STENBOL - Parêzer Eren Keskîn ji ber ku Rêveberiya Weşana Giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê dikir, 98 hezar TL ceza lê hat birîn, herî dawî 7 hezar TL dîsa ceza hat birîn. Keskîn got ku "Ji bo her kes ji vir biçe vê yekê dikin, lê ez ê neçim."
Rojnameya Ozgur Gundemê bi Biryara Di Hukmê Qanûnî (KHK) hat girtin. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji ber ku demekê Rêvberiya Weşana Giştî a rojnameyê kir, 98 hezar TL cezayê pere li Keskîn hat birîn. Herî dawî bi îdiaya "Heqaret li Serokomar kiriye" 7 hezar TL ceza lê hat birîn.
Keskîn bi rêya hesabê xwe yê tweetê peyamek parve kir û got ku "A niha, ji ber ku min rêveberiya weşana giştî ya O. Gundemê kiriye, cezayê pere derket 105 hezar TL'yî. Hêj cezayê pere û girtîgehê dê bên. Ez îsyan dikim." Keskîn cezayê bere şermezar kir û berteka xwe da nîşan.
‘JI BER KU MIN RÊVEBERÎ KIRIYE EZ TÊM CEZAKIRIN’
Keskîn aşkera kir ku 5 sal cezayê li wê hatiye birîn li dadgeha bilind e û wiha axivî: "Hêj 100 hezar TL cezayê pere yê hatiye rawestandin heye. Gelek dozên ku dewam dikin hene. Dê ji van jî cezayê girtîgehê û pereyî bê. Ji ber ku min Rêveberiya Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê kir, ez têm cezakirin. Ji ber nivîsên ku min nenvîsî ne, yên kesên cuda nivîsî ne ceza tên. Di her warî de derveyê qanûnê ye, li dijî hiqûqa navneteweyî ye, ev li dijî xala 10'emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) û azadiya remanê ye." Keskîn got ku "Bi rastî êdî ez îsyan dikim" û wiha pê de çû: "Pereyekî min î wiha tune. Di tu rêveberiyên demokratîk de tiştekî wiha tune."
‘JI BO HER KES BIÇE WISA DIKIN, EZ Ê NEÇIM’
Keskîn da zanîn ku di saetên sibehê de 7 hezar TL cezayê pere dîsa lê hatiye birîn û wiha pê de çû: "Bi giştî cezayê pere derket 105 TL'yî. Bi giştî wekî 'Heqaret li serokomar kiriye' û sûcê çapemeniyê tê nirxandin. Ya esasî cezayên giran hêj nehatine teqeskirin. Dê hêj gelek cezayên girtîgehê bên. Dixwazin her kes ji vir derkeve, muxalîf li vir derkevin; lê ez ê neçim. Divê ev qanûn bên guhertin. Ji bo ez dengê xwe bigihînim qada navneteweyî, vê tweetê davêjim."