STENBOL – Rêvebirê Navenda Giştî ya OHD'ê Parêzer Veysî Eskî bal kişand ser tedawîkirina çalakgerên Herêma Mararayê û binpêkirinên mafan û diyar kir ku ji bo ev binpêkirin bi dawî bibin pêdivî bi bertekên civakiyî heye.
Piştî girtiyên di greva birçîbûnê de li ser bangawaziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin, di dema tedawîkirina wan de gelek binpêkirinên mafan rû dan. Lig orî daneyên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), li 13 girtîgehên Herêma Marmatrayê 751 girtî di greva birçbûnê û 13 girtî jî di rojiya mirinê de bûne. Hat diyarkirin ku piraniya çalakgeran sewqî nexweşxaneyan hatine kirin û ji kesên hatine sewqkirin hin jê ji ber şert û mercan tedawî qebûl nekirine. Rêvebirê Navenda Giştî ya OHD'ê Parêzer Veysî Eskî, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Herêma Marmarayê.
‘TU AMADEKARIYÊN ÎDAREYÊ Û NEXWEŞXANEYAN TUNE BÛN'
Eskî, diyar kir ku piştî bidawîbûna çalakiyan xwestine biçin girtîgehan û muwekîlên xwe bibînin lê belê di vî warî de bi zor û zehmetiyan re rû bi rû mane û got: "Ji ber grevên birçîbûnê roja yekşemê bi dawî bûn me nikaribû hevdîtin bi muwekîlên xwe re çêbike. Me xwe gihand Wezareta Dadê û hin saziyên eleqedar lê belê dîsa destûr nehat dayîn. Lê belê muwekîlên me bi awayekî pê dihesin ku greva birçîbûnê bi dawî bûye û ew jî daxwaznameyên xwe didin îdareyên girtîgehan."
Eskî, bilêv kir ku piştî çalakî bi dawî bûye çûne nexweşxane û girtîgehan, lê belê di vî warî de ne amadekariyên îdareyên girtîgehan ne jî yên nexweşxaneyan hebûne.
Eskî, ji bo binpêkirinên mafan ên muwekîlên wan ragihandine got: "Di dema hevdîtinan de muwekîlên me ragihandin ku di dema sewqkirina ji bo nexweşxaneyan de hatine kelemçekirin û di rîngan de bi muameleyên nebaş re rû bi rû mane. Li Girtîgeha kandirayê ji ber van pêkanînên derî mirovahiyê muwekîlên me yên di rojiya mirinê de nexwestine biçin nexweşxaneyê. Me li sedema wê pirsî, diyar kirin ku wesayîtên rîngê wan nerihet dikirin û du sê roja bi ser xwe ve nehatine."
‘DIVÊ NÊVENGA NEXWEŞXANEYÊ STERÎL BE'
Eskî, bal kişand ser pêkanînên ku girtî li nexweşxaneyan bi wan re rû bi rû mane û got: "Divê li nexweşxaneyan li nêvengên sterîl bên tedawîkirin. Muwekîlên me ji ber nêvenga li nexweşxaneyan û wesayîtên rîngê naxwazin biçin. Em bi handîkapeke wisa re rû bi rû ne. Herî zêde em li girtîgeha Bakirkoy, Bandirma, Kandira F1 û Tekirdagê em zêde bi van pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Muwekîlên min Sebahat Tûncel û Selma Irmak biribûn nexweşxaneyê. Wê şevê gotibûn 'em di nêvengeke wisa de tedawî nabin' û vegeriya bûn girtîgehê. Diyar kirin ku hem ji ber hejmara nivînan hem jî ji ber hîjyenîkê eger li wir bimana wê nexweş biketana."
VERNÎKO KORSAKOF
Eskî, destnîşan kir ku divê girtî bên tedawîkirin û got: "Em li Herêma Marmarayê tenê behsa 751 girtyî dikin. Divê ev mirov hemû li nexweşxaneyan bimînin û bên tedawîkirin. Tenduristkar jî heman tiştî dibêjin. Ji ber texrîbata di greva birçîbûnê de derket holê, dibe bibe sedema gelek pirsgirêkan. Eger neyên tedawîkirin wê Sendroma Wernicke-Korsakoff derkeve holê. Ji ber vê şik û gumanên me hene."
Eskî, anî ziman ku li nexweşxane û girtîgehan pêkanînên kêfî hene û got: "Diviya Wezareta Dad û Wezareta Tenduristiyê mudaxile bikirana û çrarçoveyeke giştî diyar bikirana û ji saziyan re bişandana. Diviya ev berî grevên birçîbûnê bi dawî bibûna bikirana."
Eskî, destnîşan kir ku ji bo muwekîlên wan çi hewce be ew ê bikin û bang li Wezareta Dadê, Wezareta Tenduristiyê û îdareyên girtîgehan kir ku bi berpirsiyarî tev bigerin û berpirsiyariya wan a siyasî û hiqûqî bi bîr xist.
Eskî, destnîşan kir ku girtiyên ketine greva birçîbûnê rê li ber xitimandina di civakê de derketibû holê vekirine û bal kişand girîngiya ser liv û tevgera civakiyî. Eskî, got: "Em civak di warê tenduristî û jiyana van mirovan de berpirsiyar in. Çimkî du caran hevdîtin bi Îmraliyê re pêk hat û bi van hevdîtinan bêhna Tirkiye û Rojhilata Navîn derket. Mirov rihet bûn û hêviyek peyda bû. Divê di warê tenduristî û jiyana van mirovan de liv û tevgereke civakiyî hebe. Wexta van mirovan bedena xwe da ber mirinê, ji bo xwe doza tişekî jî nekirin. Loma divê civak berpirsiyariya xwe ya di vî warî de pêk bîne."