AGIRÎ –Qeyûmê ku peykerê ramanwerê kurd Ehmedê Xanî da rûxandin, dema bertekên tund xwe dan der, gotibû ew ê yê nû çê bikin. Di ser rûxandinê re 5 meh derbas bûn, lê hîn jî peyker nehatiye çêkirin û her wiha heta niha ji bo çêkirinê jî tu xebat naxuyên. Şêniyên Bazidê dixwazin demildest peyker li cihê wê yê bere bê danîn û wiha gotin: “Nikarin Xanî ji dil û mêjiyê me derînin.”
aQeyûmê tayînî Şaredariya Bazîdê hat kirin, peykerê Ehmedê Xanî ku ji aliyê şaredariya DBP’î ve hatibû çêkirin dabû rûxandin. Piştî peyker hat rûxandin gelek derdoran bertek nîşanî vê yekê da. Li ser bertekan qeyûm daxuyandibû ku ew ê di demeke herî kurt peyker çê bikin û wan sîparîş daye. Lê belê 5 meh derbas bûne, hîn jî ne peyker hatiye bicihkirin û ne jî tu xebat hatine meşandin. Şêniyên navçeya Bazîdê bertek nîşanî vê rewşê dan.
‘JI BER XANÎ Û NEVIYÊN WÎ SERÎ NETEWANDIN PEYKERÊ WÎ RÛXANDIN’
Esnafê bi navê Tahîr Bayraci, dest nişan kir ku qeyûm bi qesdî peykerê Xanî daye rûxandin û wiha got: “Di dîroka kurdî de Xanî kesekî girîng e. Her kes bi vê dizane. Ji mêj ve tê xwestin ku kurd ji çand û dîroka xwe bên dûrxistin. Der barê kurdan de çi hebe dewlet qedexe dike. Ji ber Xanî di dîroka kurdî de şexsiyeteke girîng e, bi zanebûnî peykerê wî rûxandin. Armanca wan ew e ku kurdan bê dîrok, bê çand bihêlin. Çimkî tu bi rihetî karî berê gelekî bê dîrok û bê çand bidî her derî. Ji bo dewlet berê me bide cihê ku ew dixwaze, hewl dide me bê dîrok bihêle û kurdên sertewandî dixwaze. Lê belê, Xanî tu carî serî netewand, neviyên wî jî serî netewandin. Ji ber vê dixwazin Xanî ji mêjiyê me paqij bikin. Ji ber vê peykerê wî rûxandin.”
Bayraci, anî ziman ku qeyûm karmendekî tayînkiriye û bi bacên mirovan meaşê xwe werdigire û li ser navê dewletê êrîşî nirxên gele kurd dike. Bayraci anî ziman ku mirovekî ku bi darê zorê ketibe rêveberiyê, guh nade mirovan û li gor xwe tev digere. Bayraci, dest nîşan kir ku heke rêza qeyûm ji bo mafên mirovan hebe, wê peykerê Xanî bi cih bike û wiha got: “Xanî tenê ne ji bo kurdan, ji bo hemû gelan kesekî girîng e. Nikarin bi zorê wî ji dil û mêjiyê me derînin.” Bayraci, dest nîşan kir ku dibe ku parkên bi navê Xanî û peykerên wî birûxînin, lê belê kes nikare wî ji dil û mêjiyê wan derîne. Bayraci got ku ew bi navê Xanî sond dixwin û paşê dest bi karê xwe dikin.
‘12 MEH DERBAS BÛN, LÊ PEYKER BI CIH NEKIRIN’
Esnafê bi navê Ekrem Muftuoglû, dest nîşan kir ku Ehmedê Xanî nirxeke mezin e û wiha got: “Em dixwazin li şûna peykerê hatiye rûxandin peykerekî hîn mezintir bi cih bikin. Qeyûm hat her tişt tev li hev kir. Ji ber rûxandina peyker em xemgînin. 6 meh derbas bûn, lê 12 meh jî derbas bibin ne bawerim ku bi cih bikin. Ji ber fikr û armanca wan cuda ye, ji bo tunekirina çanda me her tiştî dikin. Divê qeyûm demildest dev ji vê şaşiyê berde. Divê peykerê Xanî ji nû ve çê bike û li şûna wê bi cih bike.”
Bûrhan Ozcan jî anî ziman ku ew dixwazin demildest peykerê Xanî li cihê wê yê bere bê bicihkirin. Ozcan, dest nîşan kir ku Xanî orf û edetê gelê kurd e û ew xwe wek neviyên Xanî dibînin.
Qeyûmê ku peykerê ramanwerê kurd Ehmedê Xanî rûxandibû, her wiha tabelaya Parka Kulturê ya li ser navê wî bû jî rakiribû.
MA / Mahmut Ruvanas