ENQERE - Li Enqereyê dema cenazeyê Hatun Tugluk dihat definkirin, komekê êrîşê cenaze kiribû. Kameraya polîsan a ev dem qeyd kir, Ajansa Mezopotamyayê xwe gihand dîmenên kameraya polîsan. Wezîrê Karê Hundur Suleyman Soylu gotibû ku "Min li qereqolê dîmen temaşe kir. Li vir di dîmenan de gotinên wekî 'Em nahêlin li vir ermenî bên çal kirin' tune ne." Lê dîmen Soylu derew derxistin.
Dema di 13'ê Îlonê de li navçeya Gulbaşi ya Enqereyê cenazeyê dayika Alîkara Hevserokên Giştî ya HDP'ê Aysel Tugluk Hatun Tugluk dihat definkirin, komeke nijadperest êrîşê cenaze kiribû. Demên êrîşê bi kameraya polîsan hatibû qeydkirin. Ajansa Mezopotamyayê (MA) xwe gihand dîmenan. Doza der barê êrîşê de hat vekirin, dîmenên êrîşê jî xistin dosyayê, koma êrîşkar bi qelebalixî dikevin goristanê û dirûşma berz dikin. Êrîşkar hem çêr dikin û hem jî heqaretan dikin û dirûşmên "dê ew gor îro derkeve" berz dikin.
DÎMEN SOYLU DEREWAND
Di dema êrîşê de êrîşkar çêr û heqaretê li malbata Tugluk dikin û gefan li kesên ser goristanê dixwen û gotinên wekî "Ermenîno" di qeydan de derbas dibe. Piştî êrîşê Wezîrê Karê Hundur Suleyman Soylu ev tişt gotibû: "Min li qereqolê dîmen temaşe kir. Gotinên wekî 'Em ermeniyan li vir çal nakin, em elewiyan li vir çal nakin' nehatine gotin." Lê îfadeyên bersûc ên di dosyayê de jî Soylu derew derxistin.
MIDURÊ ÇEVÎKÊ BI GOTINA 'HEVAL' BANG DIKE
Di dîmenan de êrîşkarek bi gotina "Hûnê wî cenazeyî ji vir derxin, em naxwazin" qîr dike, kesê xwe wekî midurê çevîkê dide nasîn jî bo gotina "Hevalno" bang dike û dibêje ku "Mêze kin ez midurê çevîkê me, ji kerema xwe re ji vir veqetin" û kesên li wir hişyar dike. Kesê din ê xwe wekî komîserê qereqolê pênase dike jî wiha bang êrîkaran dike: "Qasî ku li we tê şermezar bikin."
Di dîmenan de hêj tiştên sosret tên dîtin, polîsên peywirdar cihê ku êrîşkaran belav bikin dibêjin ku "Daxwazeke me ji we heye, heta ku rayedar tên bisekinin, tiştekî neke." Kesên êrîşker li dijî vê helwesta polîsan şertên xwe wiha rêz dikin: "Em jî ji we tiştekî dixwazin" û bal dikişînin ser kesên cenaze defin dikin û wiha dibêjin: "Ew 3-5 kesên etek kurt bila neaxivin û me aciz nekin" û polîsan hişyar dikin. Di beşeke dîmenan de jî êrîşkar işareta "Gurên boz" dikin û dirûşmên "Ya Allah Bîslmîllah Allahuekber" berz dikin.
KESÊN DI DESTÊN WAN DE KÊR HEYÎ NAYÊN KIŞANDIN
Dengekî ku kameraya polîsan qeyd kiriye dibêje ku "Baldar bin di destên hin kesan de dar û kêr hene" lê her çendî polîs van kesan dibînin jî mudaxaleyê van kesan nakin. Kesên piştre keviran digirin destê xwe, polîs bi gotinên wekî "Keviran nedin destê xwe" lê bi tu awayî ew kesên di destê wan de kevir û kêr heyî nagirin û di dîmenan de rûçikên wan jî nadin xwiyakirin. Kesên ku piştre derxistin dadgehê li dadgehê îdia dikin ku wan ne kevir û ne jî dar daye destê xwe.
HEQARETÊN GIRAN DIKIN
Kesê ku koma êrîşkar wekî "Bariş" xîtabî wî dike, ji xwediyên cenazeyan re dibêje ku "Ev der goristana min e, hûn hêj çima sekinîne lew! Ji vir derkevin" û qîr dike. Heman kes li gelek cihî bi çêrên giran girseyê dixe tevgerê. Piştre kesê bi navê "Bariş" fermanê dide û dibêje "Hûn biçin ka ew gor çawa li wir dernakeve" gefan dixwe, lê tişta balkêş ew e, der barê vî kesî de doz jî nehatiye vekirin.
DI KETINA GIRISTANÊ DE MUDAXALE TUNE
Bersûcên li dadgehê parastina xwe dikin, îdia dikin ku ew neketine goristanê, li gorî dîmenan êrîşkar xwe li ser dîwarên goristanê re davêjin û dikevin hundur û dirûşmên nijadperest berz dikin. Di ketina goristanê de polîs tu tiştekî nakin û êrîşkar bi wêrekiyeke mezin dikevin goristanê.
ÊRÎŞKAR: DÊ LI ŞAREDARIYA MEZIN ZILAM BÊ
Êrîşkarê bi navê Murat Alp ê ku bi wezîr Suleyman Soylu re wêne kişand, derdikeve ser dîwarê goristanê dibêje ku "Dê li bajarê mezin zilam bê" û naxwaze girse ji goristanê veqete û wan sor dike. Piştî demek kin, Alp ji bo bi polîsan re hevrû nebe, axaftinên wekî "Ez qurbana çavê polîsan, ez qurbana awirên polîsan" dike. Berî ku Alp derkeve ser dîwarê goristanê û girseyê bide rawestandin, bi telefonê hevdîtinekê dike.
POLÎS: ME MUDAXALEYÊ KESÎ NEKIR
Di dawiya bûyeran de polîsekî sivîl li êrîşkaran vedigere û dibêje ku "Lê mêze bikin me heta niha mudaxaleyê kesî nekir." Lê wezîr Soylu piştî bûyerê îdia dike ku: "Di kêliyê de mudaxaleya pêwîst hat kirin" û hemû daxuyaniyên ku dan derew derket.
GELO DÎMEN HATIN QUTKIRIN?
Di bûyerên wiha de divê kameraya polîsan bê navber qeydê bike, lê qeydên ku xistine dosyayê û ji dadgehê re hatine şandin de jî tê dîtin ku dîmen hatine qutkirin. Vê yekê jî pirsa "Dîmen hatin qutkirin?" di seriyan de çêkir. Di qeydên polîsan de dema cenazeyê Hatun Tugluk ji goristanê tê derxistin jî heye. Heman kamera piştre vedigere û diçe dîmenê gora ku hatiye kolandin dikişîne.
ÇI QEWIMÎBÛ?
Dayika Alîkara Hevserokên Giştî ya HDP'ê Aysel Tugluk Hatun Tugluk li Enqereyê jiyana xwe ji dest dabû, piştî merasîma li Mala Cemê ya Ergazî Pîr Sultanê ta Batikentê, di 13'ê Îlonê de malbatê xwest cenazeyê Hatun Tugluk li goristana taxa Încekê ya Gulbaşiyê defin bikin. Di merasîma cenaze de wekîl û rêveberên HDP'ê, Aysel Tugluk jî bi destûrê ji Girtîgeha Kandirayê beşdarî merasîma cenaze bûbû.
Ji ber ku Aysel Tugluk dereng ji girtîgehê hat derxistin, cenaze demek dirêj nehat definkirin û komekê bi kevir û daran êrîşê cenaze kir. Her çendî polîs li herêmê hebûn jî mudaxaleyê êrîşkaran nekirin, li ser vê malbata Tugluk cenaze dîsa anî Mala Cemê û rojek şûn de cenazeyê Hatun Tugluk li welatê wê li Dêrsimê defin kiribû.
MA / Bariş Boyraz