STENBOL - CÎSST û TCPS'ê der barê rewşa zarokên girtî de rapor amede kir. Di rapora ku cih dan daneyên Wezareta Dadê de hat diyar kirin ku li girtîgehan bi giştî 2 hezar û 800 zarok girtî ne. Di raporê de hat diyarkirin ku herî zêde glî ji Girtîgeha Zarokan a Sîncanê hatiye.
Komeleya Civaka Sivîl a Pergala Înfaza Ceza (CİSST) û Navenda Xebatkarên Girtîgehê ya Tirkiye (TCPS), bi minasebeta 20'ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê rapor amade kir. CÎSST û TCPS'ê di raporê de cih da serlêdan û daneyên têkildarî binpêkirina mafên zarokan. Li gorî daneyên 7'ê Nîsana 2017'an zarokên temenê wan 12-18 salî hezar û 715’ jê kur û 63 jê keçik bi giştî hezar û 778 kes girtî ne. Di raporê de hat diyar kirin ku jê 994 kur û 28 keç bi giştî hezar û 22 zarok hikumxwar in û wiha got: "Li Girtîgehan bi giştî 2 hezar û 800 zarok girtî ne.
'DI SALA 2016'AN DE HÊJMARA ZAROKAN DERKET 12 HEZAR Û 423 ZAROKAN'
Di raporê de hat diyar kirin ku di sala 2009'an de 5 hezar û 728 zarok girtî bûn. Lê di sala 2016'an de hêjmara zarokên girtî gihiştiye 12 hezar û 423 kesan.
'JI 18 SERLÊDANAN JÊ 10 BÊ CEZA HATIN HIŞTIN'
Di berdewamiya raporê de hat diyar kirin ku di navbera salên 2010-2015'an de der barê 31 personelan de gilî hat kirin û wiha hat gotin: “Di serlêdanan de 64 lêpirsîn hatin vekirin. Di çarçoveya lêpirsînan de der barê 484 personelan de lêpirsîn hat vekirin. Kes rastî ceza hatiye. Li gori daneyên a Wezareta Dadê di navbera 2015 û 12'ê Îlona 2017'an de 18 serlêdan hat kirin. Ji 18 serlêdanan 10 serlêdan bê encam hatine hiştin. Di navbera mijdara 2015 û hezîrana 2017'an de giliyên 133 zarokan hatiye kirin. Giliyên zarokan di bin 12 sernavan de hatiye komkirin. 54 gilî hatiye kirin. Ji 54 giliyan zarok 203 caran mexdûr bûne. Di 38 pirsnameyan de 45 caran hatiye xuyakirin.
Di 203 giliyê 133 zarokan de 111 caran der barê îşkenceyê de gilî hatiye kirin. Di serlêdanên mijdara 2015 û hezîrana 2017'an de 111 zarokan der barê îşkenceyê de gilî hatiye kirin. Di 10 salan de 92 zarok rastî binpêkirina mafan hatine. Gilî bêtir der barê 15 girtîgehan de hatiye kirin. Herî zêde der barê Girtîgeha Zarokan a Sincanê de gilî hatiye kirin.
'DI 8 SALAN DE 18 ZAROKAN JIYANA XWE JI DEST DA
Li girtîgehên Tirkiye ji sala 2009'an heta Adara 2017'an 18 zarokan jiyana xwe ji dest dane. Ji 18 zarokan 10 jê hêj darizandina wan berdewam dikir. Di navbera 2015 û 2017'an de ji 6 zarokan jê 5 zarokan li kawişên xwe jiyana xwe ji dest dane. Yek jê întîhar kiriye.
CÎSST, TCPS, di navbera mijdara 2015 û hezîrana 2017'an de têkildarî 135 serlêdanên binpêkirina mafan serî li Wezareta Dadê, Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan, Komîsyona Mafê Mirovan a TBMM, Saziya Wekhevî û Mafên Mirovan a Tirkiye, Lijneya Şopandina Girtîgehan a Bajaran bi giştî serî li 6 sasiyan daye. Lê yek saziyê jî diyar nekiriye ku binpêkirina mafan heye.