Asîstanê Muhsîn Kizilkaya gef li welatiyê avahiya xwe da DBP'ê xwarin

  • rojane
  • 10:01 19 Mijdar 2017
  • |
img

COLEMÊRG –Asîstanê serşêwirmendên serokwezîr Muhsîn Kizilkaya Harûn Bayhan, ji ber ku welatî Recep Akar li Colemêrgê avahiya xwe bi kirê daye DBP'ê, gef li wî xwar. Bayhan HDP'ê jî wek "rêxistina terorî" tawanbar kir û di hevdîtina telefonê ya bi Akar re tim behsa hêza dewletê dike. 

Harûn Bayhan ê asîstanê serşêwirmendê serokwezîr Muhsîn Kizilkaye ye, ji ber welatî Recep Akar li Colemêrgê avahiya xwe bi kirê daye DBP'ê, gef li welatî Akar xwarin. Bayhan xwe dispêre meqama lê ye û di hevdîtina xwe ya bi telefonê ya bi Akar re, tim behsa hêza dewletê dike. Akar, ji bo giliyê serî li dozgeriyê da û doza alîkariyê ji DBP'ê kir. Akar, qeydên hevdîtinên telefonê yên bi Bayhan re kirin parve kir. 
 
Beriya vê di navbera malbata Akar û Kizilkaya de ev tişt diqewimin: Salek berê, hevjîna Akar Şukran Kizilkaya Akar dema li defterdariyê wek pispora hesabgêriyê dixebitî, pêşî bi tawanbariya "FETO" û paşê jî bi hinceta "PKK"ê hat îxrackirin. Li ser vê malbatê û hevjîna wî Recep Akar tawanbar kirin. Piştî demekê Mehmet Kizilkaya, apê Şukran Akarê, wek alîgirê qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê bû jî mudaxilî bûyerê dibe û bi vê re zextên li ser Akar zêde dibin. Bi van nîqaşan re Recep Akar ji hevjîna xwe vediqete. Akar diyar kir ku, ji ber daîreya xwe bi kirê da DBP'ê wek "terorîst" hatiye îlankirin û malbata Kizilkaya tim gefan lê dixwe. Di vê pêvajoyê de di navbera Akar û malbata Kizilkaya û Harûn Bayhan de gelek hevdîtinên telefonan çê dibin. Akar ev hevdîtin tomar kirin û radestî dozgeriyê kir. Beşek ji hevdîtinên telefonan wiha ne: 
 
Harûn Bayhan: Biner biner tu niha li meqama Serokwezîrtiyê digerî, hûn meqamê Sermuşawiriya Serokwezîrtiyê tim tehdît dikin... Tu ji bo rêxistina terorî PKK'ê dixebitî.
 
Recep Akar: Na, na...
 
(Dengekî din)
 
Recep Akar: (…) Niha ez li qereqolê îfadeyê didim...
 
Harûn Bayhan: Biner Recep aqilê xwe bide serê xwe, xwe poşman neke, hişê xwe bide serê xwe, were em dizanin tu çi dikî.
 
Recep Akar: (…) Tu hîn nizanî ka Recep Akar kî ye, çi qasî girêdayî dewleta xwe ye...
 
Harûn Bayhan: Recep heke tu girêdayî dewleta xwe bûna, te avahî nedida HDP'ê...
 
Recep Akar: Tu gefan li min dixwî, tu min wek terorîst tawanbar dikî...
 
Harûn Bayhan: Nexwe tu bêje, kî ew avahî da rêxistina terorî HDP'ê. Ma tu ne xwediyê wê avahiyê yî? 
 
Recep Akar: Her kes dikare bi kirê têkeve xaniyê min. 
 
Harûn Bayhan: Xwediyê wê avahiyê ne tu wî? 
 
Piştî ku Akar li dozgeriyê giliyê wan dike, vê carê Kemal Bayhan, bavê asîstanê Muhsîn Kizilkaya Harûn Bayhan, dikeve dewrê. Hevdîtina navbera Akar û Bayhan jî wisa ye: 
 
Recep Akar: Ji aliyê diozgeriyê ve ewraqeke taybet ji bo min hat dayîn. Ez çûm KOM'ê, li wir ez û polîsekî ketin qirika hev. Nizanim, qey Harûn talîmat daye...
 
Bayhan:  Na na, ma wê tiştek wisa çawa çê bibe...
 
Akar: Apo nexwe wê çaxê rewşeke ku Harûn eleqedar bike tune ye. Li Muhsîn bigere, bila li Walî beg bigere, xeletiyeke çê bûye. Zavê min hatiye girtin, rewş ev e. Ez niha li qereqolê me. 
 
Bayhan: Tu jî îfadeya xwe bi paş ve bikişîne...
 
Recep Akar: Apo min ê niha îfade bidane, lê nexwe ev bi xêrtir bûye...
 
Bayhan: Na na, Muhsîn jî bi Harûn xeyîdiye û gotiye ji bo çi te ev tişt gotine. Niha Muhsîn li min geriya, ji bo xatirê min li Recep bigere... Wê girteka ku te da dozgeriyê bi paş ve bikişîne...
 
AKAR SERÎ LI HDP'Ê DA 
 
Akar, derpêş kir ku malbata Kizilkaya pişta xwe dide dewletê û serî li HDP'ê da, da dengê wî ragihînin. Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Nadîr Yildirim bi Akar re hevdîtin çê kir û ev tişt gotin: "Akar, li Colemêrgê wek esnafekî tê nasîn. Ji ber avahiya xwe bi kirê daye DBP'ê gef lê hatine xwarin. Dibêjin heke tu cih bidî DBP'ê em ê te û malbata te tevde perîşan bikin. Çavkaniya bûyerê xwe dispêre Muhsîn Kizilkaya. Ev malbat niha bi hêza dewletê gef li mal û milkên welatiyan dixwin. Serî li partiya me jî dan. Kizilkayayî li Colemêrgê qeyûm, li Walîtiyê patron, li Enqereyê kesên pêzan in. Em bang dikin, destê xwe ji mirovên me bikişînin."
 

Sernavên din

20/11/2017
09:14 Li girtîgehan 75 jinên nexweş girtî ne
09:14 13 salin li dijî tundiyê têdikoşe
09:13 ‘AKP'ê zarok radestî cemaetan kirin'
09:12 Navenda jinan veguherandin unîteya paqijiyê
09:11 ÎHD: Bi destê dewletê zarok tên kuştin
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2017'AN
19/11/2017
16:17 Baroya Amedê: Di 10 salên dawî de îstîsmara zarokan ji sedî 700 zêde bû
15:47 Jin dê ji 25’ê Mijdarê heta 8’ê Adarê li qadan bin
15:27 Ocalan: Ger pêvajoya çareseriyê biqede dê Tirkiye bibe hedefa operasyonên NATO
14:31 Ewil abîdeya Ehmedê Xanî xerakirin pişt re tabela rakirin
14:01 Hilbijartina serokatiya meclîsê sibê ye: Namzeta HDP'ê girtî ye
13:31 Rastak, dê hatina konserê ji Kirmanşanê re bişîne
13:21 Jinên Îzmîrî li Alsancakê dicivin
12:58 Walîtiya Enqereyê çalakî li LGBTÎ'yan xedexe kir
11:35 Di şerê 2016'an de 45 zarok hatin kuştin
11:24 Di Roja Mafê Zarokên Cîhanê de zarokên Êzîdî
10:02 Şerîn a ji Reqayê: Daxwaz û têkoşîna me azadî bû
10:01 Asîstanê Muhsîn Kizilkaya gef li welatiyê avahiya xwe da DBP'ê xwarin
09:15 ‘Divê piştevaniya ji bo Şirnexê bê xurtkirin'
09:14 Hevserokê HDP'ê Camci: Amed tu caran bêdeng nabe
09:12 Banga Jinan: Li dijî OHAL'ê dakevin qadan
09:10 'Pergala îktîdarê ji tirsan êrîşî pergala hevserokatiyê dike'
09:09 'Îsal li gorî par rewşa narenciyeyê baştir e'
09:08 Kanar: AYM di biryara wekîla HDP'î de xwe înkar kir
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2017'AN
18/11/2017
22:26 Li Erdîşê mirineke bi guman
17:38 Ayhan Bilgen: Ji bo çareseriyê rol dikeve ser milê sêyemin
16:51 Li Hatayê qeza: 2 karker mirin 28 karker birîndar bûn
16:46 Li Agiriyê zarokek hat kuştin
16:19 'Desthilatdariyê li Dêrsimê komkujî pêk anî'
16:13 Aqûbeta Mordeniz pirsîn: Hêj gora wan nehatiye dîtin
16:12 ‘Bila Aydin Nas serbest bê berdan’
15:31 Seyît Riza û hevalên wî li Mêrsînê hatin bi bîranîn
15:25 Xizmên windayan: Vexwendina Çiller a panelê nayê qebûlkirin
15:09 Dayika 67 salî û kurê wê girtin
15:01 Dozger xwest Yetkîn bi cezayê heta hetayê bê darizandin
14:59 Li Kolana Yukselê 5 kes hatin binçavkirin
14:34 Îrmez bersiva Serokwezîr da: Ez şahidê her tiştî me
14:20 Dayikên Şemiyê: Îktîdarên faîlan diparêzin şirîkên sûc in
13:42 Daristana Kinzir a Dêrsimê dişewite
12:52 Serokê TAR-VAK'ê: Divê girîngiyê bidin hilberîna genim
11:54 Rejîma Sûriyeyê û Hîzbûllah şer dikin
11:46 Nivîskar nikarin pirtûkên xwe bixwînin
11:33 Hevserokê HDP'a Bahçelîevlerê hat binçavkirin
11:25 Mescîda li goristanê rûxandin qereqol ava kirin!
11:14 Hunera nefes û qamişê: Bilûr
11:01 Pirtûka bi zimanê fransî hatibû nivîsîn, wergerî kurdî kirin
10:45 Bi hinceta 'Ewlehiyê' rezên sûryaniyan birîn
10:19 16 zarok bi maşîneyên zirxî hatin kuştin
10:12 Fîlmê '14'ê Tîrmehê' li Cenevreyê hat temaşekirin
09:53 Şeker: Li dijî polîtîkaya teslîmgirtinê stûyê xwe netewînin
09:52 Qedexeya derketina derve ya li Farqînê bi dawî bû
09:32 Li Girtîgeha Panosê rêbazên îşkenceyê cuda ne
09:31 ‘Di avakirina civaka demokratîk a Ocalan de jin pêşeng e’
09:30 Weşanên Aryenê 3 pirtûkên nû çap kirin
09:28 Tenê ji bo civakeke xwedî wijdan…
09:27 Hîndekarên kirtasiye vekirin: Em ê pêşeroja bi rûmet ava bikin
09:27 Keça xwe 7 kîlometreyan li ser pişta xwe dibe rehabîlîtasyonê
09:22 Hîndekara hat îxrackirin: Nexwe min ew nerihet kirine
09:21 Jin li dijî koletiyê tora piştevaniyê ava dikin
09:19 Jinên hatin îxracatkirin: Em di 25’ê Mijdarê de bibin yek
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2017'AN
17/11/2017
18:59 Rojnameger Turfent dîsa nehat tehliyekirin
17:46 DAIŞ'ê li Dêra Zorê 20 sivîl qetilkirin
16:51 Selîm Sadak hat berdan
16:26 Li Edeneyê 3 kes hatin binçavkirin
16:02 8 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin serbest in
15:15 Di lêpirsîna Elçî de tu pêşketin tune
14:47 Endamê OHP’ê Parêzer Îsteklî hat binçavkirin
14:46 3 kesên piştgirî dan Gulmen û Ozakça hatin binçavkirin
14:32 Turfent: Kes nikare rojnamegeran wekî terorîst bibîne
14:30 Wekîlên CHP’ê li Amedê komxebata tenduristiyê li dar dixin
14:29 Baroya Amedê: Li Girtîgeha Xarpêtê îşkence û êrîşa zayendî heye
14:28 ‘Divê prîm nedin qeyûman’
14:16 Dê tuwaleta li ser goristana Ermeniyan çêkirin, rakin
13:36 Parêzerên Ocalan rapora Îmraliyê ji CPT re şandin
13:30 Xebatkarên berê yên Sputnikê: Gefan li me dixwen
12:58 Li gundên Pasûrê qedexeya derketina derve
12:31 Ji bo Serokwezîr Yildirim li Cizîrê anonsên ‘mecbûrî’ tên kirin
12:15 3 kes li Tarsusê hatin binçavkirin
12:15 Gulmen: Ez hemû kesên ku em tenê nehiştin silav dikim
12:08 Rêxistinên kedê ji HDP'ê piştgirî xwestin
12:07 Doza rojnameger Nedim Turfent dest pê kir
11:45 Têkiliya Erdogan-Flynn tê şopandin: Ger ku Zarrab mukir bê...
11:32 Beştaş: AYM ji desthilatdariyê ditirse
11:32 Rojnamegera jin a nûçe dişopand hat kuştin
11:07 Der barê 42 personelên Zanîngeha Marmarayê de biryara binçavkirinê
10:47 'Raza BBC'yê: Mudaxaleya li gorî îngilizan
10:27 Di şerê Bagera Cizîrê de 34 DAIŞ’î hatin kuştin
10:20 Dadgehê kesê 'Serok Apo' parve kir beraat kir
10:13 Heşdî Şehbî û DAIŞ'ê şer kirin: 9 kes hatin kuştin
09:19 21 meh in li benda îdianameyê ne
09:09 Muzîkjenên li kolanan: Muzîka li kolanan watedartir e
09:07 Dengbêj Seyranoglû: Televîzyonên hatin girtin dengê me bûn
09:06 Daxwaza ji bo çayên nebatî zêde bû
09:05 ‘Wê tu şîdet di tariyê de nemîne’
09:04 Jina êzidî Hewlo hovîtiya DAIŞ’ê vegot
09:03 'AKP ji paradîgmaya jinê ya HDP'ê ditirse'
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2017'AN
16/11/2017
19:02 Ahmet Kaya li Parîsê hat bibîranîn