ŞIRNEX – Li cihê mescîda li goristana li Katoyê qereqol hatibû çêkirin, Wekîla HDP'ê Aycan Îrmez bi pênûmepirsekê ev yek ji Serokwezîr Bînalî Yildirim pirsî. Îrmez got ku "Li ser goristanê qereqol tê çêkirin, bi vê dixwazin çi peyamê bidin. Dê ji ber vê bêhurnetiyê lêborîn bê xwestin?"
"Şehîdgeha Şehîd Kurtay Feraşîn" ya li herêma Katoyê ya Elkêya Şirnexê ye, leşkeran mescîda li kêleka wê rûxandibû û li cihê wê qereqol avakiribûn. Wekîla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Aycan Îrmez bi pêşnûmepirsekê hovîtiya leşkeran bir rojeva meclisê û xwest Yildirim der barê vê hovîtiyê de bersivê bide.
Di pêşnûmepirsa ku ji bo Serokwezîr Bînalî Yildirim bibersivîne de, ev pirs cih digirin:
“* Armanc û sedem çiye li ser goristanê qereqol tê avakirin?
* Bi fermana kî qereqol li ser goristanê tê avakirin?
* Der barê qereqola li ser goristanê hatiye avakirin de tu lêpirsîn hatiye destpêkirin?
* Li ser gorên zarokên kurd qereqol tên avakirin, bi vê dixwazin çi peyamê bidin? Dê ji ber vê bêhurmetiya ku li dijî goristanê hatiye kirin, lêborîn bê xwestin?”