AMED – Li herêma Şirnexê di mehên dawî de gelek cenaze bêyî teşhîs bikin û bêyî bidin malbatan ew defin kirin. Rayedarên dewletê ku li aliyekî cenazeyan teşhîs nakin û nadin malbatan, li aliyê din cenazeyê Hulya Eroglu ya li Şirnexê jiyana xwe ji dest da, di rojekê de testa DNA'yê bi encam kirin û teşhîs kirin. Malbatê têkildarî teşhîsê got: “Polîsan dixwestin bawer bibin kî kuştin e û ji ber wê li lez teşhîs kirin" Serdana şînê ya Eroglu di bin dorpêça polîsan de dewam dike
Li Şirnexê ji dema “qedexeya derketina kolanan” bigire heta niha bi dehan cenaze li benda teşhîskirinê ne. Cenazeyê Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Hulya Eroglu (Delal Amed) a ku di 11’ê mijdarê de li herêma Besta Şirnexê jiyana xwe ji dest da di rojekê de DNA bi encam bû û hat teşhîskirin.
‘DIXWASTIN NASNAMEYA WÊ ZALAL BIKIN'
Malbata Eroglu diyar kir ku polîs di 17’ê mijdarê de li wan geriyane û li gel cenaze teşhîs nekirine jî testa DNA ya ji dayika wê ku jiyana xwe ji dest daye girtine. Malbatê da zanîn ku ew li testa DNA’yê ya di rojekê de bi encam bûye şaş mane û got: “Belê em dizanin teknolojî li pêşketiye. Lê bi mehan e malbatên li benda encama DNA’yê hene. Nexwe DNA di rojekê de bi encam dibe û tişta pêwîst tê cih. Em dizanin ku ev ji ber nasnameya Delal bi lez bi encam bûye. Jixwe sedemê ku wan ewqas zû jî bangî me kir ev yek e. Wan dixwest ku ji nasnameya wê bawer bibin û bawer bibin ku kê kuştin e.”
‘GOTIN KEL Û PEL TUNE YE’
Malbatê diyar kir ku kel û pelên li ser Eroglu nedane wan û got: “Gotin ku tiştek li serê nehatiye dîtin. Herî kêm me digot saet û kel û pelên mîna saetê niha li serê derketine. Lê tiştek nedan me.”
SERSAXÎ DI DORPÊÇA POLÎSAN DE YE
Cenazeyê Eroglu piştî ji aliyê malbatê ve hat wergirtin anîn Goristana Yenîkoyê ya Amedê û di bin dorpêça polîsan de merasîm li dar xistin. Piştî merasîma cenaze, serdanên sersaxiyê yên Eroglu ku li Mala Şînê ya Temîra tê qebûlkirin jî di bin dorpêça polîsan de pêk tê. Malbatê li hember vê dorpêçkirinê nerazîbûn nîşan da û got: “Ev li dijî nirxên civakî ne.” Hemû kesên diçin serdanê di kontrola polîsan de derbas dibin û ji aliyê kamerayên polîsan ve tên qeydkirin. Malbatê da xuyakirin ku ew tu wateyê nadin lêpirsîna li 6 wekîlên HDP’ê yên beşdarî merasîmê bûne hatiye vekirin û mijara lêpirsîna ji ber peywîrek mirovî ku hatiye destpêkirin jî şermezar kir.