AMED - 4'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Amedê ku der barê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş de doz vekirû, biryara anîna dozê ya Demîrtaş rakir û ji Wezareta Dadê xwest dosya doza Demîrtaş neqlî bajarekî din bê kirin.
Di 6'ê Îlona 2015’an de piştî êrîşa li dijî Oremarê ku 16 leşkeran ji yana xwe ji dest dan, li tevahiya Tirkiye li dijî avahiyên HDP'ê 400 êrîş pêk haitbûn. Di 9'ê Îlona 2015’an de hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş axafti kiribû û der barê Demirtaş de bi îdîaya "Heqaret li Serokomar kiriye" ji salekê heta 4 salan cezayê girtîgehê hat xwetin. Doza ku li 4'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Amedê hatibû vekirin geşedanek nû pêş ket. Heyeda Dadgehê ji Wezareta Dadê xwest ku dosya dozê neqlî bajarekî din bê kirin.
Hevserokê HDP'ê Demîrtaş ku li Girtîgeha tîpa F a Edirne girtî ye xwestibû beşdarîe rûniştina dozê bibe. Heyeda ku daxwaza tevlêbûnê qebûl kiribû, Serokomar Erdogan wekî kesê mexdûr nîşan dabû. Demîrtaş ku heta niha 4 caran Rûniştina wî li Dadgeha Asliye Ceza ya Amedê hat dîtin, tevî hemû daxwazên Demîrtaş, Demîrtaş tev li rûniştina dozê nekiribûn. Lê di rûniştina navberê ya 6'ê tîrmehê de heyeta dadgehê biryar da ku Demîrtaş tev li rûniştina dozê bibe û toz taloqî 21'ê Mijdarê (îro) kirin. Heyetê 39 roj berî rûniştina dozê di 13'ê cotmehê de biryara anîna Demirtaş a salona dadgehê rakir û bi sedema di milê ewlehiyê de talûkeyê ava dike ji Wezareta Dadê xwest dozê nehqî dadgehek din bike.
Der barê daxwaza dadgehê ya neqilkirina dosya doza Demîrtaş de Daîreya têkildar a Dadgeha Bilind dê biryarê bidin.
MA / Deniz Tekin