AMED - Doza parlamentera berê û Aktîvîsta TJA Ayla Akat Ata ya derbarê wê de 95 sal cezayê girtîgehê tê xwestin, hat taloqkirin.
Parlamentera berê û Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata, ji ber faliyetên beşdar bûn, doz hat vekirin û heya 95 salan cezayê girtîgehê jê re tê xistin. Duyemîn rûniştina dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Parêzerên Ata beşdarî dozê bûn. Piştî xwendina belgeyên dosyayê rûniştina dozê destpêkir. Hat diyar kirin ku belgeyên di dema Ata Endama Komîsyona Lihevkirin Qanûna Bingehîn a Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bû ku ji Wezareta Dadê hat xwestin, nehatine şandin. Dûre parêzerê Ata parastin kir û xwest kêmasiyên dosyayê bên temamkirin.
Heyeta dadgehê jî, ji bo temam kirin dosyayê, doz taloqî Sibatê kir.