STENBOL - Malbatên 8 kesên piştî êrîşa bombeyî ya li dijî polîsên Beşîktaşê ku sala borê pêk hat, diyar kirin ku di 6’ê Mijdarê di dema zarokên wan derketin dozê, dozger bi gotina “Çi hewce be bikin” fermana îşkenceyê da. Malbatan serî li ÎHD’ê da.
Li navçeya Beşîktaşa Stenbolê di 11’ê Cotmeha 2016’an de li dijî polîsan êrîşa bobeyî pêk hat. Piştî êrîşê Hîkmet Olçer, Necîp Yilmaz, Hamîde Yilmaz, Sercan Bîngol û Ridvan Doner hatin binçavkirin û girtin. Malbatên kesên girtî bi îdîaya îşeknce li xizmên wan hatin kirin serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Stenbolê dan. Piştî serî lêdanê civîna çapemeniyê li avahiya ÎHD’ê hat dar xistin.
Malbatan, diyar kirin ku di 6’ê Mijderê di rûniştina dozê ya yekem de ku li 29’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hatin dîtin, li ber çavê dadgehê û di dema birina Girtîgeha Sîlîvriyê îşkence xizmên wan hat kirin.
'EM DOZDARIN'
Di civînê de bavê Sercan Bîngol ê girtî Bahattîn Bîngol axivî û wiha got: “Zarokên dema anîn salona dadgehê nexwestin bê parêzer parastin bikin. Li ser vê yekê dozger fermana ‘Van bibin, çi hewce be bi wan bikin’ da. Piştî vê fermanê destên wan bi paşve kelepçe kirin, li ber çavên dozger, heyeta dadgehê îşkence bi zarokên me kirin. Di derenceyan de kaş kirin. Piştî zarokên me ji hevalên xwe re dibijên ‘îşkenceyê dikin’ girtiyên din jî serî hildan. Piştî girtiyan serî hildan rayedarên girtîgehê nû mudaxileyê bûyerê dike. Îşkence li zarokên me kirin. Tu têkiliya wan bi bûyera Beşîktaşê re tuneye. Em dozdarin û em şopdarê vê dozên e.”
'EM DOZDARÊ DOZGER Û HEYETA DADGEHÊ NE'
Bavê Hîkment Olçer Abdurrahman Olçer jî, diyar kir ku fermana îşkenceyê dozger da û wiha axivî: “Em dozdarê dozger û heyeta dadgehêne. Li zarokên em dixin. Gelo qanûn û edaletek wiha heye?”
Dayîka Necîp û Fatma Yilmaz ên girtî Hamîde Yilmaz jî, da zanîn ku kesekê wê tuneye û wiha got: “Her du zarokên min jî bê sûcin. Tu gunehê wan tuneye. Bê belasebeb îşkence li zarokên min kirin. Ezê şopdarê doza her du zarokên xwe bim.”
'DÊ SERLÊDANA SÛC BIKIN'
Parêsera ÎHD’ê Nagehan Avçîl jî axivî û wiha bilêv kir: “Girtiyan nexwestine bê parêzer îfade bidin. Mafê bersûcan ên dem bixwazin tim heye. Li vê derê dozgerê gotî ‘Çi hewce be bikin’ mijara tehrîk û provokasyonê ye. Em ê tişta pêwîst bikin û serî li Wezareta Dadê bidin. Em ê serlêdana sûc li HSKY’ê bikin.”