xwest wêneyên bloken betonê yên dora şaredariyê hatin danîn bikişîne. Lê piştî 11 rojan di bin çavan de ma di 21'ê Adarê de bi îdîaya “Endamê rêxistinê ye” hat girtin. Keleş piştî 8 mehan girtî ma, di rûniştina yekemîn a dadgehê de hat berdan. Keleş binpêkirinên mafên mirovan ên li Girtîgeha Tîpa T Wanê vegot. Keleş, diyar kir ku piştî 10 rojan dibin çavan de ma hat girtin û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê desthilatdariya heyî hemû kesên muxalîf dixwaze bike terorîst, wan binçav bike û bigire. Desthilatdarî dixwaze tenê bi medyaya hawiz civakê agahdar bike. Ji bo rastiyê veşêre û şerê heyî meşrû nîşan bide çapemeniya muxalif bêdeng dike. Ji bo gel bê mafiyên heyî nebînin, çi ji destê wan tê dikin. Ji ber vê xebatkar û muxalîfên di çapemeniya azad de dixebitin girtin. Hinceta girtina me pir tewş bû. Wêneyên em digirin û nûçeyên çêdikin terorîze dikin. Niha Nedîm Turfent, Ziya Ataman, Îdrîs Sayilgan, Erdogan Alayumat, Meltem Oktay û bi nêzî 170’î rojnameger girtîne. Divê em hinceta girtinên wan ji raya giştî re ragihînin.”
QAŞÛ KINCÊN HERÊMÎ PKK’Ê TEMSÎL DIKE!
Keleş, anî ziman ku binpêkirinên mafên mirovan ne tenê li Girtîgeha Tîpa T a Wanê, li hemû girtîgehên Tirkiyeyê pêk tên û wiha got: “Ev pêkanîn herî zêde dibin navê OHAL’ê de tên kirin. Di lêgerîna herî dawî ya qawîşa me de, hemû pirtûkên peyva ‘Kurdistan’ tê de heyîn kom kirin. Cardin qaşû kincên herêmî û solên meqap ‘PKK’ê temsil dikin’ kom kirin. Êrîşên mezin li ser girtiyên siyasî yên kurd ên li Tirkiye û Kurdistan didomin.”
'DI DEMÊN DAWÎ BÊ MAFÎ JI RÊ DERKETIBÛN'
Keleş, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Hevdîtinên girtiyan ên bi malbatan re hane sînordar kirin. Malbat û xizmên girtiyan nikarin biçin hevdîtinê. Nivîsekê ‘Redkirinê’ didin û tu hincet jî nîşan ne didan. Cardin pirtûkên dihat nedidan girtiyan û paşve dişandin. Dîsan rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasî û Cumhuriyetê ne didan girtiyan. Nivîsên li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jê dikirin û yan jî ser reş dikin û wisan didan. Em tim ji mafê agahî girtinê bêpar dihiştin. Name an ne didan, an jî piştî 2 meha şûn de didan. Herî dawî bêmafî ji rêderketibûn.
‘MEHÊ CAREKÊ SÎRGÛNÊ GIRTÎGEHEK DIN DIKIN’
Keleş, bal kişand ser sîrgunên di demên dawî de li girtîgahan zêde bûne û wiha pê de çû: “Girtiyek ji mehekê zêdetir li girtîgehê nahêlin. Gardiyan gelek caran îşkenceyê li girtiyan dikin. Divê girtiyên nexweşîna giran ji girtîgehan derbikevin. Lê wan ji vî mafê wan bêpar dihêlin. Girtiyên nexweş ên 27 sal hene. Li gel ku rapora wan a nikarin li girtîgehê bimînin hene jî nayên bedan.”
'ÎNFAZEEK BÊ DARAZ HEYE'
Keleş, da zanîn ku girtiyên nexweş nayên derman kirin û wiha domand: “Nexweşên lezgîn piştî 3-4 meha şûnde wan dibin nexweşxanê û dermanên wan nadin wan. Di ketina girtîgehê de lêgerîna tazî dikin. Girtiyên li dijî vê derdikevin jî rastî derbên giran ên gardiyanan tên. Li girtîgehê rêbazeke înfazê ya bêdaraz heye.”
‘DIVÊ PIŞTEVANIYA BI GIRTÎGEHÊ E MEZIN BIBE’
Keleş, destnîşan kir ku piştevaniya niha heyî divê bibe malê civakê û wiha got: “Divê em van polîtîkayan vale derbixin. Divê em êrîşên li girtîgehan vale derbixin. Bi piştevaniya girtiyan re dê ev yek pêkan be. Girtiyên li girtîgehan pêşeng, siyasetmedar, rojnameger û zarokên vê civakêne. Divê xeta piştevaniyê di asta herî jor de mezin bibe.”
‘TENÊ QADA MEYA VOLTA AVÊTINÊ MEZIN BÛ'
Selman Keleş, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li girtîgehê 10 blok hene. 5 blok jî yên girtiyên nexweşin. Bi taybetî me dixwest em rewşa wan ji raya giştîre ragihîn in. Cardin girtiyên nexweş ên 25-26 sal hene. Hevalên ku rojên xwe yên dawî dijîn hene. Wênekêş û kameraya me tunebûn, lê me rêyek didît û rewşa wan ji raya giştî re parve dikir. Ji bo nûçeyekê çêbikim, hefteyek derbas dibû. Min hewla rojnamegertiyê li wir jî bikim. Bi rêya nameyan bûyerên li girtîgehan dijîn me ji rojname û ajansan re dişand. Gelek caran rayedarên girtîgehê dest danîn ser nameyên me. Niha em derketin derve, lê em ne azadin. Tenê qada me ya fîzîkî fireh bû. Ji xwe niha welat veguheriye qadeke mezin a girtîgehê.”