STENBOL - Komîsyona Girîgehan a Şaxa ÎHD'a Stenbolê, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Tekîrdagê û aşkera kir ku pêkanînên îşkence di dewrê de ne.
Yek jî girtîgehên ku herî zêde binpêkirinên mafan lê diqewimin, Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Tekîrdagê ye. Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, der barê binpêkirinên mafan de daxuyanî da. ÎHD'ê da zanîn ku pêkanînên li girtîgehê di asta îşkenceyê de ne û binpêkirinên mafan yek bi yek wiha rêz kir:
* Îdareya girtîgehê ji derveyê daxwaza girtiyan huceyên girtiyan bela wela kir.
* Radyoyên girtiyan ji wan hatine standin, hatiye gotin ku dê piştre bidin wan lê hêj nedane.
* Qûşxaneyên girtiyan ji wan hatine girtin, xwestine girtî li cihê wan yên plastîk li kantînê bigirin.
* Êrîşên li dijî girtiyan zêde bûne, herî dawî memûrên înfazê girtiyê bi navê Hidir Bakir derb kirin û avêtin odeya sungerî.
* Di serî de werzîş, hemû xebatên girtiyan hatin qedexekirin.
* Dîsa kamera di cihê hewastandinê û hucreyan de hatin bicihkirin.
* Cihê bêhn standinê bi keyfî hat girtin. Mînak; sibehê derî saet di 08.00'an de tên vekirin, piştî saetek û 2 saetan tên girtin. Carna deriyê cihê hewastandinê yên hemû hucreyan tên girtin, hin hucre tên girtin, yên hinekan vekirî dihêlin. Ev li gorî kêfa memûrên înfazê ye. Her wiha vê yekê wekî gefekê didin nîşan.
* Em bi tu awayî bi îdareyê re nikarin diyalogê dayin.
* Daxwaznameyên ku girtî dinvîsin, nagihêjin cihên xwe, tên windakirin.
* Di dema sewqên nexweşxane û dadgehê de lêgerîna keyfî ya cil û bergan dewam dike. Li ser cilên girtiyan ka nivîs heye an na, lêgerîn tê kirin, di heman demê de divê atlêtên xwe nîşanê kamerayê bikin. Girtiyên vê pêkanînê qebûl nakin, sewqa wan a nexweşxaneyê û dadgehê tê rawestandin. Mînak; girtiyê nexweş Hasan Gulbahar ji ber vê sedemê nebirin nexweşxaneyê.
* Ji der ve bi tu awayî kovar û pirtûk nagirtin girtîgehê.
* Mafê sohbetê yê îdare 2 mehan carekê dide, xwestine di heftê de wekî 3 saetan pêk bînin, hucreyên ku divê derkevin sohbetê, ji ber ku îdareyê xwestiye kesan diyar bike, girtiyan ev yek qebûl nekiriye û ev mafê sohbetê ji hêla îdareyê ve hatiye rakirin, girtî nikarin derkevin sohbetê.