ENQERE - Wekîla Seroka Koma HDP'ê Filiz Kerestecîoglu, îdîaya '900 endamên DAIŞ'ê bêyi rastî astengiyan bibin hatin Tirkiye' ji Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu pirsî.
Wekîla Seroka Koma HDP'ê Filiz Kerestecîoglu, der barê nûçeya '900 endamên DAIŞ'ê bêyi rastî astengiyan bibin hatin Tirkiye' pirsname da meclîsê û xwest Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu bersîv bide. Kerestecioğlu, anî ziman ku di rapora Saziya Ramanê ya Navenda wê li DYA' ye Soufan Center rapor amade kiriye û li gorî raporê nêzî 900 endamên DAIŞ'ê bêyî rastî astengiyê bên vegeriya ne Tirkiye.
Kerestecîoglu, bi daxwaza bersivandinê pirsname da û wiha got: "Di salek dawî de endamên DAIŞ'ê yên vegeriyan Tirkiye çiqas e?
Ji bo vê yekê tu xebatek we heye? Di operasyonên dawî yên li dijî DAIŞ'ê de çend kes hatin binçavkirin çend ji wan hatin berdan çend hatin girtin? Li dijî DAIŞ'ê vegeriyan Tirkiye tu tedbîr hatiye girtin yan na. Xebatên we yên wezaretê çine?"