Di şerê 2016'an de 45 zarok hatin kuştin

  • rojane
  • 11:35 19 Mijdar 2017
  • |
img

AMED - 20'ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê... lê ji ber şerê heyî hêjmara zarokên hatin kuştin, koçberkirin, girtina û rastî îstîsmarê hatin qat bi qat zêde bû. Di 2016'an de 45 zarok hatin kuştin, 40 zarok hatin birîndarkirin. Di 5 mehên ewil ên 2017'an de 182 zarok rastî îstîsmarê hatin. Li welatên şer lê heyî 63 hezar û 300 zarok koçî welatên ewropa kirin. 

Ji ber şer û pevçûnên li herêmê bi hezaran zarok ji mafên xwe yên sereke ên jiyanê, hêwirandin, tenduristî, perwerdehî hwd. hatin mehrûmkirin. Bi pêvajoya pevçûnî re li hemberî zarokan bûyerên îstismarê û bikaranîna tiryakê zêde bû. Bi taybetî jî li Êlih, Sûr, Nisêbînê zêde bû. Bi hezaran zarok jî tevî malbatên xwe ji ber pevçûn û rûxandinan ji neçarî koç kirin. Her wiha li herêmên pevçûnî gelek zarok ji ber teqemenî û wesayîtên zirxî yên hêzên dewletê jî hatin qetilkirin û birîndarkirin. 
 
Li gel vê ji aliyê hikûmetê ve polîtîkaya girtinê jî ket dewrê û ji sala 2002'yan heta 2017'an bi hezaran zarok hatin girtin. Li girtîgehan zarok bi şidet û îstismarê re rû bi rû man. Tevî ewqas qewimînan jî Wezareta Dadê ji bo rewşa zarokên di girtîgehan de tu gav neavêt, bereksê wê girtîgehên nû vekirin. Lê belê binpêkirina mafên zarokan di rapor û hejmaran de bi awayekî aşkere kifş dibe. 
 
68 ZAROK Û CIWAN BI AWAYEKÎ GUMANBAR JIYANA XWE JI DEST DAN 
 
Wezareta Dadê di daxuyaniyekê de diyar kir ku ew ê li Hatay, Amed, Tarsûs, Kayserî û Çorlûyê 5 girtîgehên din vebikin. Di navbera salên 2009-2017'an de 68 zarok û ciwanên temenê wan di navbera 18-21 salan de jiyana xwe ji dest dan. Ev mirin wek "mirina gumanbar" hatin tomarkirin. 
 
DI 2017'AN DE HEZAR û 847 ZAROK HATIN GIRTIN
 
Li gor daneyên Wezareta Dadê ji sala 2002'yan heta niha hejmara zarokên di girtîgehê de ji sedî 26 hatiye zêdekirin. Di sala 2002'yan de hejmara zarokên hikumxwar 548, lê belê ev hejmar di sala 2017'an de ji sedî 33 zêde bûye û bûye 731 yek. Hejmara zarokên girtî jî ji sedî 23 zêde bûye. Di sala 2002'yan de hejmara zarokên girtî hezar û 497 e. Ev hejmar di sala 2017'an de bûye hezar û 847.
 
Li gor daneyên ÎHD'ê jî di 3 salan de 18 kesan ji ber îşkenceyê serî li wan daye. Ji ber muameleya kirêt û îşkenceyê ya li hemberî zarokên girtî û hikumxwar, di sala 2015'an de 4, di sala 2016'an de 4 û di sala 2017'an de jî 10 zarokan serî li ÎHD'ê daye. 
 
DI QADA PERWERDEHIYÊ DE ÎSTISMARA LI HEMBERÎ ZAROKAN ZÊDE BÛ 
 
Li gor rapora Egîtîm Senê ya sala 2016-2017'an; di 5 mehên ewil ên sala 2017'an de 182 zarok bi îstismara zayendî re rû bi rû mane. 
 
440 ZAROK RASTÎ ÎSTÎSMARÊ HATIN Û DUCANÎ MAN 
 
Ji 2002’an heta niha  440 hezar zarokên kêmî 18 salî rastî îstîsmarê hatin û ducanî man. 15 hezar û 937 zarokên temenê wan kêmî 15 sali ducanî man. Lê mêrên ku îstîsmar kirin, bi qasî dihat xwestin nehatin cezakirin. Herî dawî li şûna hikûmet wan ceza bike, bi zagona muftiyan û mahrbirînê, zêdetir rê li pêş zewaca zarokan vekir. 
 
ZAROK DI CÎNAYETÊN KAR DE TÊN KUŞTIN
 
Herî zêde di serdema AKP'ê de zarok di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Di 2012'an de 601 hezar zarokên temenê wan 15-17 salî di kar de dixebitîn. Lê di sala 2016'an de hêjmara zarokên di kar de dixebitin derket 709 hezarî. Li gorî rapora Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎGM) di sala 2016'an de 56 zarok di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Di 4 mehên ewil ên 2017’an de 2 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. 
 
ZAROKÊN PENABER RASTÎ CUDAKARIYÊ TÊN
 
Piştî şer li Rojhilata Navîn û Sûriye dest pê kir, bi deh hezaran zarok tevî malbatên xwe penaber bûn û hatin Tirkiye. Piştî penaberî zêde bû hêjmara zarokên kar dikin jî zêde bûn. Zarokên kar dikin rastî cudakariyê, kedxwariyê û neheqiyê tên. Fona Alîkariyê ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), destnîşan kir ku ji sedî 40'ê zarokên li Tirkiye penaber in naçin dibistanê." 
 
63 HEZAR ZAROK JI BER ŞER KOÇÎ EWROPA KIRIN
 
Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkên Ewropa (Eurostat), ji ber şerê di sala 2016’an de li herêmên bi krîz 63 hezar û 300 zarok koçî welatên Yekîtiya Ewropa kirine. Li gorî daneyan zarokên koçî welatên Yekîtîya Ewropa kirin ji sedî 89 kur û ji sedî 11 keç in. 
 
ZAROK BI TEQEMENIYAN MIRIN 
 
Piştî şer li bajarên herêmê zêde bûn hêjmara zarokên bi teqemeniyan jiyana xwe ji dest dan jî zêde bûn. Di sala 2016'an de li bajarên Şirnex, Mêrdîn, Amed û Colemêrgê di 20 salên dawî de 18 zarokan jiyana xwe ji dest dan. 33  zarok jî birîndar bûn. Ji 2008'an heta 2017'an 16 zarok ji aliyê maşîneyên zirxî ku polîs û leşkeran diajotin hatin kuştin. 12 zarok jî birîndar bûn. 
 
MIROV JI MAFÊ XWE BÊPAR HATIN HIŞTIN
 
Li gorî daneyên TÎHV'ê di navbera 16'ê tebaxa 2015 û 1'ê mijdara 2017'an de li 11 bajar û 47 navçeyan herî kêm 268 caran qedexeya derketina kolanan hatiye îlankirin. Milyonek û 809 hezar kes ji mafê xwe yê mirovahiyê bêpar maye. 
 
DI 2016'AN DE 45 ZAROK HATIN KUŞTIN
 
Li gorî rapora ÎHD'ê ya 2016'an di qedexeya derketina kolanan de 45 zarokan jiyana xwe ji dest dan. 40 zarok birîndar bûn. Li ser sînor 8 zarok hatin kuştin. 21 zarok birîndar bûn. Di cinayetên kujer nediyar de 5 zarok birîndar bûn. Di ihmalê de 29 zarok mirin. Di teqîna teqemeniyan de 14 zarok hatin kuştin. 37 zarok birîndar bûn. 21 zarok bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. 17 zarok hatin revandin û rastî îşkenceyê hatin. 219 zarok di çalakiyan de ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin birîndarkirin. 
 
ÎSTÎSMARA ZAROKAN ZÊDE BÛ 
 
Li gorî rapora ÎHD'ê di 2016'an de 284 zarok rastî binpêkirina mafan hatin. Di qada perwerdehiyê de 507 zarok rastî tundî û îstîsmarê hatin. Di îstîsmarê de 39 zarokan jiyana xwe ji dest dan. 34 xwendekar rastî tundiya mamosteyan hatin. 652 zarok ji xwarinê jahrînî bûn. 
 
KOMELEYA ZAROKAN HAT GIRTIN
 
Komeleya Gundem Çocuk bi KHK'ê hat girtin. Pisporên xizmeta civakî, civaknas, derûnînas, hîndekar, perwerdekar, mîmar, akadmîsyen hiqûqnas ên di komeleyê de dixebitîn ji karê xwe bêpar hatin hiştin. 
 

Sernavên din

20/11/2017
09:14 Li girtîgehan 75 jinên nexweş girtî ne
09:14 13 salin li dijî tundiyê têdikoşe
09:13 ‘AKP'ê zarok radestî cemaetan kirin'
09:12 Navenda jinan veguherandin unîteya paqijiyê
09:11 ÎHD: Bi destê dewletê zarok tên kuştin
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2017'AN
19/11/2017
16:17 Baroya Amedê: Di 10 salên dawî de îstîsmara zarokan ji sedî 700 zêde bû
15:47 Jin dê ji 25’ê Mijdarê heta 8’ê Adarê li qadan bin
15:27 Ocalan: Ger pêvajoya çareseriyê biqede dê Tirkiye bibe hedefa operasyonên NATO
14:31 Ewil abîdeya Ehmedê Xanî xerakirin pişt re tabela rakirin
14:01 Hilbijartina serokatiya meclîsê sibê ye: Namzeta HDP'ê girtî ye
13:31 Rastak, dê hatina konserê ji Kirmanşanê re bişîne
13:21 Jinên Îzmîrî li Alsancakê dicivin
12:58 Walîtiya Enqereyê çalakî li LGBTÎ'yan xedexe kir
11:35 Di şerê 2016'an de 45 zarok hatin kuştin
11:24 Di Roja Mafê Zarokên Cîhanê de zarokên Êzîdî
10:02 Şerîn a ji Reqayê: Daxwaz û têkoşîna me azadî bû
10:01 Asîstanê Muhsîn Kizilkaya gef li welatiyê avahiya xwe da DBP'ê xwarin
09:15 ‘Divê piştevaniya ji bo Şirnexê bê xurtkirin'
09:14 Hevserokê HDP'ê Camci: Amed tu caran bêdeng nabe
09:12 Banga Jinan: Li dijî OHAL'ê dakevin qadan
09:10 'Pergala îktîdarê ji tirsan êrîşî pergala hevserokatiyê dike'
09:09 'Îsal li gorî par rewşa narenciyeyê baştir e'
09:08 Kanar: AYM di biryara wekîla HDP'î de xwe înkar kir
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2017'AN
18/11/2017
22:26 Li Erdîşê mirineke bi guman
17:38 Ayhan Bilgen: Ji bo çareseriyê rol dikeve ser milê sêyemin
16:51 Li Hatayê qeza: 2 karker mirin 28 karker birîndar bûn
16:46 Li Agiriyê zarokek hat kuştin
16:19 'Desthilatdariyê li Dêrsimê komkujî pêk anî'
16:13 Aqûbeta Mordeniz pirsîn: Hêj gora wan nehatiye dîtin
16:12 ‘Bila Aydin Nas serbest bê berdan’
15:31 Seyît Riza û hevalên wî li Mêrsînê hatin bi bîranîn
15:25 Xizmên windayan: Vexwendina Çiller a panelê nayê qebûlkirin
15:09 Dayika 67 salî û kurê wê girtin
15:01 Dozger xwest Yetkîn bi cezayê heta hetayê bê darizandin
14:59 Li Kolana Yukselê 5 kes hatin binçavkirin
14:34 Îrmez bersiva Serokwezîr da: Ez şahidê her tiştî me
14:20 Dayikên Şemiyê: Îktîdarên faîlan diparêzin şirîkên sûc in
13:42 Daristana Kinzir a Dêrsimê dişewite
12:52 Serokê TAR-VAK'ê: Divê girîngiyê bidin hilberîna genim
11:54 Rejîma Sûriyeyê û Hîzbûllah şer dikin
11:46 Nivîskar nikarin pirtûkên xwe bixwînin
11:33 Hevserokê HDP'a Bahçelîevlerê hat binçavkirin
11:25 Mescîda li goristanê rûxandin qereqol ava kirin!
11:14 Hunera nefes û qamişê: Bilûr
11:01 Pirtûka bi zimanê fransî hatibû nivîsîn, wergerî kurdî kirin
10:45 Bi hinceta 'Ewlehiyê' rezên sûryaniyan birîn
10:19 16 zarok bi maşîneyên zirxî hatin kuştin
10:12 Fîlmê '14'ê Tîrmehê' li Cenevreyê hat temaşekirin
09:53 Şeker: Li dijî polîtîkaya teslîmgirtinê stûyê xwe netewînin
09:52 Qedexeya derketina derve ya li Farqînê bi dawî bû
09:32 Li Girtîgeha Panosê rêbazên îşkenceyê cuda ne
09:31 ‘Di avakirina civaka demokratîk a Ocalan de jin pêşeng e’
09:30 Weşanên Aryenê 3 pirtûkên nû çap kirin
09:28 Tenê ji bo civakeke xwedî wijdan…
09:27 Hîndekarên kirtasiye vekirin: Em ê pêşeroja bi rûmet ava bikin
09:27 Keça xwe 7 kîlometreyan li ser pişta xwe dibe rehabîlîtasyonê
09:22 Hîndekara hat îxrackirin: Nexwe min ew nerihet kirine
09:21 Jin li dijî koletiyê tora piştevaniyê ava dikin
09:19 Jinên hatin îxracatkirin: Em di 25’ê Mijdarê de bibin yek
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2017'AN
17/11/2017
18:59 Rojnameger Turfent dîsa nehat tehliyekirin
17:46 DAIŞ'ê li Dêra Zorê 20 sivîl qetilkirin
16:51 Selîm Sadak hat berdan
16:26 Li Edeneyê 3 kes hatin binçavkirin
16:02 8 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin serbest in
15:15 Di lêpirsîna Elçî de tu pêşketin tune
14:47 Endamê OHP’ê Parêzer Îsteklî hat binçavkirin
14:46 3 kesên piştgirî dan Gulmen û Ozakça hatin binçavkirin
14:32 Turfent: Kes nikare rojnamegeran wekî terorîst bibîne
14:30 Wekîlên CHP’ê li Amedê komxebata tenduristiyê li dar dixin
14:29 Baroya Amedê: Li Girtîgeha Xarpêtê îşkence û êrîşa zayendî heye
14:28 ‘Divê prîm nedin qeyûman’
14:16 Dê tuwaleta li ser goristana Ermeniyan çêkirin, rakin
13:36 Parêzerên Ocalan rapora Îmraliyê ji CPT re şandin
13:30 Xebatkarên berê yên Sputnikê: Gefan li me dixwen
12:58 Li gundên Pasûrê qedexeya derketina derve
12:31 Ji bo Serokwezîr Yildirim li Cizîrê anonsên ‘mecbûrî’ tên kirin
12:15 3 kes li Tarsusê hatin binçavkirin
12:15 Gulmen: Ez hemû kesên ku em tenê nehiştin silav dikim
12:08 Rêxistinên kedê ji HDP'ê piştgirî xwestin
12:07 Doza rojnameger Nedim Turfent dest pê kir
11:45 Têkiliya Erdogan-Flynn tê şopandin: Ger ku Zarrab mukir bê...
11:32 Beştaş: AYM ji desthilatdariyê ditirse
11:32 Rojnamegera jin a nûçe dişopand hat kuştin
11:07 Der barê 42 personelên Zanîngeha Marmarayê de biryara binçavkirinê
10:47 'Raza BBC'yê: Mudaxaleya li gorî îngilizan
10:27 Di şerê Bagera Cizîrê de 34 DAIŞ’î hatin kuştin
10:20 Dadgehê kesê 'Serok Apo' parve kir beraat kir
10:13 Heşdî Şehbî û DAIŞ'ê şer kirin: 9 kes hatin kuştin
09:19 21 meh in li benda îdianameyê ne
09:09 Muzîkjenên li kolanan: Muzîka li kolanan watedartir e
09:07 Dengbêj Seyranoglû: Televîzyonên hatin girtin dengê me bûn
09:06 Daxwaza ji bo çayên nebatî zêde bû
09:05 ‘Wê tu şîdet di tariyê de nemîne’
09:04 Jina êzidî Hewlo hovîtiya DAIŞ’ê vegot
09:03 'AKP ji paradîgmaya jinê ya HDP'ê ditirse'
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2017'AN
16/11/2017
19:02 Ahmet Kaya li Parîsê hat bibîranîn