AGRÎ – Li Bazîdê piştî abîdeya Ehmedê Xanî hilweşandin niha jî tabelaya “Ahmed-i Hani Kultur Parki” rakirin û pelixandin.
Li navçeya Bazîda Agiriyê qeyûmê ku tayînî Şaredariya Bazîdê hat kirin abîdeya feylozofê kurd Ehmedê Xanî hilweşandibû. Piştî hilweşandina abîdeya Xanî, niha jî di têketina parka “Ahmed-i Hani Kultur Parki” ya li navçeyê tabela rakirin û pelixandin. Hesinên tabeleya parkê xwarkirin û zerar dan parkê.
DI HEZÎRANÊ DE JÎ ABÎDE HILWEŞANDIBÛN
Qeyûmê tayînî Şaredariya Bazîdê hat kirin di meha Hezîranê de abîdeya Ehmedê Xanî ya ji aliyê şaredariya DBP’ê ve hatibû çêkirin hilweşandibû. Li ser bertekên li dijî hilweşandina abîdeya Xanî zêde bûn, her çiqas qeyûm daxuyanî dabû û gotibû ku dê şaredariya wan abîdeyê çêbike jî lê ev 6 meh in abîdeya Ehmedê Xanî nehatiye çêkirin.
Nehat zanîn ku tabeleya parkê ji aliyê kê ve hatiye rakirin. Hat hînbûn ku di rojên borî de maşîneyên şaredariyê li parkê karê lêkirina dîwar pêk anîne.