AMED - Bi fermana polîsan kevirên gorên kesên di dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Sûrê de jiyana xwe ji dest dan, hatin guhertin. Navê Çekwar Çubuk ê di nasnameyê de li ser kevirê gora wî jî jê birin. Malbat dê serlêdana sûc bike.
Miduryeta Polîsan a Amedê nivîs ji Şarderiya Mezin a Amedê re şand ku kevirên gorên kesên sivîl û endamên YPS’ê yên di qedexeya derketina derve ya navçeya Sûra Amedê de jiyana xwe ji dest dan, li ser birin. Gorên li Gorîstina Asrî ya Yenîkoyê ne, gelek caran ji hêla kesên nenas ve hatibûn şikandin. Hin malbatan kevirên gorên xwe zarokên çêkiribûn. Polîsên hêzên taybet berê jî gelek caran kevirên goran rûxandin û çardin malbatan kevirên goran çêkirin.
Vê carê xebatkarên Gorîstana Asrî ya Yenîkoyê, di bin kontrola polîsan de kevirên goran guhertin. Hin kevirên gorên li ser wêne û fîlama hatin çekirin ji cihên wan rakirin û parçe parçe kirin. Li şûna wan jî kevirên tenê li ser nav û dîroka ji dayikbûna wan hat nivîsîn.
NAVÊ NASNEMEYÊ JÊ BIRIN
Li navçeya Sûrê Çekwar Çubuk ê birîndar bû û piştî 5 saetan li erdêma, ji bêr ku xwîn zêde ji laşê wî çû, jiyana xwe ji dest da, kevirê gora wî jî gohertin. Di nasnameyê de navê wî wekî Çekwar Çubuk e, lê li ser kevirê gora wî Çekwar Alîş Çubuk hatibû nivîsandî, navê Çekwar jê birin û li şûnê wê tenê Alîş nivîsandin.
MALBAT DÊ SERLÊDAN SÛC BIKE
Dayika Çekwar Netîce Çubuk piştî bûyer bihîst çû ser gora kurê xwe û ji ber ku kevirê gorê hatibû guhertin bertek da nîian. Dayik Çubuk diyar kir ku ew ê serlêdan sûc bikin û wiha axivî: “Navê kurê min di nasnameyê de Çekwar Çubuk e, lê navê wî li ser kevirê gora wî jî jê birin. Bi awayekî korsan kevirin gorên zarokên me digoherînin, lê em ê dîsa kevirin gorên zarokên xwe danîn şûnê.”
Heya niya 25 kevirên goran hatin guhertin.