ZMO: Şewitandina pirêzeyê zirarê dide axê

img

AMED – Serokê Şaxa ZMO ya Amedê Samet Ûcaman, diyar kir ku şewitandina pirêzeyan hem zirarê dide axê hem jî dide tenduristiya mirovan û bang li rayderan kir ku tevdîrê bigirin. 

Li herêmê paleyiya genim, ceh, nîsk û nokan dest pê kir. Lê belê piştî palehiyê cotkar pirêzeya heyî dişewitînin. Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Çandiniyê (ZMO) ya Amedê Samet Ûcaman, ji bo vê yekê bang li cotkaran kir ku pirêzeyan neşewitînin. Ûcaman, destnîşan kir ku şewitandina pirêzeyan hem zirarê dide axê hem jî dide tenduristiya mirovan û bang li rayderan kir ku tevdîrê bigirin. 
 
‘GELEK GIYANEWER DIMIRIN' 
 
Ûcaman, bilêv kir ku şewitandina pirêzeyê avaniya axê bi tevahî diguherîne û hemû giyanemwer û organîzma tesîrê ji hevdu digirin. Ûcaman, got: "Bi şewitandina pirêzeyê re gelek giyanewerên dimirin. Kîmyaya axê bi germahiyê re diguhere. Ji ber pirêze dişewite, wexta cotkar erdê xwe dajo mecbûr dimîne gubre û dermanên biha bikire. Ji ber vê carinan tovê tê reşandin ber nagire. Yanî ahndîkapeke bi vî awayî heye. Piştî paleyiyê dibê erd bê ajotin. Niha li Tirkiyeyê giha bixwe jî tê îthalkirin. Ji ber vê fiyetê giya jî biha ye. Di dema paleyiyê de ger cotkar ji bin ve jêbikin wê pirêzejî kêm be. Bi vî awayî wê ajotina erd jî rihet be û wê fêdeya wê jî hebe. Wê karibe vê kayê jîb ifiroşe. Divê îsal cotkar vê yekê baş esas bigirin." 
 
Ûcaman, anî ziman ku bi şewitandina pirêzeyê re hewa qirêj dibe, zirarê dide tenduristiyê û pergala atmoferê xirab dike. 
 
‘DIVÊ TEVDÎR BÊN GIRTIN' 
 
Ûcaman, destnîşan kir ku divê Wezareta Çandiniyê der barê şewitandina pirêzeyan tevdîran bigire. Ûcaman, anî ziman ku 3-4 sal in tevdîr nayên girtin. Her wiha Ûcaman, diyar kir ku li herêmê midûriyetên çandniyê, rêveberiyên herêmî û Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê jî tevdîran nagirin. Ûcaman, bilêv kir ku divê li gundan bigerin û ji welatiyan re bê gotin ku pirêze neyên şewitandin û zirara wê bê vegotin. 
 
‘NE HEYFA AXA ME'
 
Ûcaman, destnîşan kir ku divê cotkar pirêzeyê neşewitînin û got: "Em ji bo salekê tenê vê axê najonin. Erdnîgariya me yekem erdnîgariye ku çandinî lê hatiye kirin. Erdnîgariyeke ku cara ewil jinê tov lê reşandiye. Bi hezarn sal e ev ax, berdariya vê axê hatiye parastin. Lê 30-40 sal in dawî ax xirab bûye. Pergal xirab dibe. Ne heyfa axa me." 
 
MA / Rûken Demir 
 

Sernavên din

19:05 Li Amedê bi çekan êrîşî buroya hiqûqê kirin: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
19:02 4 parêzer Buroya Hiqûqê ya Gel girtin
16:22 Şopên xwînê ya li qeraxê Munzurê aîdî Eroglu derket
16:21 Zeviyên Şengalê dişewitin
15:41 Baroya Amedê: Dixwazin lêpirsîna Arkaş li ser derewan bi rêve bibin
15:08 Ekrem Îmamoglû mal û milkê xwe aşkera kir
15:05 Temellî: Em li dijî faşîzmê têbikoşin û muzakereyê bi hev re rêxistin bikin
14:33 Îmîr: Sedema mirinên Dîcleyê kanên qûmê ne
14:32 Can Atalay: Gezî heviya azadî, edalet û wekheviya vî welatî ye
14:09 6 kes li Qersê hatin binçavkirin
14:03 MA Musîc konsera mezûniyetê li dar dixe
13:25 HDP’iyan malbata Îbrahîm Layik ziyaret kirin
13:04 Rûsya: Di demeke nêz de sewqiyeta S-400'an a ji bo Tirkiyeyê dest pê bike
13:00 Di 33 saliya xwe de bi hezaran hezkiriyên xwe hişt û çû
12:49 Beriya hevdîtina Erdogan û Trump xebatkarê sefaretxaneya Amerîkayê hat berdan
12:30 Dozger ji bo polîsê ku 5 sivîl kuşt pêdivî bi lêpirsînê nedît
12:20 Îranê bersiv da biryara danekirina DYA'yê
12:09 Li Farqînê, ajokarê li zarokekê xist û kuşt hat berdan
11:47 Polîsan endamê Meclîsa Ciwanên HDP'ê Akbiyik binçavkirin
11:46 Nexweşxanê rapora ji sedî 87 astengdar, piştî 4 salan sifir kir!
11:45 Parêzer ji bo biçim Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:57 Motorîn 23 qurîş, çay jî ji sedî 15 giran kirin
10:44 Kesê dersa Ol dida ji ber tecawîzkirina zarokekê 9 salî hat girtin
10:35 Gelo Kurdistana Federe bedelê 26 milyar dolar dide Tirkiye!
09:26 Cenazeyê Hazal Aslan piştî 40 mehan hat veşartin
09:25 Li Edeneyê 7 ciwan hatin girtin
09:24 Qeymeqam nahêle Şaredariya Hezexê kevirên parkeyî bi cih bike
09:23 Karkerê nexweş ket û ket nav nivînan nayê teqawidkirin
09:23 Ji ber ketiye greva birçîbûnê dozger dixwaze girtiyê nexweş Yilmaz bê cezakirin
09:22 Wê galaya belgefîlma Komujiya Pirsûsê 'Gîtmek' li Amedê pêk bê
09:21 Li sîteya pîşesaziyê ya Mêrsînê di 6 mehan de 25 esnaf top avêtin
09:21 Piştî 26 salan dixwazin vegerin gundê xwe
09:20 Karkerên jin ên ji Şaredariya Alîagayê hatin avêtin: Em karê xwe dixwazin
09:19 'Divê parêzvanên jiyanê ji bo Heskîfê têbikoşin'
09:18 Dozgeriyê belgeyên îşkenceyê xwestin: Dibe delîl bên windakirin
09:17 Hevkarê DAIŞ'ê yê ji Enqereyê alîkariya lojîstîkê da DAÎŞ'ê di destê QSD'ê de ye
09:00 ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2019'AN
24/06/2019
22:52 Tabelayên bi kurdî ji nû ve hatin daliqandin
15:56 Dayika 56 salî hefteyekê di bin çavan de hiştin: Kodê te çiye?
15:23 Peymana 3 hekîman fes kirin
14:58 Aksakoglu: Bi îdîanameyê dixwazin civaka sivîl krîmînalize bikin
14:44 Cenazeyê Aslan piştî 40 mehan hat teşhîskirin
14:37 Kubîlay: Divê Tirkiye vegere polîtîkayên aştiyane
14:23 Qamyona ka lê barkirî qelibî
14:12 Rêveberekî DBP'ê hat binçavkirin
14:07 Kavala yê 20 mehin girtî ye. Îdîaname xizmeta bêîtîbariyê dike
13:42 Bachelet: Divê dewletên têkildarî DAIŞ û mabatên wan ên li Sûriye berpirsiyar tev bigerin
13:41 Ciwanê ku bi avê re çû hê jî nedîtine
13:26 Danişîna Doza Geziyê dest pê kir
13:15 Serokê YSK’ê Guven daxuyanî da