ENQERE - Yek ji malbatên DAIŞ’ê yên welatiyên Tirkiyeyê ku li bajarê Telafer a Iraqê hatin binçavkirin Fadîme Maden, diyar kir ku dewletê destûr da derbas bibin û wiha got: “Zavayê min bi sê zarokê re weke ku biçin çarşiyê di sînor re derbas kirin. Ji bo vekirin me ji wezaretê alîkarî xwest.”
Malbatên xizmên welatiyên Tirkiyeyê yên beşdarî DAIŞ’ê bûn û Artêşa Iraqê ew li bajarê Telafer a Iraqê dîl girtin, li ber Wezareta Karên Derve daxuyanî dan çapemeniyê û ji bo xizmên wan vekirin, daxwazname dan.
Fadîme Maden a li Konyayê dijî, diyar kir ku zavayê wê yê di sala 2005’an de beşdarî DAIŞ’ê bû, keç û sê neviyên wê niha di destên Artêşa Iraqê dene. Maden, anî ziman ku zavayê wê bi sê zarokên xwe re di şevekê de ji holê winda bûn û wiha axivî: “Piştre ji bo keça min zarokên xwe bibîne çû Telaferê. Di endama operasyona herî dawî ya li dijî bajarê Telafer a Irakê de, keça min û du neviyên min dîl hatin girtin. Ji dewletê dixwazim zarokên min xelas bikin. Ev 90 rojin zarokên min dîl girtîne.”
‘DEWLETÊ DESTÛR DA DERBAS BIBIN’
Maden, da zanîn ku di çavdêriya dewletê de zavayê wê sînor derbas kir û wiha got: “Dewletê destûr da derbas bibe. Zavayê min bi sê zarokên xwe re weke biçe çarşiyê sînor derbes kirin. Dewletê çavên xwe li derbasbûna wan girt. Bila zarokên me paşve bînin û li Tirkiyeyê bên cezakirin.”
‘ROJEKÊ TENÊ JÎ DIBIN ÇAVAN DE NEMA’
Kurê Fadîme Maden Yasîn Maden jî, diyar kir ku bi fikara zavayê wî bin bandora DAIŞ’ê de ma ye, giliyê wî kir û wiha axivî: “Lê rojekê tenê jî dibin çavan de nema. Zavayê min ji bo beşdarî DAIŞ’ê bibe di sînor re derbasî Sûriyeyê bû. Xwişka min li vir bi tenê ma. Min giliyê zavayê xwe kir, li Dîlokê hat binçavkirin. Rojekê tenê jî dibin çavan de nema. Hefteyek şûn de hat zarokên xwe jî birin. Sê zarokên xwişka min hebûn û du çanî bû. Zarokên wê jê girtin û ew terk kir. Dûre zavayê min xwişka min jî bir ba xwe. Niha jî xwiş û sê xarziyên min dîl girtin e. Bila êdî rayedar tiştekê bikin.”
‘BILA WAN BÎNIN TIRKIYEYÊ’
Bîlal Altay ê Bayburtê dijî jî, diyar kir ku keç û du neviyên wî ev 90 rojin di destên Artêşa Iraqê de dil girtine û wiha got: “Mîna bavekê êdî nikarim vê yekê rakim. Bila demildest zarokên me bînin Tirkiyeyê.”
MA / Selman Guzelyuz