AMED - Li Amedê ciwanê bi navê M.B. diyar kir ku polîsên ji maşîneya zirxî peya bûn, ew derb kirine ji ber gefan rapor jî negirtiye. M.B. serî li qereqolê da giliyê polîsan kir, lê polîsên li qereqolê gotin ku "Ekîbeke me ya wiha tune" û ew şandin malê.
Ciwanê bi navê M.B. li Amedê di 14'ê Mijdarê de ji bo bi xizmê xwe yê li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê re hevdîtinê bike çû girtîgehê, di rê de maşîneya zirxî ya bi modela Renger rêya wî qut kir, bi îdiaya "Der barê maşîneyê de gilî heye" hat rawestandin. Yek bi rûpoş, 8 polîsan bi pehnan rû, pişt û sermila M.B. derb kirin û êrîşakran got ku "Em ê pir bi qirêjî bi tere mijûl bibin. Te niha xwe xilas kir, em ê di demeke nêz de dîsa te bibînin" û gef lê xwarin.
‘MAŞÎNA ZIRXÎ YA RENGIRÊ RÊYA MIN QUT KIR’
M.B. yê ajokariya texsiyê dike, aşkera kir ku berî hefteyekê li pey şopa wî ketine û tiştên hatine serê wî wiha vegot: "Min li cihê hevalên xwe li texsî dajot. Ji bo xizmên xwe yên li girtîgehê ziyaret bikim, ez diçûm girtîgehê, li nêzî Nexweşxaneya Lêkolînê maşîna zirxî ya Renger rêya min qut kir. Saet der dora 13.00'an bû. Bi carekê de 3 kesên bi çek xwe avêtin pêşiya min. Rûyê yekî bi rûpoş bû. Du kesên din di maşîneyê de man. Kesê bi rûpoş çek rastî min kir. Got 'teslîm bibe.' Min jî nizanibû ez çi bikim û min got 'Ez ji maşîneyê peya bim?' Piştre min baweriya xwe bi yê rûpoş neanî. Min got 'Polîs nasanmeya we heye?' Tam nasnameya xwe derdixin yek ji piştre hat. Di rûyê wî de rûpoş tune bû. Ber bi min hat, got 'Ev alçax çi dibêje' heqaret li min kir. Yê bi rûpoş got 'Nasnameyê dixwaz.' Wî kesî got 'Tu baweriya xwe bi me naynî lew, tu nasnameyê ji me dixwazî.' Li ser vê yê bi rûpoş nasnameya xwe xist bêrîka xwe."
‘BI ZORÊ CILÊN MIN DERXISTIN Û HEQARET LI MIN KIRIN’
M.B. aşkera kir ku ew bi zorê ji maşîneyê derxistine û wiha axivî: "Min got ka sûcê min çiye. Gotin der barê maşînê de gilî hatiye kirin. Min got heke gilî hebe di maşîneyê de lêgerînê pêk bînin. Piştre maşîneyek Renger dîsa hat. Kesekî di vê maşînê de bi bêtêlê got ku 'Şexsê li wî digeriyan hat girtin.' Rengê van maşîneyan yek gewr û yek jî reş bû. Bi giştî bûn 8 kesan. Dema min xwest ez plaqeya maşîneyan bigirim, bi min re nîqaş dan destpêkirin. Dîsa gotin 'Deng neke lew' û heqaret li min kirin. Piştre cilên min derxistin. Mont, fayke û şalê min bi zorê derxistin. Min jî got 'Ev lêgerîneke keyfî ye, beyî ku destûra lêgerînê heye hûn lêgerînê pêk tînin' û min bertek da nîşan. Ev bi zora wan çû. Gotin 'Em ê li gorî kêfa te tevbigerin' heqaret û çêr li min kirin."
LI SER RÊ ÎŞKENCE KIRIN
M.B. aşkera kir ku gelek caran nasnameya wî di GBT'ê re hatiye derbaskirin û wiha pê de çû: "Gotin 'çong dayne erdê', kesekî bi rûpoş pehnek li rûyê min da û 6 kesên din bi wan re bi pehnan li rû, pişt û sermila min dan. Bi dehan pehn li min xistin." M.B. da zanîn ku gefên wekî "Em ê bi te re gelekî qirêj mijûl bibin' û piştrast kir ku her ku wî bertek daye nîşan, çêr û heqaret li wî kirine û wiha got: "Bi qûndaxa çekê dest bi lêdanê kirin. Cihê bûyerê rêya bejahî bû kes nedisekinî. Di wê navberê de welatiyekî kal di rê re derbas dibû. Dema dît ku li min dixin, got 'Sûcê zarok çiye?' û bertek da nîşan. Ji ber fikara dê hin kesên din jî bên vekişiyan. Gotin 'Em ê bi tere gelekî qirêj mijûl bibin, te vê carê xwe hilas kir. Di demek nêz de em ê dîsa te bibînin.' Gef xwarin û çûn."
NEHIŞTIN RAPORÊ JÎ BIGIRE
M.B. destnîşan kir ku piştî bûyerê bi derfetên xwe çûye Nexweşxaneya Lêkolîn Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê û xwestiye raporê bigire, lê hem bijîşk û hem jî polîsê li nexweşxaneyê gef li wî xwarin û nehiştin raporê bigire û ev tişt got: "Bijîşk got ku 'Heke te bi polîsan re nîqaş kiribe, li gorî min raporê negire.' Min got ez dixwazim bigirim û serlêdana sûc bikin. Piştre polîsê li nexweşxaneyê hat. ji bijîşk re got 'Rapora derb kirinê nadê.' Ez ketim navberê. Polîs dîsa got 'Dibe ku tu piştî îfadeya xwe bidî helwesta xwe biguherînî' xwest ez biçim Qereqola Sanayê ya Organîzeyê îfadeyê bidim. Min hejmara telefona xwe jî dabû polîsan. Polîsan jî carê carekî li qereqolê digeriyan û tacîz dikirin. Gotin 'Tu ku yî zû were qereqolê' û zext li min kirin."
‘LI GEL KESÊN DERB KIRIN XWESTIN ÎFADEYÊ BIDIM’
M.B anî ziman piştî tedawiyê polîsan ew biriye Qereqola Uçkuyularê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em çûn qereqolê, lê cendirmeyan got 'Ew herêma bûyerê ne di bin serweriya me de ye' îfadeya min negirtin. Ez bi vî halî qereqol bi qereqol geriyam. Gotin ku 'Ekîbeke me ya wiha tune.' Min jî bi hêrs ji wan re got 'Wê demê ev kî ne li min xistin.' Gotin 'Ekîbeke wiha hebe em ê bangî wan bikin, tuyê li gel wan îfadeyê bidî.' Min bertek nîşanê vê da. Ez saetekî li qereqolê rawestandim. Piştî rojekê min li serî li Serdozgerê Komarê yê Amedê da û giliyê wan kir, lê hêj tiştek tune."
‘HÊJ GEFAN DIXWEN’
M.B. derbirî ku piştî bûyerê serî li ÎHD û TÎHV'ê daye û aşkera kir ku ev kes dixwazim wî bikujin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Piştî bûyerê her roj li nêzî mala me û li ber rawestgeha texsiyê bi maşîneyên zirxî gefan dixwen. Hêj di laşê min de şopên derbê hene. Ji ber êşê ez neçarî li malê mam. Divê ev kes demek ji ya din zûtir bên cezakirin."
MA / Sonya Bayik