Rojnamegeriya ji Dêra Zorê: Armanca me ya sereke jin e

  • jin
  • 09:03 21 Mijdar 2017
  • |
img

RIHA - Rojnamegera ji Dêra Zorê Rewa Taha demekî li Sûriyeyê rojnamegerî kir dema derbasî Rihayê bû ji neçarî dest jê berda, armanca jiyana xwe bi gotinên wekî "jin, jin, jin" anî ziman.

Rewa Taha ya ji Sûriyeyê, li Dêra Zorê rojnamegerî dikir. Di sala 2011'an de bi destpêka raperîna li Sûriyeyê re bi carekê de xwe li qadan dît. Hem wekî jin û hem jî wekî rojnameger gelek zehmetî kişandin. Ji bo tiştên li welatê wan diqewime nîşanê cîhanê bike, bi hevrêyên xwe re rojnameya bi navê Şoreş derxist.
 
Piştî DAIŞ Dêra Zorê dorpêç dike, di sala 2014'an de neçarî gundê xwe terk dikin û derbasî Rihayê dibin. Taha dest ji rojnamegeriyê jî berdide, niha di bin sîwana Civaka Dêra Zorê de xebatên xwe dewam dike. Taha têkoşîna jin û rojnamegeriyê vegot.
 
Taha diyar kir ku pirsgirêkên ku civaka Sûriyeyê kişandine, jinên Dêra Zorê jî kişandine û wiha pê de çû: "Tu merhameta vê pergalê ya li hemberî jin û zarokan tune. Min wekî rojnamegereke jin hemû zehmetî kişandin."
 
'EM LI DIJÎ ŞER BÛN'
 
Taha got ku "Pêvajoya ku em tê de bûn, da nîşan ku meyê ev zilim êdî qebûl nekira" û her roja ku derbas dibe hêj zêdetir tev li têkoşînê dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Berî ku şoreşa Sûriyeyê veguhere têkoşîna çekdarî, em li dijî çek û şer bûn. Di hemû xwepêşandanan de me çiqila dara zeytûnê ji bo xwe kir bang. Di vê pêvajoyê de me tenê azadiya xwe û daxwazên gelê xwe xwest. Li dijî van daxwazên me, rejîma Esad beyî ku bêje ev jin û zarok, her kes binçav kir. Di heman demê de li girtîgehan îşkenceyê dest pê kir. Di Tebaxa 2011'an de leşker şiqitî kuçeyan û çek rastî gelê sivîl kir. Bi vê re gelek welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Êdî şerê çekdarî dest pê kir. Gelek kes tev li şerê çekdarî bûn. Di Îlona 2012'an de rejîmê komkujiyek mezin pêk anî."
 
BI HATINA DAIŞ'Ê RE TERK KIRIN
 
Taha anî ziman ku wan wekî rojnameger bi rêya medyaya civakî agahî li cîhanê belav dikirin û heta sala 2014'an jî li Dêra Zorê mane û ev tişt got: "Li wir ji karê rojnamegeriyê zêdetir, min alîkariya birîndar û kesên pêwîstiya wan bi alîkariyê heyî dikir. Me bi saziyên alîkariya mirovan dikir re têkilî datînî. Ew qada ku em lê bûn zêdetir sivîl lê bûn. Rejîma Esad bi hinceta hêzên OSO'yê li wir in êrîş pêk tanî. Dema Dêra Zor ket destê DAIŞ'ê em ji wir derketin. Em gelekî xemgîn bûn, lê heke me dest ji herêmê berneda, dê em bikuştana."
 
'JIN JIN JIN'
 
Taha aşkera kir ku ew bi kelekê ji Çemê Firatê derbas bûne û ev tişt anî ziman: "Min di sala 2013'an de Rêxistina Jinên Sûriyeyê ava kir. Ji ber wê DAIŞ'ê navê min xist lîsteya kesên li wan digerin. Ez neçarî hatim Tirkiyeyê û min xebat li vir meşandin. Me xwest em jinan li vir bigihînin hev û ji bo nasnameya jinê derxin holê me xebatên rêxistinî kirin. Me semîner li darxistin û xwest jinan bi pêş bixin. Em niha di bin sîwana Civaka Dêra Zorê de xebatên xwe dewam dikin."
 
Taha piştrast kir ku wê ji neçarî dest ji rojnamegeriyê berdaye, gelekî hez karê rojnamegeriyê kiriye û armanca xwe ya jiyanê jî bi gotinên wekî "Jin, jin, jin" anî ziman.
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel
                                                                                                                                                                                                                                           
 
 
 
 

Sernavên din

22/11/2017
19:29 Maşîna zirxî ya polîsan zarokeke din birîndar kir
17:14 Jinan banga tevlêbûna mîtînga 25'ê mijdarê kirin
16:53 Malên Elewiyan ên Meletiyê îşaret kirin
16:28 ‘Mahîr Kiliç li dijî neheqiyê têdikoşe'
16:27 Hevserokê SES'ê Ozturk serbest hat berdan
15:39 250 parêzer ji bo hevdîtina bi Ocalan re dê serlêdan bikin
15:36 Polîsan îfadeyên bi nakok dan: Bersûc nas dike, şahid nas nake
15:19 Cenazeyê HPG’î Kaplan 75 roj şûnde hat definkirin
15:13 Polîsan hemû çalakvanên Yukselê binçav kirin
15:02 Ji bo jinên girtî kartên 25’ê Mijdarê şandin
14:44 Di 365 rojan de 365 mafên zarokan hatin binpêkirin
14:21 ÎHD: Îşkence li parêzer Îsteklî kirine
14:10 ‘Tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser jinê ye’
14:02 Beriya Zarrab îtîraf bike Îbrahîm Kalin mikur hat
13:56 Rojnameger Keleş: Hatim berdan lê ne azad im
13:33 Cezayê Encu yê ‘propagandayê’ vedigerînin 'endamtiyê'
12:45 ‘Ji kuçeyên Stenbolê heta kuçeyên Amedê em ê têbikoşin’
12:41 Cezayê pere yê li Keskîn hat birîn bû 105 hezar TL
12:08 'Li Girtîgeha Tekîrdagê binpêkirinên mafan gelekî zêde ne'
11:59 HDP: 900 DAIŞ'î çûn ku?
11:28 Malbatên 10’ê Cotmehê: Heya kujer bên darizandin em ê têbikoşin
11:13 Aksunger ê CHP'î: Di nava rêxistina Zarrab de mirovên Erdogan hene
11:10 Li girtîgehê jiyana Hz. Muhammed ‘bi taloke û mustehcen’ hat dîtin
11:09 Jinên li Stenbolê: Em bi hemû rengên xwe li Tunêlê bin
11:02 Rojanameya binpêkirinên li Tîpa F a Kirikkaleyê nivîsî hat desteserkirin
10:38 Îdiayeke girîng: Li Enqereyê amadekariyên piştî çûyîna Erdogan tên kirin
10:20 Herî zêde pêşniyarpirsên HDP’ê hatin redkirin
10:12 M.B: Polîsan ez di nava rê de derb kirim
10:11 Soza hilbijartinê bû, lê hat jibîrkirin
09:46 ‘Tawana cam bedewiya Kela Behlul Paşa xera kir'
09:43 Şer li Qerqamişê betalî û koçberî zêde kir
09:43 Karkerê 12 salî: Ji bo xeyala xwe dixebitim
09:42 Tirên, gar, behr, keştî û pirtûk li gel hev in
09:41 6 roj şûnde hayê emniyetê ji mirina Dayika Taybet çê bûye!
09:33 Bi atolyeyê xêzkirina wêneyan fêr dikin
09:33 Evîna 40 salan: Kevok
09:29 Ocalan: Ger deriyê Îmraliyê vebe dê hemû kes rehet bibin
09:28 Rojava ji bo cîhanê dibe mînak: Kota rabû temsîlyeta wekhev heye
09:21 Li Colemêrgê di 2 salan de 132 nexweşên penceşêrê zêde bûn
09:20 Jinên karker: Li malê zextên mêr, li zeviyê zextên çawûş
09:00 ROJEVA 22'Ê MIJDARA 2017'AN
07:25 Harîrî vegeriya Lubnanê
21/11/2017
18:47 Hevserokê HDP’ê yê Mahsertê hat girtin
17:37 Rojnameger Keleş û Aslan 8 meh şûnde hatin berdan
15:41 Rojnameger Keleş û Aslan 8 meh şûnde derxistin dadgehê
15:16 11 cenaze li goristana bêkesan hatin definkirin
14:46 Têkildarî teqîna Mêrsînê 3 kes hatin girtin
14:45 KESK: 21 hezar û 409 jin hatin îxrackirin
14:24 Li ser kevirê goran navê nasnameyê jî jê birin
14:08 Îrmez: Dê ji ber bêhurmetiyê lêborîn bê xwestin
13:57 Dozger: Hatiye darpkirin lê sivik e
13:08 Malên êzidiyan mohr kirin û gef li wan xwarin
13:02 Li 12 gundên Farqînê qedex rabû lê gundî bi fikar in
13:01 Malbatên DAIŞ’ê: Weke ku biçin çarşiyê di sînor re derbas kirin
12:33 3 sal û mehek ceza dan rojnameger Guven
12:15 Ji bo zarokan jî carnan tiştên baş dibin!
11:48 Doza aktîvîsta TJA Ata hat taloqkirin
11:36 Parêzerên Ocalan cara 706’emîn serî li dozgeriyê dan
11:31 Niha jî Sûr kirin qada tiryak û fihûşê
11:24 Dadgehê xwest doza Demîrtaş neqlî bajarekî din bikin
11:23 Polîsan bi ser avahiya HDP’ê de girt
11:22 Dema dixwazin dibe: Cenazeyê Eroglu di rojekê de dan
10:58 Dîmenê polîsan Soylu derewand: Êrîşkar 'ermenîno' diqîrin
10:22 Yegîn: Li Katalonyayê grev diyarker in
10:21 Li Pasûrê qedexe hat rakirin
10:21 Navenda Jinên Ciwan a Şehît Bêrîvan a Şengalê vebû
09:30 Hîn jî kebaba eşqiyayan ango kebab caxê tercîha ewilîn e
09:29 Di 24 salan de 11 caran hat sirgûnkirin
09:05 Polîsan sîxurtî lê ferz kir: Em nabêjin neçe HDP’ê, lê alîkariya me bike
09:05 Bi salan keça xwe parast, lê nikaribû…
09:04 Kovar û cilûbergên gelêrî kirin delîla ‘endamtiya rêxistinê’
09:03 Rojnamegeriya ji Dêra Zorê: Armanca me ya sereke jin e
09:02 ‘Herî zêde jin di parastina dewletê de tên kuştin’
09:02 Ji bo bêhna berê ji firingiyan bê, tovê herêmî belaş belav dikin
09:01 Bazidî: 5 meh derbas bûn, lê hîn jî peykerê Xanî nehatiye bicihkirin
09:00 ROJEVA 21'E MIJDARA 2017'AN
20/11/2017
19:02 Serokê AKP’ê yê Mêrdînê îstifa kir
16:23 Encamên Pêşbirka Wêneyan a Onkol aşkera bû
16:09 TDÎ: Ferzkirina nasnameya li ser girtiyan didome
15:42 'Divê mafên zarokan bên parastin'
15:31 Xizmên girtiyan: Dozger fermana îşkenceyê da
15:01 Yildirim: Çiqas 27'ê Mijdarê nêz dibe tirsa hikûmetê zêde dibe
15:00 ÎHD: 135 hezar û 517 zarok teşwîqî sûc kirin
14:42 Polîsan 5 çalakgerên Yukselê binçav kirin
14:32 ‘Zarokên kurd bi zimanê xwe perwerdehiyê nabînin’
14:18 Ji CÎSST û TCPS'ê rapora zarokan: Binpêkirin herî zêde li Sincanê ye
13:50 Lavrov: Temsîla hemû beşên li Sûriyeyê girîng e
12:45 Maşîneya zirxî hestiyên wê şikand
12:35 Karkerê 8 rojin di grevê de ye: Çima 270 karker ji kar derxistin?
12:29 Dadgeha Federal a Iraqê biryara betalkirina referandûmê da
11:45 'Mafê zarokên girtî nayê naskirin'
11:13 Doza Rojnameger Keleş û Aslan sibê ye
11:01 Polîsên 4 sal berê li zarokê 8 salî îşkence kirin hêj serbest in
10:40 Ekolojîst: Ekosîstemê dewrî sermayeyê dikin
10:09 Dadgehê cezayê zarokan xera kir
09:19 'LGBTÎ li her qadê rastî cudakariyê tên'
09:18 Hişyariya qanûna Torbe: Dê derya bibin çol û perav dûr bikevin
09:17 Bertek nîşanî rûxandina goristanan dan: Tehemula hestiyên me jî nakin
09:16 Kujerên Kaymaz bi 13 guleyan kuştin 13 salin serbest in
09:15 Dadger di kuştinên jinan de ‘daxistinên zilamtiyê’ pêk tîne