STENBOL - Berdevdekê Demî yê Komîsyona Mafê Zarokan a (ÎHD) Îsa Orken, diyar kir ku piştî Tirkiye madeyên 17, 29 û 30 ên Peymana Mafê Mirovan îtîraz kir, herî zêde madeya 19’emîn hat îhlalkirin û wiha got: “Ji xwe bi destê dewletê zarok tên kuştin. Divê ev îtîraz bên rakirin.”
Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, roja 20’ê Mijdarê 1980 wekî Hevpeymana Roja Zarokan qebûl kir. Di 2’ê Îlona 1990’an jî kir meriyetê. Bi Tirkiyê re 197 welat ev peyman qebûl kirin û belgeyê mora xwe li dîrokê xist. Ji derveyê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA), bi endamê Neteweyên Yekbûyî re Fîlîstîn, Vatîkan, Nîeu û Cook Adalarî ev peyman qebûl kirin. Tirkiyeyê di 14’ê Cotmeha 1990’î de Peymana Mafê Zarokan îmze kir û di 27’ê Çileya 1995’an de di rojnameya fermî de weşand û kir meriyetê. Bi vê peymanê mafê zarokên parastina armanca serekeye û dewletên ev peyman qebûl kirin divê mafê zarokan biparêzin, lê li Tirkiyeyê ev yek nayê kirin. Berdevkê Demî yê Komîsyona Mafê Zarokan a (ÎHD) Îsa Orken, diyar kir ku Tirkiye madeyên 17,29 û 30 ên di peymanê de cih digirin, îtîraza kirin.
Orken, anî ziman ku îtîrazkirina Tirkiye ya van madeyan bi mafê hindikayî ve girêdayî ye û wiha axivî: “Li vir ji xwe ji bo zarokên kurdan îtîraz kirin, lê dinava vê de kêm neteweyên Ermenî, Rum û yên din hene. Dibistanên kêm neteweyên din hene û ji bo wan statuyek taybet heye. Lê kurd ne mîna kêm neteweyan tên qebûl kirin û ne jî qewmê wan tê qebûlkirin. Ji ber vê bi her awayî zarokên kurdan tên mexdûrkirin. Bi zimanê dayîka xwe perwerdê nabîn in û bi zarokên din re dixin nava pêşbirkê. Ji xwe madeyên 17,29 û 30 hatine îtîraz kirin. Lê dema mirov li madeya 2’yemîn mêze dike, hemû welatên peyman qebûl kirin, beyî ku cudabûn bikin divê tevbigerin.”
'DIVÊ MAFÊ ZAROKAN ÊN ERÊNÎ HEBÎN'
Orken, da zanîn ku mafê herî xwezayî yê jiyanê ji destên zarokan hatine girtin û wiha got: “Li Kurdistanê bi maşineyên şer ên dewletê zarok tên kuştin. Em bûn şahidê ku panzêran pêl zarokan kirin. Li Tirkiyeyê mafê zarokan tuneye. Malbat zarokên xwe mîna pêşeroj û proje dibîn in. Cardin di hevdû berdanê de zarokê kur mîna gefan bikartînin û dikujin. Zarok mîna mirovan ne xwedî mafin. Divê mafê zarokan ên erênî hebin. Ji ber ku ew mirovên bê parastin in.”
'ZAROK BI DESTÊN DEWLETÊ TÊN KUŞTIN’
Orken, destnîşan kir ku li gel ku madeya 19’emîn nehat îtîraz kirin jî, herî zêde tê îhlalkirin û wiha bilêv kir: “Ji xwe bi destê dewletê zarok tên kuştin. Zarok mîna karkeran dixebitin. Mîna karkerên demsalî dixebitin û wan naşînin dibistanê. Li vê derê kedxariyek mezin heye. Zarok tên xebitandin, lê keda destê xwe nagirin.”
'DIVÊ TIRKIYE HEMÛ MADEYAN QEBÛL BIKE'
Orken, di dewama axaftina xw de wiha got: “Divê saziyên civaka sivîl zoriyê bidin dewletan. Ev tenê Tirkiye eleqeder nake. Zarokên karker pirsgirêka hemû welatane. Li welatên herî demokratîk jî karkerên zarok hene. Li Emerîkaya Latîn mirinên zarokan pirin. Di şerên navxweyî yên welatên mîna Tirkiyeyê û bi taybetî li Rojhilata Navîn zarok pir dimirin. Çekan dixin destên zarokan û zarokan dixin nava şer de. Ji ber vê yekê divê saziyên civakên sivîl û gel zane bibin û zextê li dewletê bikin.”
Orken, got ku divê Tirkiye madeyên îtîraz kirin qebûl bike û wiha domand: “Divê hemû welat vê yekê bikin.”
MADEYÊN MIJARA GOTINÊ NE
Madeyên Tirkiyeyê îtîraz kirin wiha ne:
* Madeya 17’emîn: Ji bo pêşketin û başbûna zarok, agahî girtin, li gorî komên kêm netew an jî endamê cemawerî ya herêmê pêdiviya ziman bê dîqatkirin.
* madeya 29’emîn: Di perwerdê de wekheviya fersendê esase. Ger dê disîplîna dibistanê pêk were, divê rêza ku ji mirovekê re bê dayîn ji zarokan re bê dayîn. Rêbazên perwerdeya hemdem, zanist û agahiyên nijadî bên pêşkêşkirin.
* madeya 30’emîn: Zarokên ji kêm netew û gelên herêmê, xwedî wî mafîne ku bi zimanê xwe biaxivin û ji ola xwe bawer bikin.
HERÎ ZÊDE MADEYA 19’EMÎN TÊ ÎHLALKIRIN
Madeya 19’emîn: Zarok li dijî hemû kedxarî, muameleya xerab, tundî û bêmafiyan bê parastine. Ligel ku ev made nehat îtîrazkirin jî, lê herî zêde tê îhlal kirin.