ŞIRNEX - Qeyûmê ku 220 milyon TL deyn xist stuyê şaredariyê, derket holê ku di sala 2018'an de tenê ji bo "amûr û alavên din" 10 milyon û 380 hezar û 731 lîre û 51 qurîş pere xerc kiriye.
HDP, piştî hilbijartina 31'ê Adarê tiştên qeyûm anîne serê Şaredariya Cizîrê bia wayekî hurguliyane parve dike. Li gor lêkolînan, di sala 2018'an de "lêçûna mal û xizmetan" 55 milyon û 469 hezar û 423 lîre û 7 qurîş pere hatiye xerckirin. Ji vî pereyî 36 hezar û 881 lîre û 36 qurîş ji bo "tiştên din", 951 hezar û 876 lîre û 39 qurîş jî ji bo "malzemeyên qirtasiye, buro, ji bo xwarin û vexwarinê û êm" hatiye xerckirin.
'JI BO TIŞTÊN DIN' 10 MILYON Û 380 LÎRE HATIYE XERCKIRIN
Her wiha di sala 2018'an de ji bo "kinc, malzemeyên şexsî" 270 hezar û 138 lîre û 92 qurîş hatiye xerckirin. Ji bo "amûrên taybet" milyon û 708 hezar û 943 lîre û 60 qurîş û ji bo "kirîna mal û xizmetên din" bi giştî 10 milyon û 380 hezar û 731 lîre û 51 qurîş hatiye xerckirin. Di heman salê de ji bo "temsîl û danasînê" 2 milyon û 354 hezar û 964 lîre û 28 qurîş hatiye xerckirin. Tenê di meha Adar û Nîsanê ya 2019'an de jî ji bo "temsîl, merasîm, fûar û organîzasyonê" jî 91 hezar û 655 lîre û 82 qurîş hatiye xerckirin. Ji vî pereyî tenê 25 hezar lîre ji bo "amûrên ocaxa çay" hatiye xerckirin.