DÎLOK – Li Qerqamiş ku li sînorê Sûriyeyê ye, ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê betalî zede bû, koçberî dest pê kir. Serokê CHP’ê yê Navçeyê Mehmet Polat wiha got: “Tenê Qerqamişiyan ji deriyê sînor pere qezenc dikir, ew jî dewletê ji dest wan stend.”
Şerê navxweyî yê Sûriyeyê, hema bêje navçeya Qerqamiş a Dîlokê veguherand navçeyeke xeyaletî. Berî şerê li Sûriyeyê, kêm zêde şêniyên navçeyê debara xwe bi deriyê sînor dikirin, lê piştî derî hat girtin êdî nikarin bazirganiyê bikin. Serokê CHP’ê yê Qerqamişê Mehmet Polat got ku piştî girtina deriyê gumrukê, li navçeyê rêjeya betaliyê zêde bûye û niha kuçe û kolanên navçeyê ji mirovan xalî bûne.
PIŞTÎ GIRTINA DERÎ ABORIYA NAVÇEYÊ JÎ RÛXIYA
Polat, dest nîşan kir ku her sal gelek kes ji navçeyê koç dikin û berî şerê navxweyî yê li Sûryeyê deriyê gumrukê deriyekî pasavan bû. Polat, got ku berî derî bê girtin bazirganî dihat kirin û ji vê bazirganiyê hem qerqamişî hem jî sûriyeyî qezenc dikirin. Polat, dest nîşan kir ku bi destpêka şer re derî hatiye girtin û wiha got: “Ev derî di warê aborî de ji bo Qerqamişê zaf girîng e. Girtina derî bi awayekî zêde bandoreke neyînî li navçeyê kir. Betalî û feqîrî zede bû. Rojê nêzî 200 wesayîtên sûriyeyiyan dihatin navçeyê. Bi heman awayî qerqamişî jî diçûn Sûriyeyê. Qerqamişî ji Sûriyeyê 3-4 kîlo çay dianîn û pê debara xwe dikirin.”
Polat, diyar kir ku çend meh berê derî dîsa hatiye vekirin, lê belê tu fêdeya vekirina wê li Qerqamişê nebûye. Polat, got ku di çûn hatinê de êdî wek berê destûra bazirganiyê nayê dayîn û wiha got: “Tenê destûra bazirganiya bi TIR’an tê dayîn. Derfetên qerqamişiyan tune ye ku biçin TIR’an bikirin û bi tonan malzemayan bînin. Gelê me feqîr e. Dema derî deriyekî pasavan bû, îdara xwe pê dikirin. Tenê Qerqamişiyan ji deriyê sînor pere qezenc dikir, ew jî dewletê ji dest wan stend. Tenê dewlemend sûdê ji vê rewşê werdigirin. Mixabin feqîr û fuqareyên Qerqamişê nikarin sûdê jê wergirin.”