STENBOL - Huqûqnas Ercan Kanar, biryara ku Dadgeha Makeqanûnê der barê serlêdana Parlementera HDP'ê Gulser Yildirim de da nirxand û diyar kir ku Dadgeha Makeqanûnê bi vê biryarê xwe înkar kiriye.
Dadgeha Makeqanûnê (AYM) piştî salekê şûnde der barê serlêdana Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirimê de biryara "nayê qebûlkirin" dabû û niha jî hinceta vê biryarê daxuyand. Di biryarê de hat derpêşkirin ku îdiayên binpêkirina azadî û ewlehiya kes de, girtin û binçavkirina wê derî huqûqê ne, binpêkirina azadiya ramanê û fealiyetên siyasî "xwe naspêrin tu tiştî". Huqûqnas Ercan Kanar, biryara ku AYM der barê Yildirimê de da nirxand.
Kanar got ku armanca AYM'ê ew e ku dema organên qanûnçêkirinê der barê binpêkirina mafên mirovan de qanûnekê derxîne, divê civakê û meclîsê li hemberî bêedaletiyê biparêze. Kanar got ku divê AYM di bin banê rêveberiyê de nexebite û ne di bin banê wesayetê de be. Kanar wiha got: "Divê qanûnên ku Meclîs li gor bêaşîbûna darazê derdixîne jî kontrol bike. Lê belê, li cem me ji roja ku Dadgeha Qanûna Bingehîn hatiye avakirin heta niha, tu carî fonksîyoneke wê ya bi vî rengî çê nebûye. Di warê dijberiya azadiya ramanê de gelek biryar dane û gelek partî girtine. Ji roja ku hatiye avakirin heta niha Dadgeha Makeqanûnê gelek biryar dane, lê belê mirov dikare bêje di nav van biryaran de pir hindik ên rast hene."
‘AYM XWE ÎNKAR KIR'
Kanar, dest nîşan kir ku Dadgeha Makeqanûnê di biryara Yildirimê de nîşan da ku ne dadgeheke di warê mafên mirovan de ye, bereksê wê veguheriye dadgeheke OHAL'ê. Kanar, biryarên ku der barê Mûstafa Balbay, Mehmet Haberal û 4 parlementerên ji doza KCK'ê girtî hatin dayîn bi bîr xistin û got ku, Dadgeha Makeqanûnê di biryara der barê Yildirimê de xwe înkar kiriye. Kanar, dest nîşan kir ku ev biryar li gor xwesteka îktîdarê hatiye dayîn.
‘ÊDÎ TU WATEYA WÊ NEMAYE'
Kanar, anî ziman ku êdî tu erka AYM'ê nemaye û wiha got: "Biryarên ku piştî îlankirina OHAL'ê dan derî huqûqê ne. Di salên 90'î de biyranameyek lêkolîn kiribû, ka ya OHAL'ê ye yan na. Piştî îlankirina OHAL'ê ya dawî serlêdanên bi vî rengî pêk hatin. Hat gotin ku 'erka AYM'ê tune ye ku van selêdanan lêkolîn bike' û serlêdan hatin redkirin. Bi vê biryarê re, bi biryara xwe ya di salên 90'î de tewişî. Çima? Çimkî ji rêveberiyê ditirse. Ji serekê rêveberiyê ditrise. Bi temamî taybetmendiya xwe ya serbixwbûnê winda kiriye. Halbûkî madeya 138'emîn a Qanûna Bingehîn aşkere ye. Tu organ û kes nikarin talîmatan bidin organên darazê. Lê AYM li ser talîmatan dixebite. Piştî darbeya sivîl hema bêje tu briyareke wê ya erênî tune ye."
MA / Yasin Kobulan