ENQERE – Demên borî der barê Wekîlê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu de cezayê "Propagandaya rêxistinê" hatibû birîn," niha dixwazin ceza vegerînin "Endamtiya rêxistinê". Encu bi rêya parêzerên xwe der barê mijarê de agahî da û ev tişt got: "Rêgeza ewlehiya hiqûqê ya ji bo her kesî ji holê hatiye rakirin."
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê li Girtîgeha Kandirayê tê girtin û cezayê "Propagandaya rêxistinê" lê hatibû birîn, tê xwestin ku cezayê Encu vegerînin "Endamtiya rêxistinê". Encu bi rêya parêzerên xwe der barê mijarê de agahî da. Encu bal kişand ser nakokiyên der barê xwe de û ev tişt got: "Dadgeha der barê min de li dozê mêze dike, di 9'ê Hezîrana 2017'an de biryara xwe aşkera kir. Biryara dadgehê, ya di 4'ê Mijdara 2016'an de der barê min de ceza birî û sûcên di îdianameyê de cih digirin, ne ji endamtiya rêxistinê tê diyarkirin."
Encu got ku "Dê xeletî li DMME'yê vegere" û wiha axivî: "Dê biryara dadgehê di pêşerojê de li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê wekî îhlal bê nirxandin û di vê der barê de tu gumanê min tune. Ev biryar li Dadgeha Adliyeya Dîlokê hatibû erêkirin. Vê biryarê desthilatdarî xist nav tirsê. Ji ber ku girtina me ya di 4'ê Mijdara 2016'an de pêk hat ketiye valahiyê."
Encu herî dawî destnîşan kir ku ruxmê ev doz li gorî qanûnan ji temîzê re vekirî ye, lê dozgeran pêşiya vê girtiye û ev wekî sûc pênase kir. Encu da zanîn ku ew ê bi rêya parêzerên xwe serlêdana sûc bike.