NAVENDA NÛÇEYA - Dadgeha Federal a Iraqê biryara betalkirina referandûma ya Herêma Federal a Kurdistanê da û diyar kir ku li dijî destûra bingehîn e.
Berdevkê Dadgeha Federal a Iraqê Eyas Samuk têkildarî biryara Dadgeha Federal a Iraqê de daxuyanî da. Eyas Samûk di daxuyaniyê de wiha got: "Dadgeha Federal a Iraqê îro biryar da ku referandûma 25'ê Îlonê li Herêma Kurdistanê û herêmên din pêk hat ne destûrî ye. Ev ji tê wê wateyê ku betalkirina hemû encamên referandûmê digire nava xwe."
Dadgeha Federal a Iraqê îro têkildarî dozên li dijî referandûmê hatin vekirin kom bû.