AMED – Li Farqînê li gel qedexe ji ser 12 gundan hat rakirin jî gundî bi fikar in. Gundiyan got ku leşker hêj li derdora gundan e û di xedexeyê de leşkeran bi ser malan de girtiye.
Di 16’ê mijdarê de li 12 gund û gundikên girêdayî navçeya Farqîna Amedê ji aliyê Walîtiya Amedê ve “qedexeya derketina kolanan” hat îlankirin û piştî 2 rojan qedexe hat rakirin. Li gundan nêzî 2 hezar û nîv welatî ji ber qedexeyê nikaribûn ji malên xwe derbikevin. Leşkeran bi ser malan de girt û piştî lêgerînên li malan welatiyan derxistin ber malan. Gundiyan got ku leşkeran wiha gef li wan xwariye: “Hişên xwe bidin serê xwe. Heke ku hûn naxwazin zerarê bibînin alîkariyê nedin tu kesî.”
Welatiyên gundan ku debara xwe bi karê sewalkarî, baxçe û bostanan dikin du rojan nikaribûn biçin ser karê xwe û sewalên xwe biçêrînin.
'FERMAN JI JORÊ TÊ’
Şêniyêk ji gundê Mala Elîkê yê qedexe lê hatibû îlankirin got: “Leşkeran ji me re got ‘Ji jorê ferman ji me re tê û dibêjin biçin li vir lêgerîn bikin. Ji bo lêgerînê em leşkerên jin dixwazin ji me re dibêjin dev jê berdin. Tiştekî em bikin tune ye.” Di lêgerînan de hemû tiştên me veşartî (mahremiyet) jî derdixin û lêgerîn dikin. Malan ser û bin dikin.”
‘LEŞKER JI DORA GUNDAN VENEKIŞIYAYE’
Gundiya destnîşan kir ku beriya operasyon dest pê bike li asîmanên herêmê droneyan difirînin û li gel operasyon û qedexe xelas bûye jî lê hêj leşker ji derdora gundan venekişiyaye. Gundiyan da zanîn ku bicihbûna leşleran a li derdora gundan wan dixe nava xetereyê û her ku diçe fikarên wan zêde dibin.
Di qedexeya li ser 12 gundan de 600 xwendekarên ji 12 gundan pêk tên û ku li dibistana gundê Dêrika Miqûrê dixwînin nikaribûn biçin dibistanê. Ji ber operasyonan navber dan perwerdehiya 600 xwendekaran.