ENQERE - Tirkiye ku ji sala 1952'an de endamê NATO ye û perçeyekî NATO ye çima rastî mudaxaleya NATO hat? Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berê hişyar kiribû û gotibû "Eger ku pêvajoya çareseriyê biqede, dê deriyê Tirkiye li operasyonên NATO'yê vebe."
Di tatbîkata Natoyê ya li Norveçê de wêneyê Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan û wêneyê Ataturk di nava tabloya neyaran de hatibû nîşandan. NATO di tatbikatê de peyam dabû Tirkiye. Li ser vê yekê Erdogan 40 leşkerên xwe yê ku beşdarî tetbîqata NATOyê bibûn, bi şûn de vekişand. Piştî vê yekê niqaşa di navbera Tirkiye û NATO de kûr bû. Pozîsyona AKP'ê ku "li dijî NATO" nîşan da hêjayî nirxandinê ye.
Balkêş e beriya niha jî rojnameya berdevkiya AKP’ê Yeni Şafak jî manşeta "Plana Nato ya 2018'an a li dijî Tirkiye" bi wate ye. Rojnameyê ji 7'ê hezîranê heta niha her dem manşetên “Îtîfaqa Xaçliyan" zindî hişt.
ÇIMA TIRKIYE RASTÎ OPERASYONAN TÊ?
Piştî di navbera Tirkiye û NATO de krîz derket, gotin û hişyariyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin aqilan. Tirkiye ku bi NATO ve girêdayî ye, piştî fuzeyên S-400 krîn û bêtîr nêzî Rûsya bû, navbera Tirkiye û NATO xera bû. Tê gotin ku ji ber helwesta Tirkiye ya bi Îran û Rûsya re rastî operasyonên Ewropa û Rojava tê.
Piştî NATO hat avakirin 3 sal şûnde Tirkiye di sala 1952'an de bû endamê NATO. Piştre beramberî Gladio ya Tirkiye LijneyaTetkîkê ya Seferberiyê hat avakirin. Lijneyê di avahiya Heyeta Alîksariya Leşkerî ya Emerîka (JUSMATT) xebatên xwe meşandin. Ev rêxistin piştre bi navê Daîreya Heba Taybet, JİTEM, Hizbullah hebûna xwe berdewam kir. Wekî berdewamiya Teşkilat-i Mahsusa hat pênasekirin.
Gladio, piştre li dijî têkoşînên şoreşger û tevgera kurd pêş ket. Hem xwest li dijî tevgera kurdan şer bike û hem jî xwest bi şerê demdirêj Tirkiye bi hêzên têkildar ve girê bide. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji vê rewşê re gotibû ev polîtîkaya "Kîvroşk bireve, tazî bigire" ye.
KÎ GLADIO TEMSÎL DIKE?
Pirsa “Li Tirkiye kî nûnertiya Gladio dike? girîng tê dîtin û gelek alî bi vê yekê hev tawanbar dikin. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku bûbû hedefa Glaido li ser NATO gelek nirxandin kiribû. Ocalan, piştî di sala 1977'an de sazûmankarê PKK'ê Hakkî Karer hat kuştin, gotibû "Ev çalakiya yekem a Gladio ya li dijî me pêk hatiye." Ocalan, di hevdîtina bi heyetê ya 2013'an de jî gotibû Gladio bi operasyonên Ergenekonê nayê tasfiyekirin. Dijberî vê yekê hikûmet Gladioya xwe ava dike. Gladio her ku diçe bi hêz dibe û hebûna xwe berdewam dike. Têkoşîna di nava vê Gladyoyê de dê piştî demekê bibe darbe."
OCALAN HIŞYAR KIRIBÛ
Ocalan di 9'ê mijdara 2013'an de der barê NATO de nirxandin kiribû û wiha gotibû: “Pêvajoya çareseriyê ku ji Ozal heta niha didome, her dem rastî mudaxaleya hêzên komyloger tê. Daîreya Herba Taybet a di bin baneyê NATO de xwe bi rêxistin dike her dem çalak e. Tayê wê di destê hêzên derve de ye. Navenda Hêza Derve Ewropa ye. Li Rojhilata Navîn e. Ger ku Serokwezîr mînaka wê dixwaze bila li Mursî binere. Kê Musrî hilweşand li vir jî heman tişt e. Kê berê xwe da Menderes, Ozal, Erbakan û Ecevit niha jî ewin. Hewldanên hilweşandin û rizandinê hêj berdewam dikin. Serokwezîr di 7'ê Sibatê de bi zorê xelas bû. Yê vê yekê dike jî Daîreya Herba Taybet e. Daîreya Herba Taybet xwe nû dike û pêş dixe. Yê herî nêzî Serokwezîr jî di nava vê yekê de ye. Eger pêvajoya çareseriyê xelas bibe, dê deriyê Tirkiye ji operasyonên NATO re vebe." Ocalan bi van gotinên xwe hêj wê demê bal kişandibû ser îro.
MUDAXALEYA NATO Û GLADYO NE ÎRO DERKETIYE HOLÊ
Ji ber vê yekê mudaxaleya Gladio û NATO ne ji niha de berê jî hebû. Mudaxaleya Gladio û NATO di suîkasta li dijî Sakine Cansız û tecrîda li ser Îmraliyê dest pê kir. Piştî pêvajoya çareseriya demokratîk hat bi dawî kirin, deriyê Tirkiye yê operasyon û mudaxaleya NATO ya li dijî Tirkiye hat vekirin.