MÊRSÎN - 15'emîn rûniştina doza zarokê 8 salî D.O. yê li qereqola Polîsan a Siteler rastî îşkenceyê hat li Yekemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê hat dîtin. Dozger diyar kir ku polîs O.D. zarokê 8 salî D.O. darp kiriye, lê sivik e. Prz. Alî Bozan jî xwest polîs O.D. ji sûcê îşkenceyê bê cezakirin.
15'emîn rûniştina doza zarokê 8 salî D.O. yê li Qereqola Polîsan a Sîteler rastî lêdan û îşkenceya polîs O.D. hat li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrsînê hat dîtin. Polîsên bersûc tev li dozê nebûn. Parêzerên polîsan, parezerên mexdûran D.O., Alî Bozan û Sebahat Gençtarih amade bûn. Di rûniştina dozê de dozger mutala xwend. Ji ber ku heyeta dadgehê hat guhertin îdîaname û dosya ji nûve hat xwendin. Dozger diyar kir ku polîs zarok D.O. darp kiriye, lê sivik darp kiriye. Dozger xwest polîs ji salekê heta 3 salan bê cezakirin. Heyeta dadgehê, bi sedema ku heyet hatiye guhertin biryar da ku ji bo lêkolîna dosyayan doz taloqî 27'ê Sibata 2018'an bê kirin.
Parezer Alî Bozan jî destnîşan kir ku di mutalaya dozger de qebûl dike ku polîs O.D. zarok darp kiriye lê tevî vê yekê wekî darpek sivik pênase dike. Bozan, destnîşan kir ku ji ber polîs bi awayekî aşkere îşkence kiriye xwest ji sûcê îşkenceyê bê darizandin û cezakirin.
TÊKILDARÎ BÛYERÊ
Li Navçeya Akdenîz a Mêrsînê polîsan di 2013'an de li Qereqola Polîsan a Siteler îşkence li zarokê 8 salî D.O. kirin. Li Qereqola polisan bi îdîaya 'zarokên kevir davêjin polîsan dîsa bi civakê bidin qezenckirin' salonên lîstikan ava kirin. Der barê 3 polîsên ku di 2013'an de li salonê îşkence li zarokê 8 salî D.O. kirin de li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrsînê doz hat vekirin. 4 sal derbas bû, lê hêj doz bi encam nebûye.