ERZIROM – Bivê nevêya erziromiya kebaba eşqiyayan bîco an jî bi navê xwe yê dîtir kebaba caxê, hîn jî tercîha ewil a mudawîmên wê ye.
Bivê nevêya Erziromê kebaba caxê hîn jî yek ji wan çêjên ku herî zêde tê tercîhkirin. Hoste Haydar Agmîl ku 17 sal in li Erziromê kebaba caxê çê dike, behsa çêkirina wê kir. Agmîl, got ku navê wê yê eslîn kebaba eşqiyayan ne û wiha got: “A rast cax navê wê metala ku em goşt têra dikin. Di sala 1980’yî de navê wê dibe kebaba caxê. Navê wê yê rastîn kebaba eşqiyayan e. Berê ji dêvla wî metalê ku niha pê tê rakirin, goşt di darikan dihat rakirin û ji ber vê jê re digotin bîco. Evliya Çelebî di Seyahatnameya (Geştname) xwe de ji bo vê kebabê dibêje ‘xwarina muxtelif a komek eşqiyayên li quntarên Çiyayê Palandokênê hêwirîne.’ Navê eslîn yê vê çêjê kebaba eşqiyayan e.”
KEBABEKE ÇÊJDAR
Agmîl, anî ziman ku kebaba caxê kebaba herî çêjdar û paqij a cîhan ye. Agmîl got ku sedema vê jî ew e ku tu tiştek li goşt nayê zêdekirin. Agmîl ev tişt gotin: “Goştê wê ya ê miyan an jî yên berxikan e. Pêşaniya me goştê berxikan e. Heke em ê berxikan peyda nekin, em bi yên miyan çê dikin. Piştî peydakirina goşt, tişta herî muhîm jî terbiyekirina goşt e. Heta tu rehikên goşt wernegirî, ew goşt nayê xwarin. Piştî wergirtina rehikan, em îsota hişk a hûrkirî, pîvaz û xwê lê dikin û rojekê didin sekinandin. Paşê jî em wî goştî dixin hesinê li ser ocax. Em li ser agir dibirêjin, bi kêran jê dikin û bi awayekî germ berpêşî muşteriyan dikin.” Agmîl got ku, hemû kesên ji derve tên bajêr vê kebabê ditahmijin.