ENQERE - Malbatên, ji bo rûniştina 6’emîn a doza Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Enqerê li ber edliyê kom bûn, diyar kirin ku heya ku kujer bên darizandin dê têkoşîna wan bidome.
Komeleya Piştîvanî û Aştiyê ya 10’ê Cotmehê, malbat û welatiyên xwestin 6’emîn rûniştina doza Komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqerê bişopîn in, li ber Edliya Enqerê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Komeleyê banga tevlîbûna dozê li hemû kesê kir. Rêxistinên bajêr ên HDP û CHP’ê jî beşdarî daxuyanî bûn. Seroka Komeleya 10’ê Cotmehê Mehtap Sakîncî Coşgun di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku heya kujer bên darizandin dê têkoşîna wan bidome.
Piştî daxuyanî hemû kes ji bo şopandina dozê derbasî edliyê bûn.