MÊRSÎN – Doza polîsên di 2013'an de li Qereqola Polîsan a Sitelerê zarokê 8 salî D.O darp kirin 4 salin hêj bi encam nebûye. Polîsên işkence li D.O. kirin, hêj li ser karin.
Li Navçeya Akdenîz a Mêrsînê polîsan di 2013'an de li Qereqola Polîsan a Siteler îşkence li zarokê 8 salî D.O. kirin. Li Qereqola polisan bi îdîaya 'zarokên kevir davêjin polîsan dîsa bi civakê bidin qezenckirin' salonên lîstikan ava kirin. Der barê 3 polîsên ku di 2013'an de li salonê îşkence li zarokê 8 salî D.O. kirin de li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrsînê doz hat vekirin. 4 sal derbas bû, lê hêj doz bi encam nebûye. Dozger der barê polîs O.D. de ji 8 salan heta 15 salan cezayê girtîgehê dixwaze. Der barê polîs H.K., B.D. û O.F.K. de jî ji bo her yekî 2 sal ceza dixwaze. Di rapora Pisporê Xizmeta Civakî S.O de hat diyar kirin ku zarokê niha bûye 12 salî D. O. û malbata wî hatiye arastekirin.
NEXWEŞXANEYÊ RAPORA TRAVMAYÊ DAN WÎ
Heyeta pispor di raporê de diyar kir ku D.O di 12'ê Îlona 2013'an de li Qereqola Polîsan a Sîteler rasti lêdanê hatiye û bi armanca mudaxaleyê li Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Zarok û Jinan a Mêrsînê hatiye razandin. Heyetê da zanîn ku rewşa talûkeya jiyanê tune ye. Heyetê di berdewamiya raporê de diyar kirin ku der barê D.O. de 2.5 meh şûnde Serokatiya MakeZanîna Nexweşî û Tenduristiya Ruh a Zarokên Kamil a Fakulteya Tipê ya Mêrsinê di 22'ê Çileya 2014'an de rapora “Têkildarî tundiya fîzîkî kes ‘piştî travmaya kronik' stresa wî xera bûye hêza wî ya famkirinê xera bûye." daye. Di raporê de hat diyar kirin ku D.O dema bûyer pêk hatiye 8 salî ye, Ninake wekî kesê gihiştiye têkiliya sedem û encamê baş analîz bike. Di vî temenî de zarok nikare wekî mezinan pêşeroja xwe diyar bike û alazî bike. Pismorê Xizmeta Civadî diyar kir ku di îfadeya dawî de, D.O 12 salî ye û di vê serdemê de zarok êdî dikarin wekî mezinan bifikirin û biryarê bidin.
Pisporê Xizmeta Civkaî S.O. di beşa nirxandina raporê de wiha got: "Li cihê bûyer pêk hatiye bûyerên terorê zêde pêk tên. Di bûyeran de ji ber zêde bûyerê terorê pêk tên, polîsan bi armanca rê li pêş tevlêbûna zarokan a van bûyeran bigirin bernameyên bi vî rengî pêş xistin. S.O. da zanîn ku zarok D.O. û malbata wî hatiye arastekirin.
'ZAROK JI BER ZEXTAN ÎFADEYA XWE PAŞVE KIŞAND'
Parezerê malbata D.O. Alî Bozan, anî ziman ku piştî bûyerê ji ber ku polîs hêj li ser karin û gumana ku zextan li ser mexdûr û delîlê dozê bikin xwestine girtî bên darizandin. Bozan, anî ziman ku ev daxwaza wan a polîs bila girtî bên darizandin hatiye redkirin. Bozan, anî ziman ku polîsên îşkence li D.O kirine, bi awayekî vekiri zarokên 7, 8 û 9 salî yên bûne şahid tehdît kirine û îfadeya wan dane guhertin. Bozan, destnîşan kir ku zarokên bûne şahid ji ber zextên li ser wan îfadeya xwe guhertine. Bozan, anî ziman ku D.O dîsa ji aliyê heyeta dadgehê û pisporê xizmeta civakî ve hatiye guhdarkirin û rapor ji nûve hatiye amadekirin.
PISPORÊ ZANE ERKA XWE XERAB PÊK ANÎYE
Bozan, destnîşan kir ku pisporê zane erka xwe xerab pêk anîye û li dijî erka xwe tev geriya ye. Bozan, destnîşan kir ku dê sibê (di 21'ê Mijdarê) roja rûniştina dozê di dozê de vê yekê îtîraz bikin.
BOZAN: KESÊ ZANE EM ARASTE KIRINE
Bozan, destnîşan kir ku zarokekî 8 salî hûn bixwazin jî hûn nikarin wî araste bikin û wiha got: “Zarokên şahid diyar kirin ku D.O rastî lêdanê û îşkenceyê hatiye. Zarokên şahidên bûyerê wê demê di navbera 7 û 9 salî de bûn. Zarokan wê demê li dozgeriyê diyar kirin ku polîsan li D.O. îşkecne kiriye. Pir aşkere teşhîs kirin. Hûn wê demê bixwazin jî nikarin araste bikin. Lê bersûc ji ber ku serbest tên darizandin wan bandor li ser şahidan û heyeta pispor çe kiriye. Ji ber vê yekê em dibêjin esil kesê zana em araste kirine."
MA / Berivan Altan