EDENE - Endamên Piştevaniya LGBTÎ ya Edeneyê, diyar kirin ku her roja derbas dibe êrîşên li ser wan zêde dibin û wiha gotin: “LGBTÎ yên ji ber ewlehiya wan a civakî û dahatuyeke wan a bi pergal tuneye rastî cudakariyê tên û nikarin xwe biparêzin.”
Endamên Piştevaniya Lezbiyen, Gey, Bîseksuel, Trans û Înterseks (LGBTÎ) Edeneyê, diyar kirin ku ji ber nasnameya wan a zayendî, bi îlan kirina OHAL’ê re li ser wan êrîş zêde bûne. Endama Piştevaniya LGBTÎ ya Edenê Onur Eser, anî ziman ku mîna endamekê trans li malê, koçeyan û qereqolan rastî tacîzên devkî tên. Eser da zanîn ku sedama van tacîzan pêşde nêrîna mirovane.
Eser di dewama axaftina xwe de wiha got: “Berî demekê hatim binçavkirin û ez birim qereqolê. Di lêpirsîna polîsan de, telefona min di lêpirsînê re derbas kirin. Dema polîsan lêpirsîna telefona min kirin hinek wêne dîtin. Li vê derê rastî tacîza bidevkî ya polîsan hatim. Polîs ji min pirsa “Gelo ev tu çi kesî û ev çine? kir. Dema ku mirov trans be, wisan li rastî cudakariyê tê. Mînakên vê yekê pirin.”
'ME NEÇARÎ KOÇBERIYÊ DIKIN'
Endamê Piştevaniya LGBTÎ yê Edenê Biray Şahan jî, diyar kir ku LGBTÎ dinava civakê de rastî cudakariyan tê û wiha got: “Çawan ku mafê welatiyan yên civakî û aborî hene, divê yên LGBTÎ jî hebin. LGBTÎ ji bo azad û rehet bijîn, neçarin ji malbat, gund, navçe û derdora lê dijîn, koçî Stenbolê bikin.”
'EM DI HEDEFÊ DENE'
Şahan, dest nîşan kir ku LGBTÎ bi nasnameya xwe ya vekirî kar nabînin û wiha bilêv kir: “Dema em nasnameya xwe aşkere dikin vê carê em rastî tacîz û şantajan tên. Tu ewlehiya canê me tuneye û em rastî cudakariyê tên. Bi tena serê xwe em nikarin xwe biparêzin. Gelek hevalên me rastî tundî û heqaretên polîsan tên.”
'HERÎ ZÊDE LI TIRKIYEYÊ TRANS TÊN KUŞTIN'
Şahan, gotinên xwe wiha domand: “Li gorî Nexşeya Ewropa ya Mafê Transan a 2015’an li Tirkiyeyê herî zêde trans tên kuştin û di vî warî de Tirkîye di rêza 9’emîn de cih digire.”
(hk/ba