MELETÎ – 11 cenazeyên li Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê dihatin rawestandin, li goristana bêkesan hatin definkirin. Rêveberê ÎHD'ê Mehmet Tuncel, diyar kir ku 12 cenaze ji hêla malbatan ve hatine wergirtin, 4 malbatan jî ji bo testa DNA'yê mînakên xwînê dane.
Rêveberê Komeleya Mafên Mirovan a (ÎHD) Meletiyê Mehmet Tuncel destnîşan kir ku di şerê du mehên dawî de li navçeya Depê ya Xarpêtê, Çewlik û Dêrsimê derketine 3 ji wan gerîlayên MLKP, 20 gerîlayên HPG'ê bi giştî 23 cenaze li Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hatibûn rawestandin. Tuncel aşkera kir ku 2 endamên MLKP'ê 10 endamên HPG'ê bi giştî 12 cenaze ji hêla malbatan ve hatine wergirtin, 11 cenaze jî berî 2 heftan li goristana bêkesan hatine definkirin.
BI HINCETA OHAL'Ê AGAHÎ NADIN
Tuncel diyar kir ku berî OHAL'ê wan ji Saziya Tiba Edlî agahî digirtin, piştî OHAL'ê agahiyê nadin wan, lê malbat heke serî li wan bidin, dê der barê cenazeyan de bikaribin agahiyan bidin wan.
Tuncel piştrast kir ku malbatên berî demekê ji bo cenazeyan bigirin hatine, aşkera kirine ku cenaze nayên naskirin, kesên jiyana xwe ji dest dane, tevahiya laşê wan nayê dîtin. Tuncel anî ziman ku hêj ew nizanin li Saziya Tiba Edlî çend cenaze tên rawestandin, li gorî agahiyên ku malbatan daye wan, di nava 2 mehan de 3 jê endamên MLKP'ê, li Dêrsimê 9, li Depê 7 bi giştî 23 cenaze hatine Meletiyê. Tuncel destnîşan kir ku di nav 2 rojan de malbatek ji Îranê, 4 malbatan ji bo cenazeyan bigirin, mînakên xwînê ji bo DNA'yê dane.