ENQERE - ÎHD'ê der barê zarokan de rapor amade kir û diyar kir ku di 9 mehên 2017'an de polîs û leşkeran 20 zarok qetil kirin, 308 zarok bi îstismara zayendî re rû bi rû man û wiha hat got: "Di dozên di nava salê de hatin dîtin, hat dîtin ku 135 hezar û 517 zarok teşwîqî sûc hatine kirin."
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi minasebeta 20'ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê raporek der barê zarokan de amade kir. Raporê balê dikişîne ser peymana navneteweyî ya mafên zarokan, aşkera dike ku mewzûata der barê mafên zarokan a li Tirkiyeyê gelekî bela wela ye û xwest "Qanûna Bingehîn a Mafên Zarokan" bê derxistin.
Rapora ku spartine daneyên Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK), aşkera dike ku di sala 2017'an de li Tirkiyeyê 28,7 yanî 22 milyon û 891 zarok hene. Li gorî raporê li Tirkiyeyê 2 milyon zarokên penaber hene, li Tirkiyeyê 7 girtîgehên zarokan hene, hezar û 825 ji wan hikumxwar, 2 hezar û 828 zarok di girtîgehan de ne.
Di raporê de tê gotin ku "Zarok li cihên ku li kreş û pêş dibistanê mezin bibin, li girtîgehan mezin dibin" û ev tişt hat gotin: "529 zarokên temenê wan 0-6 salî de bi dayikên xwe re li girtîgehan dimînin û ji vana 482 zarok temenê wan 0-3 salî ji pitikan pêk tên. Li gorî daneyên TUÎK'ê, di sala 2016'an de zarokên ku birine qereqolên polîs û leşkeran, li gorî sala 2015'an 10 qat zêdetir bûye, 333 hezar û 435 zarok di dema binçavkirinê de birine qereqolan." Di vê der barê de hin dane wiha ne:
* Der barê zarokan de 114 hezar û 752 doz hatine vekirin.
* Zarokên temenê wan di navbera 12-14 û 15-17 salî de, bi giştî 246 hezar zarok birine qereqolê. Ji van dozan dadgehê der barê 87 hezar zarokan de biryara hukumê daye û li 27 hezar zarokan ceza hatiye birîn. Mehmûmyetên din bi cezayên din hatine cezakirin.
* Der barê 65 hezar doz biryar hat dayîn; 49 hezar doz ji sala bê re hat hiştin.
* Li dadgehên zarokan û giran 8 hezar û 924 doz hatine vekirn û ji vana 4 hezar û 961 doz gihiştine encamê 3 hezar û 963 doz dewrî sala bê kirine. Dozên der barê zarokan de 250 rojan dajon. Dozên di nava salê de hatine, "Zarokê ku sûc bi wan dane kirin" hejmara wan 135 hezar û 517 di raporê de hatiye qeydkirin.
'890 HEZAR ZAROKÊN KARKER HENE'
Di raporê de kedxwariya zarokan jî cih girtiye, li gelenperiya Tirkiyeyê zarokên di koma temenê wan 6-17 salî de cih digirin, rêjeya îstîhdamê sedî 5,9 hatiye diyarkirin û bi giştî 890 hezar zarok wekî karker didin xebatê. Raporê balê dikişîne ser qedeya derketina derve jî û binpêkirinên mafan ên di vê demê de derketine pêş jî bi zelalî radixe ber çavan. Di raporê de tê aşkerakirin ku di dema qedexeyê de bi sedhezaran mirov hatine mexdûrkirin.
20 ZAROK HATIN KUŞTIN
Qedexeya li ser zimanê kurdî û nijadperestiya di vê der barê de jî di raporê de cih girtiye û tê gotin ku ji ber şer zarok jiyana xwe ji dest didin, tenê di vê salê de ji ber teqîna mayînan û êrîşên bombeyî 6 zarok, ji ber êrîşên hêzên ewlehiyê 6 zarok û ji ber maşîneyên zirxî jî 8 zarokan jiyana xwe ji dest dane.
DANEYÊN ÎHLALA MAFÊN ZAROKAN A ÎHD’Ê
Hin daneyên îhlalan ên ku ÎHD'ê bi derfetên xwe berhev kirine wiha ne:
* Ji ber xetayên fermî û îhlalan 23 zarokan jiyana xwe ji dest da. Di bûyerên qezayên serwîsan û jehrîbûnê yên li dibistanan de, 714 zarok birîndar bûn.
* 17 zarokan xwest întixar bikin, 12 ji wan jiyana xwe ji dest. 5 zarok bi awayekî bi fikar jiyana xwe ji dest dan.
* Li gorî agahiyên ku gihiştine ber destê me, 136 zarok li qada civakî, 24 zarok di nav malê de û 7 zarok li dibistanê hatin derpkirin.
CIVAKA KU ZAROKAN ÎSTISMAR DIKE!
* Li gorî nûçeyên ku di çapemeniyê de derketine, 308 zarok di qada civakî, mal û dibistanê bi îstismara zayendî re rû bi rû mane.
* Li gorî "Rapora Zayendpereziyê ya Perwerdeyê" ya Egîtîm Senê, di 5 mehên sala 2017'an de 182 zarok, li dibistan û cihên ku zarok lê dimînin bi îstismara zayendî re rû bi rû man.
* Li gorî daneyên Miduryeta Giştî ya Îstatîstîk û Sicîla Edlî, di sala 2016'an de di çarçoveya 21 hezar û 189 sûcên zayendî ku li dijî zarokan pêk hatine, biryar hatine dayîn. Dozên gihiştin encamê, sedî 58,8'ê wê hatine mehkûmkirin.
* Di sala 2017'an de serlêdanên ku li saziyên me hatine kirin û li gorî agahiyên ji çapemeniyê hatine girtin: 100 zarok di dema bûyerên civakî de hatine binçavkirin.
BÎLANÇOYA QEZAYAN
Li gorî daneyên TUÎK'ê di sala 2016'an de 864 zarokan di qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest dan. 55 hezar û 198 zarok birîndar bûn. Zarokên di qezayan de jiyana xwe ji dest dan, sedî 44,9'ê wan temenê wan 0-9 salî bûn. Di daneyan de jî diyar e, di trafîkê de qasî ku tê xwestin tevdîrên ewlehiya zarokan nayên girtin.
ZEWACA ZAROKÊN TEMENÊ WAN PIÇÛK
* Li gorî daneyên sala 2016'an ên TUÎK'ê, zewaca di temenê piçûk de li gorî demên borî piçekî kêm bûye, lê salê 600 hezar zewacên ku tên kirin, sedî 4.6'ê wan zarok tên zewicandin û li gorî îstatîstikên welidandinê, zarokên ku welidî ne rêjeya wê gelekî zêde ye.