ÎZMÎR – Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê bi boneya 20’ê Mijdarê Roja Mafê Zarokan a Cîhanê daxuyanî da û got ku hem zarokên Sûriyê hem jî zarokên kurdan bi zimanê dayika xwe perwerdehiyê nabînin.
Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê bi munasebeta 20’ê Mijdarê Roja Mafê Zarokên Cîhanê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Îzmrê Alî Aydin destnîşan kir ku li dijî zarokan her muamleya xerab pêk tê û got: “Divê ku li zarokan îşkence neyê kirin. Divê ku zarok beşdarî şer nekin û li cihên parastayî bên jiyîn.”
‘ZAROKÊN SÛRIYÊ DI NAV ŞERTÊN NEBAŞ DE NE’
Aydin da zanîn ku ji sala 2011’an ve li Tirkiyê gelek penaberên Sûriyê li gel malbatên hatin û bicih bûne û got: “Ne mimkun e mirov xwe bigîhîne daneyên zarokên penaberên Sûriyê. Zarok di nav şert û mercên nebaş de tên xebatandin. Zarokên penaber ji mafê xwe yê perwerdehiya zimanê dayika xwe bêpar dimînin.”
‘ZAROKÊN KURD JI MAFÊ ZIMAN BÊPAR IN’
Aydin bal kişand ser binpêkirina mafê perwerdehiyê zarokên kurd a li Tirkiyê û got: “Bi salan e zarokên kurdan li benda nasîna mafê perwerdehiya zimanê zikmakî ne. Li bajarên kurdan zarok rastî her bêmafiyê tên. Li dibistanan rastî cudahiyê tên û zimanê dayika wan tê qedexekirin. Şerê li herêmê her tim ji bo zarokên kurd xetere ye. Şer û mayîn û çekên giran dibin sedema mirina zarokên kurd.”
‘BILA MAŞÎNEYÊN ZIRXÎ WAN NEKUJIN’
Aydin bal kişand ser zarokên kurd ku ji aliyê maşîneyên zirxî ve tên qetilkirin û got ku ew daxwaz dikin ku êdî ji niha şûn ve zarok bi maşîneyên zirxî neyên kuştin û hemû mafê wan bê parastin.