WAN - Doza Rojnameger Selman Keleş û Arîf aslan ku 8 meh girtî ne, li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê dest pê kir.
Yekemîn rûniştina doza rojnameger û Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Medya û Dîcle (dîhaber) Selman Keleş û Rojnameger Arîf Aslan piştî 8 mehan girtî man li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê dest pê kir. Di rûniştina dozê de Keleş, Aslan û parêzerên wan Barış Oflas û Cihat Durmaz amade bûn. Di rûniştina dozê de malbatên Keleş û Aslan û gelek hevalên wî yên rojnameger doz şopandin. Gelek nûnerên ÎHD'ê yên Wanê jî tev li rûniştina dozê bûn. Keleş bi kurdî parastin kir.
Keleş û Aslan dema wêneyên blokên beton ên li derdora Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku qeyûm tayîn kirin bikişînin hatin binçavkirin û 8 meh e li Girtîgeha Tîpa T a Wanê hatin girtin. Têkildarî Keleş û Aslan 4 rûpel angaştname hat amadekirin. Di angaştnameyê de kişandina wêneyên blokên beton wek ku Keleş û Aslan “beriya çalakiya ji aliyê rêxistinê ve pêk bê û pêşxebatek wê” hatiye nîşandan û cih dan vê şîroveya sosret. Di makîneya Keleş de wêneyên maşîneyên zirxî û wêneyên helîkoptêran wek unsura sûc hat nîşandan û her wiha ji bo nûçeyek rûtîn ku wêneyên Deriyê Sînor ê Dîlucu hatiye kişandin jî wek sûc di angaştnameyê de cih girt. Wêneyê çenteyek bi guman ku li Deriyê Sînorê Gurbulak ji aliyê polîsan ve bi awayek ewle hat teqandin wê kêliyê wek sûc li dosyeyê hatiye zêdekirin. Yek ji van sosretan jî ew e ku Keleş dema beriya bê binçavkirin li avahiya DBP’ê wêneyan kişandiye ji ber ku posterê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî têde derketiye bû sedema sûc.