MÊRSÎN - Nûnera ÎHD'ê ya Akdenîzê Prz. Yasemîn Dora Şeker, bi minasebeta 20'ê Mijdarê Roja Mafê Zarokên Cîhanê girtîgeha Tarsusê ziyaret kir û rewşa zarokên ku tevî dayikên xwe li girtîgehê lêkolîn kir. Prz. Şeker, diyar kir ku mafê zarokan ê kreşê, doşekên cuda yên zarokan, mafê derve û stendina oksijenê û mafê lîstikê tev tên binpêkirin.
Li gorî daneyên Wezareta Dadê di 20'ê Mijdarê Roja Mafê Zarokan a Cîhanê de li Tirkiye ji 2 hezar û 767 zarokên girtî jê 669 zarokên di navbera 0-6 salî de tevî dayikên xwe girtî ne. Nûnera ÎHD'ê ya Akdenîzê Prz. Yasemîn Dora Şeker, bi minasebeta 20'ê Mijdarê Roja Mafê Zarokên Cîhanê girtîgeha Tarsusê ziyaret kir û rewşa zarokên ku tevî dayikên xwe li girtîgehê lêkolîn kir. Prz. Şeker, diyar kir ku wê li Girtîgehea Tîpa T a Tarsûsê muweklên xwe ziyaret kiriye û mafê zarokan ê kreşê, doşekên cuda yên zarokan, mafê derve û stendina oksijenê û mafê lîstikê tev tên binpêkirin.
'XEZMETA TENDURISTIYE NAYÊ DAYÎN'
Prz. Şeker, li Girtîgeha Kampusa Tarsûsê Nursel Yigît ziyaret kir û diyar kir ku Yigît destnîşan kiriye ku li girtigehê 6 dayik tevî zarokên xwe dimînin û yek ji wan Safiye Yagmur e. Şeker, anî ziman ku zarokê Yagmur ê 1 salî ji ber tavê nabîne nexweş ketiye û zarok bi qasî tê xwestin ji xizmeta tenduristiyê sûdê nagirin. Şeker, destnîşan kir ku zarokên dibin revîrê jî bêyî muayina fîzikî bikin tenê pirsa "çîyî wî heye?" dipirsin û derbas dibin.
‘QADA LÎSTIKÊ TUNE YE'
Prz. da zanîn ku ji bo zarokên girtî doşekên cuda tune û zarok jî tevî dayika xwe radizên û wiha got: "Şensa zarokan a tevî zarokên din bimînin û li qadek cuda bilîzin tune ye. Her dem li kawîşê tevî dayikên xwe dimînin. Dayik kijan xwarinê dixwin zarok jî mecbûrî wê xwarinê dixwin. Ji bo zarokan xwarina bi taybet nayê çêkirin. Zarok nikarin hewê û oksijenê bistînin. Zarok nikarin tevê û hewayê bistînin. Dîsa qada zarokan a lîstikê tune ye."
Prz. Şeker, da zanîn ku Mevlude Guler a tevî zarokê xwe girtî jî ziyaret kiriye û wiha got: "Mevlude Guler dê 6 sal û 3 mehan girtî be. Di ziyaretê de got 'Ez tevî zarokê xwe girtî me. Ez nizanim dê li vir çi bê serê kurê min. Ji bo em derkevin revîrê em daxwazname didin. Lê 4 meh şûn de dora revîrê tê me. Dema zarokê min nexweş bikeve em dê çi bikin.' Dayik ji ber vê rewşê di girtîgehê de travma dijîn.
Zagon ji bo girtiyên edlî û siyasî wekî hev nakevin meriyetê.
DIVÊ JI BO ZAROKAN ÎNFAZA DAYIKAN BÊ TALOQKIRIN
Şeker, bal kişand ser rewşa dayikên ku tevî zarokên xwe girtî û wiah got: "Divê cezayê dayikên ku zarokên wan biçûk bê taloqkirin. Heta ku zarok mezin dibin û dikaribin li ser piyên xwe rawestin divê dayik neyên girtin. Zarokên li girtîgehê mezin dibin ji mafê xwe yê perwerde, tenduristî û civakî bêpar dimînin."